Yasmîn û Ala bi pirojeyek nû dixwazin ji bêkariyê xelas bibin

Piştî belavbûna vîrosa ccoronayê ji ber ewlehiyê pirsgirêka bêkariyê weke her derê li Filistînê jî zêdebûye. Li herêma Xeza yê du jinên ciwan ên bi navê Ala Aşûr û Yasmîn El-Huyêhî bi pêşxistina pirojeya 'atiketa şansê' dixwazin ji bêkariyê xelas bibin.

REFÎF ESLÊM
Xeza – Dema ku Ala Aşur û hevala xwe Yasemîn El-Huyêhî li kar digeriyan ramana xebata li ser projeya 'Barkoda bextê' ango atiketa şansê derket holê. Bêtirî deh deqeyan li ser bêdengiya Ala derbas bû heya ku ji Yasmîn şûşeya ava pilastîk xwest. Dema şûşeya avê girt destê xwe, çavê wê çu ser kaxeza spî ya di hundirê wê de xêzên reş ya li ser şûşeya avê hebû, bi kenekî henekî got: “Tu çi dibêjê ku barkodek bi vî rengî li ser diyariyê deyînin.” Yasmînê ev raman hevaa xwe di cidî dît û bi hev re dest bi lêgerîna awayê pêkanîna wê kirin.
Ala Aşûr a26 salî, di despêkê de ev raman cidî negirt dest, lê pişt re bi hevala xwe re dest bi lêgerînê kirin. Piştî lêgerînek berfirehm li ser Googl û Youtubê, dît ku awayê çêkirina barkodê heye.
Hêjayî gotinê ye ku Ala di Fakulteya Aboriyê de beşa macistêr a rêvebiriya Karsaziyê xelas kiriye. Hevala wê Yasmîn El-Huyêhî ya 24 salî jî di heman zanîngehê de beşa Mûhasebê xwendiye. Ev tişt hêla ku çêkirina kodeyên bermecî û bi karanîna computer ji wan re zehmet were dîtin, ji ber ku gelekî ji pîşeyên wan dûr e.
Derbarê sedema meyla her du keçan ku wê ramanê veguherînin projeyekê, Ala Aşûr wiha dibêje: "Ji ber bê ewlehiya kar û belavbûna nexweşiya corona ez ditirsim ku karekî bibîne, dûv re bi hinceta ku sazî ji jimareyek diyar a xebatkarên xwe razî ye, me ji kar dûrbixînin. Em li ser pirojeyek xwe ya taybet difikirin ku piştî kar û xebata bi salan ji kar neyên derxisitn."
Li gorî rapora dawî ya Navenda Agahdariya Neteweyî ya Filistînê rêjeya bêkariyê ya li Xezayê gihiştiye ji sedî 45,1 an.  
Ji bo pêkanîna ramana diyariya xwe Ala diyar kir ku di çend rojên borî de li ser telefona xwe fêrî çêkirina barkodê bûye. Bi hevkariya Yasmîn El-Huyêhî karîbû gelek sêwiranên cihêreng çêbike da ku hevalên wan di rojbûna xwe de bi diyariyek tijî kod surprîz bike.
Ala Aşûr dibêje: "Barkod kodek bar e, wateya komek rêzikên dirêjahî an fireh e. Ew nûneriya optîkî ya daneyên ku ji hêla computer têne xwendin weke hejmar û tîpan e. Danasîna deverên fireh û valahiyên di navbera xetên paralel de ye. Em dikarin ji wan re sembol an barkodên yek-dîmenî bi nav bikin, ji ber di karê bazirganî de pir tê bikaranîn."
Ala Aşûr diyar kir ku ne malbata wê û ne ya hevala wê piştgirî nedane wan da ku vê pirojeyê bi pêş bixînin. Ev tişt jî hêla ku bêhtir xwe pêşbixin ji bo ku pirojeya xwe pêk bînin, Ji ber vê yekê gelek malper li ser medya civakî vekir û navê 'Barkoda bextê' lê kirin, her wiha propoganda li ser vê pirojeyê çêkirin û çawa civaka li Xeza wê pêşwazî bikin. Diyar kir ku ev rêbaza gihandina diyariyan ne nû ye û berê li welatên cûrbecûr hatiye bikar anîn û pejirandinek fireh bi dest xwe ve aniye.
Dema ku Ala Aşûr van gotinan lê zêde dike ji kêfan çavên wê dibiriqe: "Piştî çend demjimêran ji ragihand 'Barkoda bext', du daxwaz ji bo afirandina barkodek ji bo du diyariyên cihêreng min girt. Hingê min hest bi berjewendiya wan hewldanan kir ji ber ku ji projeya xwe yekem mîktara materyalê werdigirim."
Ala diyar kir ku reklama di rojên heyî de rawestandiye, ji ber ku amadekirina vekirina firoşgeha 'Barkoda bextê' dike. Ew jî bi alîkariya pêşandana xebata xwe ya berê ya amadekirina diyariyên cûrbecûr da ku hemî rêkeftin bi barkodek taybetî ya ku mêvan deşîfre dike ve werin girêdan.
Ala Aşûr kordînekirina vê diyariyê diqedîne da ku wê têxe refên firoşgehan û dibêje: "Ji ciwaniya xwe ve ez ji sazkirina diyariyan û xêzkirina li ser kaxezan hez dikim, lê ramana dikanek diyariyê tenê li Xeza têr nake. Ji ber ku dikanên di van mijaran de pisporin, ji bo wê divê tiştek cûda hebe ku mirov wê qebûl bikin."
Yasmîn El-huyêhî jî di wê baweriyê de ye ku derçûyî divê biçin projeyên taybetî bi ramanên nûjen ji xwe re ava bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Çi dibe bila bibe, divê her kes pirojeyên taybet ji bo xwe ava bikin da ku rêjeya xizaniyê kêm bibe. Her wiha pisporiya zanîngehê ji bo peydakirina kar ne merc e, lê belkî destpêka awayê fikirandina serxwebûnê û diyarkirina Çavkaniyek taybetî ya dahatê ku bi wî awayî drav dide, nemaze ji ber ku internêt û platformên elektronîkî mîna dibistanekê ne ku her tiştê ku kesek dixwaze lê fêr bibe heye.