Weqfa Kluba Jinên Filistînî derfetên nû ji bo xebatê ava dike

Weqfa Kluba Jinên Filistînî, bi kursên pîşeyî, ji bo jinên Filistînî derfetên nû yên kar ava dike, ji bo jin di warê aborî de serbixwe bin dixebite.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Weqfa Kluba Jinên Filistînî ji bo jin di warê aborî de bibin xwedî derfet û hêz bernameyên perwerdeya taybet li dar dixe û hewl dide bi wê yekê derfetên kar ên nû ji jinan re çêbike. Weqfa ku di sala 2019’an de hatiye avakirin, li Şerîdeya Xezayê di her warî de ji bo 140 jin û zarokên keç destekê dide.

Bi perwerdeyan jin behremendiyên xwe keşif dikin

Endama Lijneya Rêveber a Weqfê Doa Al-Bayed, diyar kir ku weqf ji bo afirandina mercên ku jin bikaribin li ser lingên xwe bisekinin dixebite û got: “Divê jin bibînin ku têra xwe dikin. Xizanî û bêkarî ji bo jinan zehmetiyan çêdikin.” Doa Al-Bayed da zanîn ku di bin banê weqfê de jin di warê pîşeyî wekî dirûtin, dekorasyon, grafîk de perwerde dibînin û wiha domand:

“Em li gorî pêdiviyên bazarê perwerde dikin. Perwerdeyên me sê meh didomin, hînî bingehên kar dibin. Hemû xebatkarên me jin in. Ev rewş ji aliyê malbatên xwedî zihnyeta baviksalar ve jî baş dibe. Ji ber ku hemû jinên ew malbat jî zarokên xwe dişînin. Sala ku me weqfê ava kir, ji ber bandora şewba koronayê em rastî astengiyên mezin hatin. Di warê aborî de jî em zehmetiyan dikşînin lê em vê yekê li pêşiya xebata ji bo îstîhdamkirina jinan asteng nabînin.”

‘Beşdariya kursan bixwebaweriyê çêkir’

Catherîne Baalousha ya ku tevli perwerdeyên pîşeyî yên weqfê bûye got ku ji ber sedemên malbatî nikaribûye perwerdeya xwe bidomîne lê bi beşdarbûna kusên weqfê behremendiyên xwe keşif kiriye û got: “Beşdariya kursan bixwebaweriya min zêde kir.”

‘Em êdî baştir bi zextên civakî re têdikoşin’

Tesnîm Abû Halîma ya endezyara zîraetê jî bal kişand ku ji dema beşdarî perwerdeyên weqfê bûye ve heta niha, li dijî zextan baştir têdikoşe. Tesnîm Abu Halîma diyar kir ku di ew perwerdeya dirûtin û dîzayna modayê jî dibîne û wiha domand: “Ez di cihê şaxan de tenê mehên zivistanê dikaribûm bixebitim. Di mehên din de bêkar dimam. Ji ber vê yekê beşdarî van kursan bûm, min xwest di warên din de bibim xwedî tecrube. Ez bi biryar im ku bigihîjim hedefa xwe, mercên xwe yên aborî baş bikim û debara malbata xwe bikim.”