Weqfa Jin a Mexmûrê ji bo jinan derfetên kar diafirîne

Weqfa Jin a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ku jinan di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin dike, bi projeyên cuda derfetên kar dide jinên wargehê.

Mexmûr - Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê ku di salên 90’î de ji ber zilma dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê bûn, di her warê ku lê bi cih bûne de sazîbûn û rêxistinbûna xwe ava kirine. Herî dawî dema li wargeha Mexmûrê bi cih dibin, dest bi avakirina saziyan kirin û rêxistinbûna xwe çêkirin. Yek ji saziyên hatine avakirin jî Weqfa Jin e. Weqfa Jin ya wargeha Mexmûr di sala 2002’an de hatiye avakirin. Weqfa jinan a ku ji sala 2002’an ve di meriyetê de ye, ji bo jinan derfetên kar bi pêş dixe. Di bingeha saziyê de beşên wek dibistan, dirûnxane, çand, atolyeyên karên dest û wêne cih digrin. Di wan beşan de jî herî zêde jin cihê xwe digrin û kar dikin.

3 dewreyên perwerdê yê dirûtinê hat vekirin

Armanca Weqfa Jin ew e ku jinan di hemû aliyan de bi rêxistin bike, ji bo jinên ku pirsgirêkên wan hene çareseriyan bibîne û ji bo ku jin bikaribin hêza xwe bibînin û nas bikin derfetên kar dide wan. Girêdayî wê salane di hemû beşan de perwerdeyan li dar dixe. Di nava sala 2023’an de 3 dewreyên perwerdeya dirûtinê da destpêkirin. Gelek jinên wargehê beşdarî dewreyê bûn û xwe di aliyê dirûtinê de bi pêş xistin. Her wiha Weqfa Jinê hem ji bo pêşxistin hem jî belavkirina çanda Kurdî projeyan pêşkêş dike û bi welatên derve re dikeve nava pêwendiyan.

Herî dawî ji aliyê jinên Kurd ên li Danîmarkayê ve projeyek pêşkêşî Weqfa Jin ya li wargeha Mexmûrê hat kirin. Di vê projeyê de 16 jinên ku di dewreyên perwerdeyên dirûtinê de xwe bi pêş xistine cih digrin. Hinek jin li dirûnxanê, hinek jî ji ber nebûna derfetan di malên xwe de kar dikin. Armanc bi projeyê ew e ku çanda Kurdî li welatên ji derve re bidin nasîn, nedin jibîrkirin, dewlemendiya wê bidin nîşandan û her wiha ji bo jinên li wargeha Mexmûrê jî bibe alîkariyek di pêşxistina daxwaza jinan a ji çanda Kurdî re. Jinên ku beşdarî projeyê bûne cil û bergên Kurdî yên herêmên cuda, êlekên ku ji şelemeyên Kurdî tên çêkirin, şûtik, kefiyên koçerî û hwd. çêdikin.

‘Ji bo ku çanda Kurdî neyê jibîrkirin me proje bi pêş xistin’

Qîmet Kilinç ku mamosteya weqfê ye diyar kir ku ji bo çanda Kurdî zindî bihêlin bi welatên ji derveyî Kurdistanê re di nava pêwendiyan de ne û ji bo vê projeyên curbecur bi pêşdixin û got: “Me di nava vê salê de gelek dewreyên perwerdeyê dane destpêkirin.  Bi taybetî jî girêdayî dirûnxaneyê me sê dewre dabûn destpêkirin. Girêdayî van perwerdeyan me gelek proje jî bi pêş xistin û me ji cihên pêwendîdar re şandine. Me ji navendên ku bi rêxistinkirina jinan re mijûl dibin û bi jinan re eleqedar dibin re şandine. Di nava van projeyan de ev projeya me hat qebûlkirin. Bi vê projeyê bi taybetî ji derve wek welatên Ewropayê ji bo ku çanda Kurdî neyê jibîrkirin em karê xwe dikin. Di heman demê de jî jinên ku li wan cihan, dixwazin çanda Kurdî neyê windakirin xwe berpirsyar dîtine û projeyek wiha pêşkêş kirine û ji me re şandine.”

‘Hedefa me ew e ku em zêdetir bi jinan re bibin alîkar’

Qîmet Kilinç di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku armanca sereke ya Weqfa Jinê ya wargehê ew e ku jinan bi rêxistin bikin û beşdarî civaka xwe bikin û wiha got: “Li ser vê esasê me jî proje pejirand û dest pê kir. Nêzî 16 jin di vê projeyê de cih digrin. Armanc ew e ku em bi van jinan re di aliyê aborî, civakî û derûnî de bibin alîkar. Nêzî 150 cilên çanda Kurdî hatine dirûtin, ev cil jî yên herêmên cuda cuda ne. Piştî ku me karê xwe bi dawî kir em ê ji cihên pêwîst re ku proje pêşkêşî me kirin re bişînin. Dema ku mirov ji Kurdistanê derdikeve bixwazî nexwazî di aliyê ziman û çandî de bandorek çêdibe. Wan jî li ser vî esasî proje pêşkêşî me kir û daxwaza wan a sereke ew e ku cil û bergên çanda Kurdî, ziman û çanda Kurdî neyê jibîrkirin. Ger karê me bê pejirandin û baş derbas bibe wê mehane ev kar berdewam bike ango projeyek demdirêj e. Hedefa me ew e ku em zêdetir bi jinan re bibin alîkar.”

‘Ji ber rêgiriya heyî bi qasî em dixwazin karê me aktîf nabe’

Qîmet Kilinç di dawiya axaftina xwe anî ziman ku di beşên din ên Weqfa Jin de projeyên cuda jî bi  pêş dixin û got: “Beşên Weqfê yên cuda hene, girêdayî van beşan jî gelek projeyên me yên cuda hene û me pêşkêş kirine. Di aliyê atolye, hunerên dest, tenduristî û yên din de me proje amade kirine û li ser van projeyan xebat hene. Di salên dawî de ji ber rêgiriya heyî bi qasî me xwest karê me aktîf nebû. Me îsal hedefek da pêşiya xwe ji bo em van pirsgirêkên heyî hemû derbas bikin. Herî zêde jî me hewl daye em serlêdanên navneteweyî bikin da ku Weqfa jin bidin qebûlkirin û kar û xebatên wê bidin nasîn.”

‘Em hewl didin hemû daxwazên jinan bi cih bînin’

Dersîm Nayir ku yek ji jinên ciwan ên di projeyê de cih digre ye jî wiha got: “Di van mehên dawî de Weqfa Jin perwerdeyek dirûtinê da destpêkirin, ez jî beşdar bûm. Me di wan mehan de perwerdeya dirûtin û qetandinê dîtin. Di encama sekeftina karê xwe de em wek endamek Weqfê niha kar dikin. Em niha cil û bergên Kurdewar ên jinan çêdikin, ev cil ji herêmên cuda yên Kurdistanê pêk tên. Her wiha ji derve jî çi cil werin xwestin em çêdikin û hewl didin daxwazan bi cih bînin.”

Dersîm Nayir di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û got: “Jinên ciwan divê di hemu warî de xwe bi rêxistin bikin û bi pêş bixin. Bêyî ku ji kesek din alîkariyê bixwazin divê bi xwe karê xwe bikin û xwe birêve bibin. Dikarin di çand, huner, berhemên bi dest tên çêkirin, wêne û cilên çanda Kurdî ango dikarin di hemu aliyan de xwe bi pêş bixin.”