Rêxistina jinan Mama Kaş
Rêxistina MAMA KAŞ a navneteweyî ji bo pêşdebirina kêrhatin û afirêneriyên jinan xwedî roleke sereke ye.
Navenda Nûçeyan - Şeş jinên bi navê Mercan Saks, Dolêz Karakman, Batî Silcirz, Tanya Liyo, Welîde Van û Dan Birok sala 1984’an li Holandayê rêxistina Mama Kaş avakirin. Despêkê bi navê dewlemendiya domdar (De Erfdocheters) tê nasîn. 118 rêxistinên jinan bi qasî 4,3 miliyon euro alîkariya wê kirine. Serkeftina vê rêxistinê hêlaye nîşan daye ku jin dikarin xebatên xweser bidim meşandin û biserbixin. Armanca wê ewe ku alîkarî di aliyê siyasî û aborî de bidin jinan û kesên ji xwe dur ketine. Rexne li sîstema heyî dikin û ji bo ji nû ve zagon bên destgirtin têkoşînê dikin. Ji bo rakirina newekheviya zayendiya di nava civakê de heyî ketiye nava hewildanan û gelek jin ji tengaviyên heyî xelas kiriye.