Qeyrana aborî ya tê jiyîn di asta jor de bandorek neyînî li ser jiyana hemwelatiyan dike

Ji ber şerê ku li tevahî cîhanê û bi taybetî jî weke navend li Rojhilata Navîn tê meşandin, tevahî cîhan û bi taybetî welatên li Rojhilata Navîn di nav qeyraner pir mezin a aboriyê dijîn. Yek ji wan welatan jî Îran e.

HÎMA RAD

Sine – Li bajarên Îranê ku gel di nav qeyrana aboriyê de di nav şert û mercên giran a jiyanê de neçarî serî li rê û rêbazên pêkanîna debara xwe ya jiyanî dide, li ser riyên giştî yên bajaran firotina hîn amuran bûye diyardeyek asayî ya rojane. Ew kêsên ku li ser riyan tiştan difiroşin jî xwedî malbat û kesûkar in. Lê belê ji ber dewlet û hikumet di rewşa jiyana asayî de bê pilan e kesên hejar neçar dimînin li ser cedeyan ji bo dahata jiyana xwe kilînîks, av, gul û hwd bifiroşin.

Hikumet girîngî nade rewşa heyî

Pirsgirêka aborî ya Îranê wisa li xelkê kiriye ku girigî û hevsozê hevdû nebin û alîkariya hevdû neyê kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û dabînkirina jiyanê hikumet hewil nadin yan jî ji aliyê hikumetê ve ji bo çareserkirina van pirsgirêkan giringî nayê dayîn.

Qeyrana alozî ya li Îranê tê jiyîn herî zêde jî bandora xwe li ser jin û zarokan dike. Lewra jinên ku bi neçar dimînin ku li ser riyên sereke amûran bifroşin û ji bo vê yekê jiyana xwe dixin xeteriyê.

Bi xeberdana koma bi navê Besic, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, zarok, ciwan, jin û mêr dibîne ku li bendê ne heta ku paketek kilinîks ji bo jiyana xwe dabîn bikin difiroşin.

Bê cûdahiya temen li çar riyana karê firotina tiştan dikin

Ajansa me ji wan jinên ku rojane li ser cedan kilinîs difiroşin pirsî ku gelo firotina kilinîksan dahata jiyana we dabîn dike?

Yek ji wan jinan ku nexwest navê xwe bide li gel dû zarokên xwe di çar riyanê de kilîniksan difiroşin û keça wê ya dû-sê salî ber bi otomobîlan ve diçe daxwaz dikin ku kilinîsekê bikirin wiha dibêje: “Dû zarokên min hene tu derfetê me nîne, ev sê mehe me kiriya malê nedaye, gelek pirsgirêkên min bi xwe jî heye û zaroka min nexweş e, zarokek min kar dike divê em dahata jiyana xwe dabîn bikin.”

Ciwanek din ku li ser çar riyanê gulan di firoşe wiha got: “Ev kare têra jiyana me nake, yek kilo birinc bûye yek milyon tumen, bi firotina kilinîksekê 50-50 tumen çawa emê bikarin jiyana xwe ya rojane dabîn bikin, ji ber rewşa malbatê min nekarî bixwînim, lê belê gelek dixwazim bixwînim, ger ez bixwînim wê kî ji malbata min re kar bike.”

Jinek din dibêje: “Bi firotina kilînisan ez jiyana xwe dabîn dikim, ji ber tu dahatek din ya me nîne. Perê min nîne malekê bigrim, ez li mala birayê xwe jiyan dikim û min zarok hene. Ev 10-15 sale ji derveme hemû dizanin bê serperştime kesek alîkariya min nake.”

Zarokek dibêje: “Rojane bayê 20-30 hezaran kar dikim û didim dayika xwe ji bo malbata me jiyan bike, ez dixwînim li pola şeşame.”