Projeya Gula Buharê guhertina hişmendî û rêgirtina li ber krîza aborî ye

Bi armanca şikandina zîhniyeta mêrê serdest “Şawîş” û ji bo rêgirtina li pêşiya krîza aborî projeya “Gula Buharê” bi keda jinan hatiye pêşxistin.

RONÎDA HACÎ
 
Hesekê-Di civakê de pêşxistina xebatên koperatîfan pir girîng e, ji ber rihekî hevbeş dûrî berjewendiyên kesayetî dide avakirin. Li hemberî krîza Aborî ya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibe,  xebatên pêşxistina koperatîfan bersiva herî guncav e. Li aliyê din ji bo parastina ked û mafên jinan projeyên koperatîfan ên xweser hatine pêşxistin, ev yek jî esas e ji bo avakirina civakeke azad û wekhev. 
Komîteya Jin a Yekitiya Kooperatîfan li bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Projeya “Gula Buharê” ya çandina sebzeyên havînê li gundê Qebir Amir ê girêdayî Bajarê Hesekê pêş xistiye. Di vê projeyê de 25 jin kar dikin. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Jin a Yekitiya Koperatîfan li bajarê Hesekê Cîhan Ferho armanca vekirina projeye anî ziman û bi mere parve kir. 
“Pêşxistina Xebatê Koperatîfan rê li ber krîzên aborî digre”
 
Cîhan Ferho behsa projeya Gula Buharê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Projeya Gula Buharê li ser daxwazên jinan hatiye pêşxistin, hejmara jinên tê de dixebitin 25 e. Di vê projeye de hemû cureyên zebzeyên havînê weke bacanên sor, bacanên reş, îsot, milûxî, xiyar, bamî, dendik  û gelek cureyên din me çandine. Bi giştî erda bexçeyê me 32 donim e. Me jinan bi xwe di nav bexçeyê xwe de bîra avê kolan û jê şînkahiyên xwe ava didin. Di vê xebata me de berjewendiyên kesayetî tune ye, hemû jin li kêleka hev dixebitin. Ruhekî hezkirin, baldarî û wekheviyê me di nav xwe de ava kiriye. Her kes dizane herêma me di krîzeke aborî re derbas dibe, ji bo em bikaribin rê li ber vê krîzê bigrin û alîkariyê ji civaka xwe re pêşkêş bikin me ev proje bi pêş xist. Armanc pê dîtina çareseriyeke bingehîn ji vê krîza aborî re, a din jî derfetên kar bêtir li pêşiya jinan tên vekirin.”
Guherîna zîhniyeta mêrê serdest bi pêşxistina aboriya jinan re 
Cîhan bal kişand ser rengên desthilatdariya mêrê serdest li dijî keda jinan û wiha pêde çû: “Di civaka me de hemû xebatên bi destên jinan dihatin pêşxistin di bin serweriya mêr de bûn û di demên berê de jê re digotin ‘şawîş’ wateya wê jî xwediyê ked û erdê. Di wan deman de heq destên jinan dihat xwarin û bi rêbaziyên hişk desthilatdariya xwe ser wan didan meşandin. Îro em dixwazin bi pêşxistina van koperatîfan van rengan di civakê de hilweşînin û keda jinan vegerînin destê wan. Jin bi xwe berxçeyên xwe diçînin, av didin û berhemên xwe radikin. Berhemên vê projeyê dibe malê hemû jinan, ji ber jin xwediyên vê kedê ne. Em ê hemû derfetên xwe bikin xizmeta jinan û di demên pêş de projeyên xwe firehtir bikin.”
Berhemên keda jinan
Jina bi navê Wedha Mehmûd Xelef yek ji xebtkara projeya “Gula Buharê” der barê beşdarbûna xwe ji vê projeyê re ev tişt got: “Em rojane tên nava bexçe, me bi keda destên xwe çandiye, av daye û derman kiriye. Bi rastî em alîkariye Komîteya Jinan a koperatîfan ji bîr nakin. Ya herî xweş û balkêş ew e ku em ji desthilatdariya Şawîş xelas bûn, îro em bi rehetî, hezkirin kar û xebatê xwe dikin tu kes jî nikare keda me bixwe. Em ê bi keda destên xwe projeya Gula Buharê bi ser bixin.”