Piştî salên dirêj weke cotkarekê vegeriya gûndê xwe
Mensucat Ozturk a li gûndê xwe yê li quntarên Çiyayê Andok a di sala 1993’an de hatibû şewitandin dijî, ji ber nebûna kerabe û avê mehên zivistanê nikare li mala xwe bimîne.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mûş - Bi germbûna hewayê re gelek welatiyên li gundên herêmê dijîn derketin zozanan. Herêma Zozanê Şênê ya sala borî bi biryara Wezareta Karê Hindûr ji Pasûr a Amedê hatibû girtin û li ser sînorên Mûşê hatibû zêdekirin, hem gûzergeha koçeran e hem jî yên cotkarên ku wek xwecihî tevahiya havînê li wir dimînin e. Mensucat Ozturk ku gundê wê ya li quntara Çiyayê Andokê di sala 1993’an de bi şewitandina gundan re hat tune kirin, havînê bi xaniya ku çêkiriye li zozanê dimîne û şivaniyê dike. Mensucat Ozturk a diyar kir ku zivistanê ji ber qutbûna kerabe û avê nikarin li gundê xwe bimînin, dibêje hem karê xwe dikin hem jî xwedî li axên xwe derdikevin.
Piştî salên dirêj vegeriya gundê xwe yê hatibû şewitandin
Mensucat Ozturk a diyar kir ji ber bûyerên sala 1993'an neçar mane ji gundê xwe yê li quntara Çiyayê Andokê qut bibe û da zanîn ku ew li gundê xwe yê ku piştî demeke kurt vegeriyaye, tenê malek ava kiriye. Mensucat Ozturk, anî ziman ew li Şênê ku li quntara çiyê cih digre ajalan xwedî dikin û bi mala ku çêkirine re her havînan tên zozanê, şivantiyê dike.
“Dewlet kerabe û av nade me”
Mensucat Ozturk a her havîn tê gundê xwe yê hatibû şewitandin û şivantiyê dike, diyar dike ku li zozanê di warê kerabe û avê de gelek pirsgirêkan dijîn. Mensucat Ozturk a got tevî bi salan e daxwaz dikin jî ne kerabe û ne jî av ji zozanê re nayê dayîn, da zanîn ku ew pêwîstiya avê ya xaniyên xwe bi kişandina avê ya ji çemê dabîn dikin.
“Ez ji axa xwe pir hez dikim“
Mensucat Ozturk a diyar kir li zozana ku di serê meha Nîsanê de diçin heta meha Cotmehê dimînin, axaftina xwe wiha domand: “Em tên ser axa xwe hem çandinî ya xwe dikin hem jî giyanên xwe kom dikin. Em di meha Cotmehê de jî vedigerin gundê xwe. Ava me tune, ger av û kerabe me hebe em ê zivistanê jî li vir bimînin û qet neçin. Dewlet kerabe û av nade me. Xaniyê me heye, lê destûr nadin em xaniyek nû ava bikin. Av heye lê naynin. Em bi xwe avê dikşînin û tînin malê. Em bi ava ku tînin re penîr û rûn çêdikin. Ez jî li vir li ajalan dinêrim û çiya bi çiya wan digerim. Ez karê xwe jî axa xwe jî pir hez dikim.”
“Em bêyî hewcedariya kesekî dixebitin"
Mensucat Ozturk diyar kir erdên ku lê şivantî dike û ked dide ew ê carek din neterikîne û wiha got: “Em ê dest ji axa xwe û çiyayên xwe bernedin. Gorên hemû malbata min li vir e. Min dev ji vê derê berneda, ji min pê ve kes venegeriya. Ger ji destê min hatiba, ez zivistanê jî nediçûm. Dewlet berî me jî bide, em ê qet neçin. Di sala 1993’an de gundê me xera kir, em bi salan li cihên din man, lê em vegeriyan. Ev der ji bajêr xweştir e. Hewayê li vir xweş e, em şivantiya ajalên xwe jî dikin. Em naçin li gel mirovan di tekstîlan de bi mûçeyan naxebitin. Em karê xwe dikin. Em naxwazin li gel kesî bixebitin.”