Pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo hate despêkirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê û li gel Hevrêziya bi Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re bi dirûşma "Ji pîşesaziya ekelojîk ber bi xwetêrkirinê ve" pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dan despêkirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê û li gel Hevrêziya bi Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re bi dirûşma "Ji pîşesaziya ekelojîk ber bi xwetêrkirinê ve"  pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî li Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dan despêkirin.
Qamişlo – Her sal pêşengeha pîşeyê ya berhemên xwecihî li bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê despêkirin û Desteya Aborî, Bazirganî û Pîşesaziyên bi berhemên xwe yên cuda beşdarî pêşengehê dibin. Îro bi dirûşma "Ji pêşesaziya ekelojîk ber bi xwetêrkirinê ve" Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê û li gel Hevrêziya bi Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re, pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî bi beşdarbûna saziyên sivîl û rêveberiya xweser destpêkir. Pêşengeh li stadyûma Kilasîko ya bajarê Qamişlo hate li dar xisitin. Her wiha 60 pîşeyên xwecihî ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi berhemên xwe beşdarî pêşengehê bûn. Her wiha dê pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî dê sê rojan dom bike.
"Bi aboriyek civakî û xwecihî li pêşxistina berhemên di herêman de"
Pêşengeh ji aliyê dayika Şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa ve hate vekirin. Paşê Hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif pêşengeh pîroz kir û got: "Li ser navê Kantona Qamişlo ji bo hemû hevalên ku ked dayin û ev pêşengeh li dar xistin em sipasiya wan dikin. Di riya vê pêşengehê de em bikaribin ji civaka xwe re bidine diyar kirin ku gelê me yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke mezin dane meşandin û di nava şoreşê de jî ji bo sîstem û aboriyek rast ji berhemên ax û keda xwe aboriyek xurt da avakirin. Her wiha bi van berheman em dikarin rê li pêşiya desthilatdariya ku li ser aborî û bazirganiya me tê meşandin bisekinin û em bi aboriyek civakî û xwecihî bikaribin berhemên xwe yê hundir li pêş bixin. Em bikaribin bi hev re aboriyek çavê wî ne ji derve û aboriyek ku xwe bi xwe aboriya xwe xurt bike, bidin avakirin."
"Bi armanca piştgirtiya berhemên hundir yên civakê pêşengeh hat despêkirin"
Her wiha Endama Komîteya Aborî ya kantona Cizîrê Jînda Elî derbarê pêşengehê de ji me re axivî û got: "Pêşengeha destpêkê ji bo hemû kargehên pîşesazî yên herêma Cizîrê di sala 2019’an de li Qamişlo û Hesekê hate li dar xistin. Sala borî ji ber şewba vîrûsa Korona me nedikarî pêşengeha xwe li dar bixin. Ev nêzî mehekê ye ku em amadekirina pêşengehê dikin, hemû kargehên pîşesazî yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi berhemên xwe yên paqijî, konserva, şêrîngeh, elektrîk, cil, karên li ser destan û hemû kargehên bazirganî beşdarî vê pêşengehê bûne. Armanca me ji vê pêşengehê ewe ku em bikaribin piştgirtiya hemû berhemên hundir yên civakê bikin. Her wiha em bikaribin baweriya xwe bi xwe bînin, ji ber ku her kes dizane em xwedî erdekê dewlemendin, pêwîste hîn bêhtir xwedî li berhemên xwe derkevin. Pêwîste gelê me piştgirtiya van pîşesaziyan bikin da ku hemû berhemên me ji axa me be."