Pêşangeha Tezkar a hunerên destan bi dehan projeyan di nava xwe de dihewîne

Di van şert û mercên dijwar ên aborî de li Xezayê, jina bi navê Dîma Şaşaa, xwediya projeya "Tezkar", bi avakirina projeyk taybet ji xwe re bi riya sazkirina karsaziyek ji diyariyên bîranîn û karên destan xewn û hêviyên xwe pêk anî.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Gerokek di dikana bi navê "Tezkar" de dikare hemû tiştên bîranînê ku hewce dikin peyda bike, hin karên destan, hunera xalî, resim û wêneyên çapkirî yên bi kalîte hene, zêdebarî bûkelên ku ji qumaş hatine çêkirin û karên din ên destan jî hene.

Fikra projeya "Tezkar" di hişê Dîma Şaşaa de di sala 2009'an de dema ku wê li ser camê xêz dikir û dûre rengîn dikir, derket. Li gorî ku wê ji me re got, xewna wê ew bû ku kargehek ji bo bîranînên curbecur ava bike lê wê tercîh kir ku dest bi xêzkirina li ser camê bike, ji ber ku kesek pispor di wî celebê hunera destan de tune bû. Bi rastî, ew hilberînerek xerîb bû lê ji hêla gelek kesan ve, nemaze seyrankaran ve baş hat pêşwazîkirin.

Bi diravek hindik dest bi projeya xwe kir

Dîma Şaşaa tîne ziman  ku  bi diravek hindik, dest bi projeya "Tezkar" kiriye û xwestiye hejmareke sînorkirî ya hilberîneran nîşan bide ji bo ku asta pejirandina xerîdar ji wan bibîne ji bo ku diyar bibe ka ew ê temam bibin an na.

Dîma Şaşaa diyar kir ku pêşveçûna projeyê bilez bû û wê dikaribû bi dehan perçeyan çêbike û di demek nêz de bifiroşe. Berhemên wê yên destan di quncikên li otêlek Xezayê de hatin firotin û got ku êdî berhemên xwe li çend xalên firotanê yên Xezayê bi cih kirine lê dîtiye ku mijar tu sûdê nade û divê kargeha xwe ya taybet veke.

Ji bo ku cihê were dîtin cihê xwe kir dûre li ser riya sereke vekir

Di destpêkê de, Dîma Şaşaa navenda xwe di apartmanek li Xezayê de vekir lê dît ku pirsgirêk çareser nebûye û neçar e li riya sereke cihekî bibîne ku xerîdar bi hêsanî bigihîjin. Dema ku ew li cîhê xwe yê nû bi cih bûye, dest bi kişandina projeyên firotina serhêl kir da ku berhemên xwe di pêşangeha xwe de nîşan bide, ji ber vê yekê wê nêzî 25 projeyên têkildarî hunerên destan li cihekî kom kir.

Dîma Şaşaa di dema têkiliya xwe ya bi van keçên pêşeng re, dît ku xwediyên karên destan in hewce ye ku derçûyên Fakulteya Hunerê bin. Mamosteya matematîkê Rafida El-Qaisi hebû lê wê hewesa xwe ji hunera xaliyê re dît û projeyên ku ji yekê zêdetir taybetmendiyan dihewîne hene. Wek derzî û têl ku xwediya wan Amanî El-Şerqawî ye, di sêwirandina cil û berg û xemlandinê de pispor e.

Dîma Şaşaa anî ziman ku di projeya "Tezkar" de keç ji bo berhemanîna heman berhemê hevrikiyê nakin, yên ku ramanê pêşkêş dikin mafê wan e pêşîn heye ku li ser bixebitin û ramanên mayî yên mîna hev tê redkirin, ji bo daxwaz li ser hilberekî taybet nesekine.

Ji bo ku cîhan berhemên Filistînê bibîne hewl dide tevli pêşangehên li derveyî Xezayê bibe

Dîma Şaşaa hewl dide dirav ji bo projeya xwe bikşîne lê piraniya hewldanên wê bi ser neketin lewre ew bi tevahî girêdayî fînansekirina kesane bû. Her wiha hewl dide beşdarî pêşangehên li derveyî Xezayê bibe ji bo ku cîhan berhemên destan ên Filistînê bibîne û bal kişand ku ew van karên destan bi riya xalên lihevkirî yên firotanê digihîjne hemî welatên cîhanê.

Der barê rêjeya qezencê de Dîma Şaşaa dibêje ku ew projeya xwe berdewam dike ji bo piştgirîkirina keçên ciwan ên din û ji bo berdewamkirina hewldanên xwe ji bo ku projeya xwe ber bi qonaxeke baştir ve biçe di van şert û mercên dijwar ên aborî li Xezayê. Ew her gav hewl dide projeya xwe bi riya rûpelên li ser malperên tora civakî û pêşangehên herêmî bifiroşe da ku "Tezkar" bimîne ku bîranînên xweş di hişê xerîdaran de bihêle.