Pêlîstikên zarokan ên renga reng di pêşangeha Mîr de ne

Emel Izêd li Hesekê ji bo kêfxweşiya zarokan pêşangeha pêlîstikan vekiriye.

AYA OSMAN 
Hesekê – Ji jinên hewildidin ji bo pêdiviyên mal û zarokên xwe çavkaniyek debarê peyîda bikin Emel Izêd li taxa Miftiya bajarê Hesekê pêşangehek a pêlîstikên zarokan bi navê Pêşangeha Mîr vekiriye. Emel hem kêfa zarokan tîne hem jî bi dahata ku ji pêşangehê digire kêfa zarokên xwe tîne. 
Emel ji bo karê xwe yê bi dildarî dike wiha dibêje: “Min ji bo kêfxweşiya zarokan vê pêşangehê vekir. Her ku yek tê pêlîstikek ji van diyarî ji bo zarokan digire kêfa min tê, ji ber ez dizanim dê bi wê dilê zarokekê xweş bike. Ji seyare, biskilêt, nidare heta mercuheyê zarokan min rengareng pêlîstik anîne û her ku diçe hinekdinê lê zêde dikim. Ez bihêvîbim zarokên tên vêder bi ru kenîn ji pêşngeha min derkevin.”