Oyku Çakmak: Bi hêza ku ji polîtîkaya bêcezatiyê digrin, jinan qetil dikin
Parêzer Oyku Çakmak, diyar kir ku mêrên erkdarên cemaweriyê him xwe dispêrin polîtîkayên bêcezatiyê û him jî bi hêza qada ku lê hatiye erkdarkirin bi awayekî bêfikar jinan qetil dikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di hefteya dawî de li bajarên cuda yên herêmê 5 jin hatin qetilkirin. Yek ji kiryarên qetlîaman cerdevanek bû, yek Serokê Tevgera Ocaxên Taybet e û yek jî erkdarê cemaweriyê bû. Di bûyerên qetlîamên jinan de bi qasî ku bûyîna erkdarên cemaweriyê ya kiryaran balê dikşîne, navenda mafên jinan a 19 baroyan ku komkujiyên pergalî yên tên jiyîn xistin rojeva xwe, daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ew ê bibin şopdarên hiqûqî ya pêvajoyê. Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Parêzer Oyku Çakmak, diyar kir ku ev xala hevpar a di qetlîamên jinan de tê dîtin ne tesaduf e û da zanîn ku van kesan ji rêveberiya dij-demokratîk û polîtîkaya bêcezatiyê hêz digrin û bê tirs cînayetan pêk tînin.
"Em pêvajoya hiqûqî ji nêz ve dişopînin"
Oyku Çakmak, anî ziman ku li herêmê tundiya li ser jinê û bûyerên cînayetên jinan di salên dawî de asta xwe ya herî jor jiyan dike û diyar kir ku wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê hewl didin mekanîzmayên hiqûqî yên pêwîst ji bo pêkhatina şert û garantiyê ji bo jiyanek bê tundûtûjiyê peyda bikin. Oyku Çakmak ku tercûbeyên xwe yên di salên dawî de ji dosyayên jinan girtine parve kir, anî ziman ku kiryaran di dosyayên tundûtûjiyê de pêvajoya hiqûqî ji nêz ve dişopînin. Oyku Çakmak anî ziman ku kiryar bi biryar û pêkanînên ku ji van dosyeyan derketine, ji pasîfbûna darazê ya di dosyeyên tundiyê de hêz digrin û diyar kir ku ew di her kêliyê de bi vê rewşê re rû bi rû dimînin.
“Mêran cezayên tên dayîn bi bandor nabînin”
Oyku Çakmak derbarê mijarê de cih da van gotinan: “Ji ber ku dema mêrêk çalakiya tundiyê pêk tinê, encama lêpirsîna edlî-îdarî ya ku derbarê wî tê meşandin bi bandor nabîne. Kiryar ji pasîfbûna darazê hêz digrin. Taybet di pêvajoya dawî de him betalkirina Peymana Stenbolê, him jî zimanê mêr yê siyaset û burokrasiyê û hedefkirina destkeftiyên jinan ji aliyê kesên ku ji wekheviya jin-mêr bawer nakin, jinan wek asta duyem dibînin, çend mînakên ku hêzê dide kiryarên potansiyel ên tundiye. Her wiha ger kiryar kesên ku hêza kamûyê bikar tînin bin, kiryaran li pêşberî qanûn û dadweriyê xwe bi hêztir hîs dikin. Her çend ne tenê kesek di saziyek fermî de kar dike jî, kesên ku di nav hinek pêkhateyên paramîlîter, komên çete û rêxistinên bi vî rengî de hatine birêxistinkirin, dikarin ji qada ku lê ne, cesaretê bistînin.”
“Cînayeta jinan polîtîk e”
Oyku Çakmak destnîşan kir ku kuştinên jinan yên tên jiyîn bi qasî ku polîtîk e, heman demê bi pirsgirêka Kurd re jî girêdayî ye ûmînaka Sakîne Kultur a li Silopiyayê ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve hat qetilkirin da. Oyku Çakmak van gotinan bikaranî: “Di van demên dawîn de em bûne şahid ku kesên hêza kamûyê bi kar tînin, bi bêfikarane û bê tirs sûcan pêktînin û jinan qetil dikin. Komara Tirkiyeyê dewletek e ku di warê felsefeya damezrandina xwe de li ser yekperestiyê hatiye avakirin. Li ser pergalekê Tirkbûn, mêranî û tenê misilmanbûyinê tê esas girtin hatiye avakirin. Maf û azadiyên komên din ên weke jin, Kurd û Elewî ku hêmanên sereke yên welat in nehate şopandin, perwerde, xizmetên darazê û xizmetên giştî li gorî van hêmanên damezrandinê hat avakirin. Ji ber vê yekê bi demê re li welat têgihiştineke baviksalarî, bi motîvasyona netewperestî perwerde bûye, diçe askeriyê û têgihîştina civakî ya xizmeta kamûyê dimeşîne bi cih bû.”
"Kiryarên jinan cezayê pêwîst nagrin"
Oyku Çakmak a ku nirxwandina “Kiryarên tundiyên ku ji aliyê dewletê ve tên çekdarkirin, hêza kamûye bikartînin û di van sazî û dezgehên de dixebitin, ji desthilatdariya antî-demokratîk a welat, zirxên bêcezatiyê û van şêwazên xebatê yên ne rewa hêz digrin û bêtirs cînayetan pêk bînin” kir, balkişand ku her çend erkdarên cemaweriyê li herêmê kiryarên gelek sûcan e jî, cezayên pêwîst nagrin.
“Mêran bi bawerkirina hêza li qada ku lê hatiye erkdarkirin jinan qetil dikin”
Oyku Çakmak wiha axivî: “Mûsa Orhan û gelek erkdarên fermî yên cemaweriyê mîna wî li herêmê dibin kiryarên destdirêjiya zayendî û îstîsmara zayendî, an jî wek di pêvajoya dawî de Îbrahîm Barkîn dikarê bi hêza xwe ya li qada ku lê hatiye erkdar kirin bi awayekî bêfikarane jinek qetil dike. Li dewletên ku ne xwedî nêzîkatiyeke rêveberiya şefaf û demokratîk in, taybet bi sedemên rêxistinên neqanûnî û paramîlîter wek dewletekê tevgerkirin û her çiqas nerewa be jî hêza kamûyê bikar tînin re mêrên ku li van herêman tên birêxistin kirin, hin bi hêsanîtir tevlî sûcan dibin û dibin kiryarên jinan. Bi rastî jî ev taybetmendiya hevpar a kiryarên cinayetên jinan yên herî dawî li herêmê hat jiyîn bû.”
“Wek KHM’yan hatina me ya li gel hev qonaxek giring e”
Oyku Çakmak diyar kir ku wekî navendên mafên jinan ên 19 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kir ku ew ê li dijî zêdebûna komkujiyên li ser jinan pêvajoyê bişopînin û wiha axivî: “Em wek KHM’yên herêmê di warê zêdebûna cînayetên jinan ên pêvajoyên herî dawî hatina li gel hev gavek pir girîng dibînin. Heta îro hewildanên me yên bi vî rengî pêkhati bûn. Yek ji daxuyaniyên me yên ku me ev yekitî di asta herî jor de pêk anî, bûyerên tundiyê yên pêvajoyên herî dawî bû. Me daxuyaniyekê ku sedemên van cînayetan, destê nexuya yên desthilatdariya siyasî li ser van cînayetan ku em hemû pê dizanin û asta ev rewşa şirîkbûna van sûcan îfade dike da. Em ê di heyama pêş de jî vê hevkarî û şirîkbûne bidomînin.”