Nurcan Bulut ku hunera têlkarî bi pêş dixe armanc dike atolyeyek veke

Nurcan Bulut bi pêşxistina hunera xwe ya têlkariya ku perwerdeya wê dît dixwaze atolyeyê veke û diyar kir ku hunera ku jêhatîbûn û sebreke mezin dixwaze bûye pîşeya wê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdin – Têlkarî ku hunera zîvsaziyê bi têlên zîv ên zirav li hev tîne derdikeve holê, bi huner û destên jinan zindî dibe. Ev şaxê hunerê ku li Rojhilata Navîn derketiye holê, di demeke kurt de li gelek herêman belav bû. Ev şaxê hunerê ku îro jî li Mêrdîn û navçeyên wê çêkirina xwe didomîne, bi honandina du yan jî zêdetir têlan derdikeve holê. Di van demên dawî de, jin li ser têlkariya ku sebr û jêhatîbûnek mezin dixwaze, pir meraq dikin. Li Mêrdînê ku mamosteyên jin ên têlkariyê zêde dibin, jin bi vekirina atolyeyên xwe dixebitin. Nurcan Bulut a ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi perwerdeyê kir û heta asta hostatiyê bilind bû, anî ziman hunera ji ber meraqê dest pê kiriye bûye pîşeya wê. Nurcan Bulut a li navçeya Midyadê dijî û zînetên ji têlkariyê tên çêkirin dibîne, bala wê dikşîne ser vê hunerê, 3 sal in ji bo çêkirina têlkariyê perwerde dibîne.

“Pîşeya têlkariyê sebrê dixwaze”

Nurcan Bulut a ku ewil di warê baqir de xebitî, paşê di warê têlkarî de bû hosta. Nurcan Bulut anî ziman ku ew karê xwe bi hezkirin dike der barê karê xwe de van tiştan got: “Pîşeyeke ku sebrê dixwaze ye. Meraqa min têr dike û afirîneriyê bi min re çêdike. Em têlkariyê bi têlên zirav çêdikin. Ev têl ji ber têlên pir zirav in, em di çêkirina wan de pir baldar in. Em qalibê şeklê ku em ê çêkin amade dikin, paşê hundirê wê qalibê bi têlên zirav tijî dikin. Wek kulîlk, stêrk an roj kîjan model bibe bila bibe em wê çêdikin. Em wan şeklan vediguherînin kolye, gustîl an jî taximên zîvîn.”

“Gel eleqeyek mezin nîşanî têlkariyê dide”

Nurcan Bulut diyar kir ku têlkarî ji pîşeyên din cuda ye û jêhatîbûneke bi dest a pir mezin dixwaze û destnîşan kir ku mirov bi çavên meraq û heyran li berhemên ku çêdike dinêrin. Nurcan Bulut da zanîn ku ew xebata dike, beriya pîşe wek nirxeke hunerî û dîrokî lê dinêre û wiha got: “Berhemên ku em çêdikin ji zêr an jî zînetên din cudatir in. Ji têlkariyê ne tenê zêr û aksesûar, berhemên malê jî tên çêkirin. Hem li vir hem jî kesên ji derveyî welat tên eleqeyeke mezin nîşanî wan didin. Ev hunera li welat ku bi piranî li vê derê tê çêkirin, bûye sembolek vê herêma Mêrdînê. Ev tiştên ewil in ku bala mirovên tên li vir dikişîne.”

"Jin dikarin vî karî pir baş bikin"

Nurcan Bulut armanc dike ku karê xwe mezin bike û di siberojê de atolyeyek veke, dixwaze ji bo jinên ciwan ên ku wekî wê bi têlkariyê re eleqedar dibin jî perwerde bide. Nurcan Bulut axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez jî vî pîşeyî bi hezkirin dikim. Tu vê pîşeyê hêdî hêdî fêr dibî. Ez dixwazim di pêşerojê de bi tiştên ku ez hîn bûm ji xwe re atolyeyek vekim. Piraniya kesên ku li navçeyê vî karî dikin mêr in lê jin dikarin bi awayekî pir baş vî karî bikin. Ji ber vê yekê girîng e ku jin vî karî meraq bikin û xwe bi pêş bixin.”