Nermîn hewl dide derfetên kar ji bo jinan ava bike

Li başûrê Kurdistanê her çendî rewşa aboriya xirab karê jinan lawaz kiribe jî Nermîn Mihemed a ku nêzî 10 salan e şîrînahiyê çêdike, li gel malbata xwe dest ji karê xwe bernedaye, hewl dide cihekî mezin veke û derfetên kar ji bo jinan ava bike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li herêma başûrê Kurdistanê ji ber qeyrana aborî gelek jinên xwedî kar neçar man cihê xwe yên kar bigrin û gelek ji wan jî bê kar mane lê gelek jin jî bi keda xwe hewl didin kar bikin û bi derfetên kêm ji jinan re hewl didin derfetan ava bikin. Nermîn Mihemed jî yek ji wan jinên ku ji bo derfetên kar jinan re ava bike hewl dide û dixebite ye.

Nermîn Mihemed a 44 salî dayika pênc zaroken e nêzî 10 salan e şîrînahiyê çêdike û armanca wê ew e kesên dikirin kêfxweş bibin. Ji derveyî wê jî hewl dide derfetên kar ji bo jinan ava bike û cihekî taybet ji bo xwe veke. Nermîn rojane ji saet 7’ê sibehê dest bi kar dike û bi riya online berhemên xwe difiroşe, diyar kir ku xelk gelek ji şîrînahiyên wê hez dike û piranî daxwaza kulîçeyan jê dikin.

Nermîn Mihemed da zanîn ku di sala 2014’an de dest bi karê çêkirina şîrînahiyan kiriye, der barê karê xwe de wiha got: “Em hemû ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe û malbata xwe hewl didin kar bikin. Dema ku min dît kêrhatiya min ji bo çêkirina şîrînahî û hevir heye, min dest bi vî karî kir.

‘Armanca min ew e ku derfetên kar ji bo jinên din ava bikim’

Nermîn Mihmed beriya dest bi karê xwe bike, destpêkê, li kargehek din kar kiriye û ew bûye sedem ku xwe nas bike, bizanibe kîjan kêrhatiya wê heye. Piştre fikra ku ji bo xwe û çend jinên din derfetên kar ava bike ketiye serê wê û ji ber wê jî kargehek biçûk ya şîrîniyê ava kiriye û derbarê vekirina cihê biçûk ê kar de wiha got: “Destpêkê min û kurê xwe kar dikir, hinek roj hebûn tenê min sê kîlo şîrînahî difirot lê belê piştre me projeya xwe mezin kir. Ez hewl didim derfetên kar ji bo jinan ava bikim û divê jin kar bikin, da ku li ser lingên xwe rawestin. Dema ku ez derfetên kar ji bo hinek kesên din ava dikim derûniya min baş dibe. Em weke malbat bi hev re kar dikin.”

‘Divê jin xwe nas bikin’

Nermîn Mihemed da zanîn ku hewldana pêşxistina kar sedemek baş e ji bo kar bigihîje serkeftinê û got: “Her karek westandin û zehmetiyên xwe hene. Lê belê divê jin li dijî astengiyan rawestin û armancên wan hebin. Her dema ku kesek armancek wê hebe û jê re hewl bide bêguman wê bi ser bixe. Rêgirî û gotinên nexweş her dem hene, pirsgirêk ji bo jinên xwedî kar zêdetir in. Divê jin li dijî vê yekê rawestin û her dem hewl bidin. Malbata min û hevjînê min her dem piştgiriya min dikin û me hewl da dahata jiyanê bi hev re bi dest bixin. Ya girîng ew e ku divê jin xwe nas bikin.”

‘Xirabiya rewşa aborî bandorê li karê me kir’

Nermîn Mihemed der barê xirabiya rewşa aborî û bêkariya ku niha li başûrê Kurdistanê heye wiha got: “Bêguman xirabûna rewşa aborî bandorê li ser karê me kiriye, berê 8 jinan li gel min kar dikirin lê belê niha tenê malbata min li gel min kar dike. Ez hewl didim projeya xwe berfireh bikim û derfetên kar ji bo jinên din jî ava bikim.”