Masîgira 25 salan bi azweriya xwe rê nîşanî jinan dide

Li bajarê Reqayê masîgirî ji bo gelek jinên li peravên Çemê Firatê dijîn, mîna pîşeyek tê hesibandin. Yek ji van jinan jî Zahra El-Maslob ya 45 salî ye. Zahra El-Maslob a 25 sal in masîgiriyê dike, da zanîn ku ewê heta dawiyê pîşeya xwe bidomîne.

BERAA CALÎ

Reqa – Masîgirî, ji bo gelek malbatan çavkaniya dahatê ye û jin ji bo dabînkirina pêdiviyên rojane yên zarok û malbatên xwe, di vê pîşeyê de rolek çalak dilîzin. Tevlîbûna jinan a ji bo vê pîşeyê, tecrûbeyek nehatiye dîtin e û rihê jinan ê şikandina qalibên kevneşopî û derbaskirina zehmetiyan nîşan dide.

Jin, di sektota masîgiriyê de roleke bêhempa dilîzin û derfetên xwe yên dabînkirina dahat û piştgiriya malbatên xwe zêde dikin. Jin, di peravên cûda yên çemê de bi tor û nîkan masiyan digrin û û masîgiriyê mîna pratîkek ku nasnameya civakê xurt dike û gelek sûdan mîsoger dike, derdixin pêş.

Di nava sûdên masîgiriyê de, baştirkirina tenduristiya zihnî, kêmkirina stres û fikaran, zêdekirina tenduristiya fîzîkî û pêşxistina jêhatiyên jiyanê yên mîna sebir, lêhûrbûn û biryargirtin heye. Her wiha masîgirî, ji bo têkiliyên civakî yên xurt dibe sedema têkariyê û çavkaniyek xurekê ya bi tendurist pêşkêş dike.

Ez 25 sal in karê masîgiriyê dikim

Zahra El-Maslob a 45 salî ya ji Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da zanîn zêdetirê 25 sal in pîşeya masîgiriyê dike û têkildarî mijarê wiha got: "Ez di 20 saliya xwe de fêrî masîgiriyê bûm. Ev hobiya min e û ez gelek kêfê digrim. Piştî ku fêr bûm, min yekser destpê kir. Dema ez cara ewil çûm ber çem, gêj bûm û gelek westiyam. Lê bi demê re fêr bûm û fêrî çêkirina toran jî bûm”.

Zahra El-Maslob, da zanîn tevî ku avahiya civakî bi gelemperî paşverû ye jî, yên li dora wê ji bo xebata wê nebûne astengdar û wê teşwîq kirine. Zahra, diyar kir piştre ji xwe re keştiyek kiriye û domand: "Niha keştiyek min heye û bi tena serê xwe dixebitim. Min tu caran guh neda gotinên derdor ên ku digotin tenê mêr dikarin mêr vî karî bikin.”

Ji bo debara malbata xwe dixebitim

Zahra El-Maslob, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku jin zêdetir rastî zehmetiyan tên û wiha axivî: "Kes şert û mercên kesekî din nizane, ev pîvan e ku min ji bo xwe danî. Rexneyan ez aciz nekirim, ji ber ku keça min a 15 salî nexweş e û pêwîst e ez heta ku zaroka min a din mezin bide bixebitim. Mûçeya hevjinê min, ji bo vê lêçûna jiyanê ya bilind têr nake û masîgirî çavkaniya sereke ya dahata me ye."

Digel zehmetiyan jî ezê karê xwe didomînim

Zahra, destnîşan kir ku zehmetiyên masîgirî yên mîna peydakirina bihayê keştî û alavên mîna tor heye û axaftina xwe wiha domand: Ji bo peydakirina keştî û torê pere tunebû. Piştî peydakirina alavan jî, carna em nikarin masî bigrin. Ev kar di rojên ba û hewayên sar de gelek zehmete, lê di van şert û mercan de em gelek masî digrin. Karê me bi avabûnê rojê destpêdike û heta roja din didome. Em torên xwe piştî avabûna rojê diavêjin û diçin malê. Roja din serê sibê zû tên û masiyên di torê de kom dikin. Ez carna 10-15 kîlo masî digrim.”

Zahra ya di nava salan de bi masîgiriyê re têkiliyek kûr bipêş xistiye, bi van gotinan hesreta xwe ya ji bo keştî û torên xwe tîne ziman: "Ez gelek fêrî masîgiriyê bûm û ezê heta bikaribim karê bidomînim, ji ber karekî din ku ez bikim nîne.”

Divê jin di karên hêzdikin de bixebitin

Zahra El-Maslob, di dawiya axaftina xwe de da zanîn divê jin karê ku jê hêzdikin bikin û di civakê de rolek çalak bilîzin û got: Ger hûn bikaribin karek bikin, nesekinin. Guh nedin kesên ku dibêjin hûn jin in û nikarin karek bikin. Çi jin û ji mêr, divê hemû kes di karê ku dikare dike de bixebitin û ji tu kesî alîkariyê nexwazin.”