Mala dayika Hêvî bi çandiniyê re veguheriye bihuştê

Dayika Hêvî di mala xwe de bihuştek ji çandiniyê ava kiriye û tê de kuncî, tutin, darên fêkî û hemû cureyên şînahiyê çandiye. Dayika Hêvî dibêje ku mirov qîmeta keda xwe bi berhemdayînê nas dike. Rojeke bê çandinî û ax najîm rihekî zindî heye her min dikşîne.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Her zindiyek li vê gerdonê xwedî hunerek e lê ya herî balkêş ew e ku hemû huner jin di jiyanê de vedihûnînin û dikin malê hemû civakê. Di kûrahiya watedariya qîmetdayina ji jiyanê re jin pêşeng in û di nav bihuşta jiyanê de renge xwe didin der. Jin hîmekî bingehîn in di geşkirina aboriyê de û esasê berhemdayinê ne ji civakê re ye. Dayika Hêvî Ebd- El Cebar bi temenê 55 salî ji gundê Girêdêra yê navçeya Girkêlegê Kantona Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dayika Hêvî temenê xwe bi çandina axê re derbas kiriye û axa ku destên wê di nav re derbas xwedî sûd e. Ji dayikbûna xwe bi çandina şênahiyê re pênase dike û di nav bexçeyê xwe de bextewariya bi jiyanê re nîşan dide. Hêvî li bihuşta mala xwe hemû cureyên darên fêkiyan weke henar, gûz, mişmiş, hêjîr çandiye. Her wiha li aliyê din jî gelek cureyên şênahiyê mîna kuncî, tutin, îsot, bacan, bamî, melûxî çandiye û mêşên hingiv jî xwedî dike. JI bo naskirina dayika Hêvî Ebd- El Cebar û keda wê ya çandina vê bihuştê ji me re behsa rêwîtiya xwe ya bi çandiniyê re kir. 
Çandina kunciyan  
Dayika Hêvî di nava bexçe de di saetên seherê de dixebite û kunciyan diçîne li ser çandina kunciyan wiha dibêje: “Ji dema min xwe dîtiye û heya niha di nav çandiniyê de min xwe dîtiye, berî niha me her sal pembû diçandin lê bi sedema kêmbûna avê êdî me ji xwe re berhemên alternatîf çandine. Ev bûye du sal em kunciyan diçînin, di dawiya meha Nîsanê de em dest bi çandiniya wê dikin û heya sê meh û nîvan dema digihîje em wê radikin. Jixwe çandina wê jî wiha ye destpêkê em bi traktorê erdê cot dikin û paşê miçla dikin ango dikin mişar. Piştî wê em veqetandeke çêdikin û kunciyên xwe direşînin. Avdana wê ji her 15 heya 20 rojan carekê tê avdan, erdê min nêzî çem e ji bo wê axa wê hûnik e û bandora zuhanbûna rojê lê nakê. Îsal tovê 12 donim kuncî min çandiye, hevjînê min jî alîkariya avdana wê bi min re dike lê bi xwe ez diçînim. Dendikên wê jî em ji yên sala borî hiltînin û ji sala pêşiya xwe re bi kar tînin, her sal em hesabê çandina sala din dikin.”
Rakirina kunciyan û çêkirina tihînê
Hêvî bal kişand ser rêbazên rakirina kunciyan û bikaranîna wê di xwarinê de û wiha domand: “Kuncî bi germê re digihîjin, em bi amûrê dasikê radikin tu rêbazên pêşketina teknîkî em bi kar naynin, ji ber liba kunciyê pir hûr e û şaşîtiyên rakirina wê dibe xisar. Dema em bi dasikê diçinin, em dikin paq û bi komik girê didin, çend rojan pêwîst e li ser hev bimînin heya tam bigihîje şiklê dawiyê. Paşê em dadileqînin heya qalikên wê vedibin û diweşînin. Piştî wê em dibin fabrîqeya Endîwerê û dikin tihîn, sala borî bi qasî 150 kîlo tihîn min çêkir. Em nafiroşin tenê ji bo mala xwe, cîran û malbatên zarokên xwe yên zewicî çêdikim. Sebra min pir di nav ax û çandiniyê de tê, ger rojekê neyêm nav zeviyên xwe ez hîs dikim ku tiştek ji min kêm e. Tevî gelek nexweşiyên min jî hene, ez bê ax û çandinî nikarim bijîm. Tu kes nîn e ji axê hez neke.” 
Darên fêkiyan û jêkirina berhemên wan
Piştî ku dayika Hêvî karê di nav erdê xwe de qedand, pê re me berê xwe da mala wê, di mala wê de jî bexçeyekî tijî xêr û bêr heye û hemû cureyên şênahî û fêkiyan bi keda destên xwe tê de çandiye. Dayika Hêvî wiha behsa çandina darên fêkî û bikaranîna berhemên wan dike: “Li gund mala min bilind e, ava bîra min pir e û axa min pir xweş e ji çandiniyê re. Li ser her bosteke ji axa mala min şênahî û fêkî min çandine û ji derve tiştekî nakirim. Min darên henaran çandine, her sal hejmareke mezin ji henaran jê didim hev. Hemû demên salê henar ji mala min qut nabin, ez rêbazên hilandinê bi kar tînim. Odeyek min a taybet û hûnik heye, dema ku henar digihîjin em jêdikin bi qasî 15 henaran em dikin paqek wisa di odeyê de dadiliqînin.  Wekî van deman hîn henar negihîştine ji bo wê dema dilê me dixwaze em paqekî tînin û demekê di nav avê de dihêlin ji ber qalikên wan hişt bûne, paşê dema em ji avê derdixin û dişkînin weke ku nû ji darê hatine jêkirin wisa tama wan xweş e û canê mirovan rehet dike. Jixwe wekî din mêwên tirî jî min çandine sûda wê jî pir e, ji tirî ez dimsê çêdikim û pelên wê jî em ji bo zivistanê hiltînin û dixwin. Darên min ên gûz û mişmişan jî hene, her sal ji mişmişan rîçalê çêdikim û gûzan jî ji bo çêkirina mekdûsa hiltînim an jî carna bi çayê re em dixwin. Yanî tiştekî ku ez bêjim pêwîstiya min ji derve pê hebe nîne, hemû tişt li ber destên min in. Li aliyê din jî weke hemû gundiyan min bacan, xiyar, melûxî, bamî, îsot, beqdenûs, dolme, zebeş, sîr û pîvaz candiye. Ger mirov li axê baldar be wê berhemên wê jî bi sûd bin.”   
Çandina tutinê
Hêvî di dewamiya gotina rêwîtiya xwe ya bi çandiniyê re bal kişand ser çandina tutinê û wiha pêde çû: “Li herêma me kêm mirov hene tutinê diçînin û di gund de jî min tenê çandiye. Dendika wê zû peyda nabe û hewaya herêmê ji bo rewşa çandiniya wê ne mûseîd e. Çandina tutinê her tim hewaya hûnik jê re pêwsît e ji bo wê piranî li herêmên Sahil ên Sûriyeyê tê çandin. Mirovekî me ji herêmên Sahil tovê wê ji min re anî û min di bexçeyê xwe de çandin, niha baş şîn bûye. Sala borî jî min tenê mişarek çand û bi ser ket min xwest ez vî gîhayî jî biçînim. Ez tutinê venaxwim, dema ez radikim jî ji bo van mezinên gund û dostên me ez didim. Şênahiyên taybet her tim bala min dikşînin. Dema tutin wisa ber bi hişkbûnê ve biçe, em bi destan diçinin û dibin makîneya çêkirina wê û wisa tutin çêdibe. Ez hez dikim hemû cureyên şênahiyê nas bikim. Ez naxwazim zirarê bidim tu kesê lê tutina ez diçînim pir xwezayî ye û zirarên wê tune ne.”
Xwedîkirina mêşên hingiv
Li gel ewqas cureyên şênahiyê Hêvî goşeke biçûk ji hewşa xwe veqetandiya û tê de mêşên hingiv xwedî dike. Têkildarî xwedîkirina mêşên hingiv Hêvî ev yek anî ziman: “Ji xwedîkirina sewalan zêdetir, ez mêşên hingiv jî xwedî dikim. Jixwe bexçeyê mala min pir e û nêçîra mêşên min li malê ye. Bi qasî 7 kewarên min hene, bi rêbazên xwezayî xwedî dikim û tu carî şekir an jî dimsê nadim wan hemû hingivê wan ji kulîlkan e. Di dema payîzê de em hingivê wan vedikin bi qasî 10 kîloyan her sal jê derdixim, di dawiya meha Nîsanê de mêş tên berdan, mêşên xurt bi xwe re hejamreke mezin tînin û wisa li gorî hejmarê ez kewarên xwe jî zêde dikim. Li ber kewarê mêşan jî du coniyên ava min danîne û di nav de jî şaxikên daran datînim da dema mêş avê vedixwin nefetisin di nav avê de, ava coniyan hûnik e û mêş wisa hez dikin. Ez bi wan hîs dikim û dizanim çi dixwazin, hingivê mêşên min ji nexweşiyan re pir baş e û pir mirov carna dixwazin ez didim wan. Li aliyê din jî carna li çemê ber bexçeyên xwe dema zû karê xwe bi dawî dikim nêçîra masiyan dikim. Tora masîvaniyê ez bi xwe çêdikim û ji bo mala xwe nêçîra masiyan dikim. Ez hînî hemû rêbazên domandina jiyanê bûme.”
Qîmeta berhemdayînê
Hêvî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pir caran ez xeyal dikim ger li bajaran bijiyama dê jiyana çawa bûya, dîsa ez vedigerim ser hişê xwe û dibêjim baş e ez jineke gundî me. Dibe ku jinên bajaran van karan nakin lê di nêrîna min de mirov qîmeta xwe bi berhemdayînê nas dike. Xeyal nakim rojekê bê çandinî û ax bijîm rihekî zindî heye her min dikşîne. Ger cîhaneke min jî hebûya min ê hemû bikira bihuşta çandiniyê û bixista xizmeta mirovan. Axa min ked û rûmeta min e û heya ez bijîm ez ê berheman biafirînim.”