Li Yemenê hilberîna qehweyê kêm dibe

Qehweya ku yek ji berhemên bingehîn ên aboriya Yemenê ye, bi taybetmendiyên xwe yek ji cureyên herî baş ên qehweya cîhanê tê nasîn. Jinên Yemenê dibêjin ku ji ber zêdebûna giyayê bi navê ‘qat’ her diçe hilberîna qehweyê kêm dibe.

HALA ALHASHÎDÎ

Yemen- Qehweya Yemenê li cîhanê bi tama xwe ya sivik, hevsengiya di navbera tehlahî û şirînahiyê de tê naskirin. Qehweya ku li herêmên çiyayî yên bilind tê çandin, bi rêbazên kevneşopî yên bi saetan didomin tê hilberandin. Qehweya ku yek ji berhemên sereke yên aboriya Yemenê ye û ji sedsala 15’emîn ve heye, ji ber taybetmendiyên xwe yên xweser û rêbazên kevneşopî yên çandinê, li cîhanê yek ji cureyên herî baş ên qehweyê ye lê niha qehweya Yemenê ji ber çandina giyayê bi kulîlk ku navê wê ‘qat’ e di rewşeke nebaş de ye. Qat giyayeke ku li yemenê tê çandin e, bandora wê ya ku mirov şiyar dike heye. Hinek cotkar ji bo aboriya herêmê wê diçînin. Ji ber ku cihê qewhe lê tê çandin divê zeviyên fireh û cihên bilind bin, giyayê qat zêdetir tê çandin û ji ber vê yekê jî hilberîna qewheyê kêm dibe.

Jinên Yemenî tevî zehmetiyên civakî û aborî jî di hilberandina qehweyê de xwedî cihekî girîng in. Ji çandina daran bigre heta berhevkirina qewheyê, ji zuhakirinê bigre heta dema ku ji hev tê veqetandin û qelandin, ji bo qelîteya wê were parastin gelek dixebitin.

Bandorên wê yên neyînî hene

Nada Al-Maqtarî, got ku li ser hilberîna qehweyê, bandora giyayê qat zêde heye, zeviyên qehweyê ji ber wê hatine dagirkirin û ji ber ku zêde av lê diçe, ava ku ji bo avdana qehweyê pêwîst e namîne. Nada Al- Maqtarî, diyar kir ku di navbera darên qat û darên qehweyê yên Yemenê de raqabet heye û got: “Qehwe xwedî dahata zêde ya aborî ye û ji bo xwedîkirina wê av zêde hewce nake. Her wiha li her cure axê tê çandin û hewce nake zêde dermanê kêzikan were bikaranîn. Qat dijberî wê giyayekî xwedî bandora hişbiriyê ye li ser tenduristiya fizîkî û derûnî bandoreke nebaş çêdike û weke madeyên tiryakê mirov bi xwe ve girê dide, dibe sedema pirsgirêkên civakî.”

Nada Al- Muqtarî bi gotinên; "Ji ber ku koka dara qehweyê, cihê vexwarin û xwedîkirina wê Yemen e, girîngiya wê heye” diyar kir ku cotkarên bixwazin qehweyê hilberînin divê ji wan re piştgiriya madî û teknîkî were dayîn. Her wiha divê bizanibin ku qehwe, çavkaniya sereke ya debarê ye, pergala avdanê were nûkirin, drenaj were berfirehkirin, cereyan were sazkirin, ji bo çandiniyê tiştê pêwîst werin kirin û di warê cotkar çawa dikarin berhemên xwe derxin bazarê de  perwerde were dayîn.

Rola jinan girîng e

Pascal Al-Hamdanî jî bal kişand ku jinên Yemenê di çandina qehweyê de xwedî roleke girîng in lewre ji hemû merheleyên wê berpirsyar in û got: "Mêr dema xwe zêdetir li bazarê derbas dikin, jin bi vî karî re eleqedar dibin.” Pascal Al-Hamdanî diyar kir ku darên qehwe û mangoyê ku ji bo aboriya Yemenê xwedî dahatek girîng in, tên qutkirin û wiha domand: "Qehwe li gorî, qat xwedî nirx û hêjahî ye lê gelek malbat ji bo qatê bikrin, zarokên xwe ji gelek tiştan bêpar dihêlin. Her wiha ji ber ku madeyeke hişbir e, dibe sedema sûc û cînayetan û gelek pirsgirêkên din."

Pascal Al- Hamadanî bal kişand ku qat ji ber bandora hişbir, li ser têkiliyên malbat û civakê bandoreke xirab çêdike loma divê hilberîna wê bi kontrol were kirin û got: “Divê civak bizanibe ku çiqas zirarên qatê hene, cotkar zêdetir qehweyê hilberînin û li cihê çandina giyayê qatê çandiniya qehweyê were teşwîqkirin.”

‘Divê li dijî vê yekê bi hemû rê û rêbazan têkoşîne hebe’

Halîma Yasîn jî da zanîn ku civak zêdetir ber bi bikaranîna qatê ve diçe û got: “Di hilberandina qatê de zêdebûn heye. Ji bo vê daxwazê bi cih bînin, eraziyên ji bo çandiniyê zêdetir dibin û ev yek jî li ser berhemdariya darên qehweyê bandoreke nebaş çêdike. Divê li dijî vê giyayê bi zirar, bi hemû rê û rêbazan têkoşîn hebe. Divê li ser bandorên wê yên xirab xebatên şiyariyê werin kirin. Her wiha divê ji bo cotkar zêdetir berê xwe bidin çandiniya qehweyê, perwerde werin dayîn û berê wan ji hilberîna giyayê bi zirar bidin qehweyê."

Halîma Yasîn bal kişand ku divê medya li ser bandorên xirab ên qatê bisekine û civakê hişyar bike, cotkaran teşwîqê parastina darên qehweyê bike û got: “Divê xebatên wisa werin kirin ku pêşî li bikaranîna vê berhemê were girtin, bala civakê bidin ser mijarên aborî, tandirustî û parastina wan. Her wiha divê civakê teşwîqê berhemê din ên çadiniyê bikin."