Li Tûnisê 'kamyonên mirinê' dibin sedema jiyana karkerên jin

Li Tûnisê 'kamyonên mirinê' yên karkerên çandiniyê dibin û tînin her sal dibin sedema mirina karkerên jin ên çandiniye. Hayat Al-Attar da zanîn ku ji ber bêdengî û tunebûna kontrolê roj bi roj hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

ÎXLAS HAMRUNΠ

Tûnis – Jinên ku li Tûnisê di qada çandiniyê de dixebitin, ji ber tunebûna temînata şert û mercên ewlehiyê bi taybetî qezayên trafîkê bi gelek xeteriyan re rû bi rû dimînin. Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê, ji sala 2015’an vir ve zêdetirê 70 bûyeran tomar kir. Li gorî van bûyeran 55 jinan jiyana xwe ji dest dane û 850 kes jî birîndar bûne. Tevî bûyerên ku di demên dawî de li pey hev hatin jiyîn û zêdebûna hejmaran jî rayadarên hikûmetê mirina mirovan asayî dibînin û bêdengiya xwe didomînin.

Ji jinan Mabrouka Al-Brîkî, bal kişand ser zehmetiyên ku karkerên jin ên di qada çandiniyê de dixebitin û wiha got: “Ez serê sibê saet di 04.00’an de şiyar dibim û taştê û firavîna ku bibim cihê kar amede dikim. Dema em ji kar tên male jî bi paqijkirina malê re mijûl dibin. Ji ber ku hewaya şilî ji çinîna zeytûnan re ne guncaw e, em nikarin biçin kar. Ez her dem bi komek jinan re siwarê kamyonê dibim û di bin şert û mercên zehmet de diçim kar. Em her dem ji ajokarê kamyonê daxwaz dikin ku baldartir be.”

‘Ji ber şert û mercên civakê em neçar in bixebitin’

Mabrouka Al-Brîkî, da zanîn ku şert û mercên civakî wan neçarî xebatê dike û wiha axivî: “Ji bo em biçin kar bi kamyonên bêparastin ên ku em wek 'kamyonên mirinê' pênase dikin, ji bajarekî diçin bajarekî din. Em ji bo dabînkirina debara xwe bi mûçeyên kêm dixebitin. Em diçin bajarê dûr ên wek Al Haouraîa û Sîdî Bouzîd jî. Em di mehên havînê de jî îsotan kom dikin. Niha demsala çinîna zeytûnan e û di rojên pêşiya me de jî wê çinîna bacanan dest pê bike. Em ji bo misogerkirina aboriya xwe, van zehmetiyan dikşînin.

Di serma û seqemê de di romorkên kamyonan ên servekirî de rêwîtiyê dikin

Munjîa Al-Shayeb jî bi van gotinan behsa serpêhatiyên xwe kir: “Ez ji ber mezinbûna temenê xwe gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên fizîkî dijîm lê tevî vê yekê jî ji bo misogerkirina debara xwe diçim kar. Dema em diçin nava zeviyê, bi kamyonên bê ewle em diçin û tên. Kamyon zêde tijî dibin û tevî hemû şert û mercên zehmet jî jin di karkirinê de bi îsrar in. Rewşa me pir zehmet û biêş e. Kapasîteya kamyonan 20 heta 25 e lê belê kamyon ji vê hejmarê zêdetir kesan hildigrin. Em bi gelemperî bi kamyonên ku bi karkarên jin hatine dagirtin diçin gundan. Bi taybetî dema em di saetên sibê de diçin, ji ber sarbûna hewayê gelek dicemidin ji ber ku serê kamyonan vekiriye. Ji ber van kamyonan rojek kêm mabû serdevkî bikevim erdê û gelek caran ajokarê kamyonê dijûna dide û bi gotinên ku rûmeta me dişkînin êrîş dike. Hejmarek zêde karkeran di encama qezayên ku ji ber îhmalan çêbûne de, jiyana xwe ji dest dan.”

Berpirsa dosyaya karkerên jin ên çandiniyê Hayat Al-Attar jî der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Hayat Al-Attar, diyar kir ku wesayîdên giştî yên veguhestinê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên karkerên jin ên ku di sektora çandiniyê de dixebitin e û wiha got: “Di sektora çandiniyê de jin li gorî mêran mûçeyên kêm digrin. Her wiha kesên ku di qada çandiniyê de dixebitin ji ewlekariya civakî bêpar in û bi saetên dirêj tên xebitandin. Tevî van hemû pirsgirêkan jî rayedarên têkildar erkên xwe bi cih naynin û metîngeriya li ser keda jinan ji nedîtîve tên. Girîngî nadin şert û mercên sosyo-aborî yên karkerên jin.”

Bi dehan jinan di qezayan de jiyana xwe ji dest dane

Hayat Al-Attar, anî ziman ku veguhestina bêewle jî dibe sedema jiyana jinan û wiha axivî: “Gelek jinên li parêzgeha Qairouan û parêzgehên din ji bo misogerkirina debara xwe li zeviyan dixebitin. Karkerên jin di kamyonên bê ewle yên ji bo hilgirtina eşyayan tên xebitandin de rêwîtiyê dikin. Ev rewş jiyana wan dixe nava metirsiyê. Li gorî Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê, ji sala 2015’an vir ve zêdetirî 70 bûyer qewimîne, di van bûyeran de 55 jinan jiyana xwe ji dest dane û 850 kes jî birîndar bûne.”

‘Zagon nayê bicihanîn’

Hayat Al-Attar, diyar kir ku tevî Qanûna 51 a bi dîroka 2019'an jî pêvajoya veguhestina jinan a bi kamyonên bê ewle berdewam dike û bal kişand ku cezayên bi bandor nayên sepandin. Hayat Al-Attar, wiha got: “Ji ber bêdengiya hikûmetê qezayên giran li pey hev pêk tên û her roj hejmara karkerên çandiniyê yên ku di encama qezayan de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Yek ji sedemên ku dihêle ev trajedî berdewam bikin jî bêkarî û xizanî ye. Xizanî û bêkarî jinan neçarî karkirina li zeviyan dike û neçar dimînin her cure metirsiyan li ber çavan bigrin."

Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tûnisê, rêxistinek serbixwe ya civaka sivîl e, di sala 2011’an de ji bo parastina mafên aborî û civakî ya li ser asta neteweyî û navneteweyî û bi giranî qanûna kar, mafên jinan, mafên jîngehê û mafên koçberan xebatan dimeşîne.