Li Silêmaniyê kirîn û firotina erdan ji jinên ciwan tê pirsîn

Li ser tora civakî kampaniye ya çar jinên ciwan a kirîn û firotina erd û malan her diçe berfireh dibe.

Silêmanî - Di nava civakê de timî eqrat ango kirîn û firotina erd û malan karê mêran hatiye dîtin. Ji ber wê jî jinan ji xwe re nekirine xem û pir serê xwe pê ne êşandine. Çar jinên bajarê Silêmaniyê li hev şêwirîne û xwestin ji vî karî despêbikin hinek rêya ezberên nava civakê de karê jin û mêran ji hev cuda dikin xira kirinê hînî jinan bikin. Niha her çar jinên ciwan kampaniya ya eqrat dane despêkirin û bi rehetî karê xwe dikin. Dibe ku gavên despêkê hinek mirov rastî şaşwaziyê bên, lê dema dîtin tiştek wan ji mêran kêm nîne û baştir ser karê xwe disekinin êdî çavê wan li berpirsê van karan ên mêr nagerin.
‘Despêkê gelek zor bû’
Ji çar jinên ciwan Zerya ya du mehe dest bi karê eqrat kiriye xebatên ekîbê yên bi hev re didin meşandin wiha anî ziman: “Di despêkê de ev piroje, me li ser medyaya civakî da despê kirin. Yê dixwest mal û zeviyên xwe bifiroşîn peywendî bi mere didan çêkirin. Piştî bersîv dayînê me wextek diyar didan boyî bên serdena me bikin ji bo kirîna erd û malan forma taybet dagrin. Dema em pêk di hatin zanyariyên di derbarê erd û malan de digrtin. Ji xwe wêneyê erd û malan di medyaya civakî ya teybet de me belav dikirin. Dema kiriyar peyda dibe em xeber didin xwediyê erd û piştî li hev hatina her du aliyan tê firotin. Xebata me bi rêya kompanya ya ser tora civakî digihe her devera pêdivî pê heyî.”
Bi tora civakî em xwe digihînin xwediyê erdan’
Sîma yek ji wan jinên ciwane ku di kompanyayê de kar dike û bi rêya medyaya civakî alikarî dide welatiyan di derbarê xebatê de dibêje: “Hatina vê xebatê despêkê gelek zor dihat. Pir bawernedikirin ku jinek ciwan di karek wiha de cîh bigire. Lê niha bi awayek serkeftî jin vî karî didin meşandin. Yên berê bi me bawer nedikirin dema dîtin me biserxist niha jî destxweşiya me dikin. Li gorî ku li hemberî hemû nêrînên nerênî jî me ev kar bi ser xistiye, diyare jin çî karê bide pêşiya xwe wê biser bixin. Karê me ceribandinek başbû, birastî jî ev karê mêran dihat dîntin û di despêkê de gelek astengî derketin. Bi gotinek be, nêrînekê be xwestin pêşî li me bigirin. Dema me bawerî bi xwe anî û biser xist, niha jî baweriya her kesê bi me heye, mal û erdê xwe didin destê me. Em karê xwe zêdetir li ser tura civaki dimeşînin.”