Li Serdeştê jin bi kargeha tiriyê reş hilberînê dikin

Kargeha tiriyê reş ê ku li bajarê Serdeştê ji aliyê jinan ve hatine avakirin, dahata malbatên ku di vê kargehê de çalak in bi çandina şitlan dabîn dikin.

ROJÎN QADIRÎ

Serdeşt- Bajarê Serdeştê yek ji parêzgehên Urmiyeyê ye û yek ji deverên sereke yên berhemdariya tiriyê reş e. Li vî bajarî gelek baxên tiriyê reş hene ku mirov pê dahata xwe bi dest dixin. Di van salên dawî de hinek komên ji jinan ên li vî bajarê biryar dane ku li ser vê yekê baxekî tirî çêbikin û bi awayekî pêşketî di hilberîna şitlên tiriyê reş de bixebitin.

Ji bo serxwebûna aborî dibe alîkarî

Baxistanên jinan ên li deverên gundewar ji ber taybetmendiyên wekî kalîteya jor û pabendbûna bi rêkûpêkên biyolojîk bala gelek kiryaran kişandine ser xwe. Van baxistanan li kêleka avakirina xebatê, geşepêdan û pêşveçûna aborî ya deverên gundewar jî ji xwe re anîne. Vê baxistanê ji ber berhemanîna şitlên bi kalîte ji bo baxevan û cotkarên vê herêmê û heta ku herêmên din balkêş e. Her wiha jinên vî bajarî bi firotina şitlên tirî yên reş dahateke baş ji malbatên xwe re bi dest xistine. Beşek ji dahata vê baxistanê jî ji ber pêşwaziya pirtir ji derveyî bajêr tê bidestxistin. Jin bi belavok û bazarê, beşek ji şitlên ku tên hilberandin dişînin herêmên din. Mijara tiriyê reş li parêzgeha Serdeştê mînakeke rind a hevkariya jinan li hêla aborîyê ve ye. Jinên vî bajarî bi damezrandina vê çerxeriyê, bi berhemanîna şitlên tirî yên bi kalîte, xizmetan pêşkêşî baxvan û cotkarên vê deverê û heta deverên din dikin û rasterast alîkariya zêdekirina geşepêdana aborî ya deverê dikin.

Şiyana jinan ji bo perwerdekirina şitlan zêde ye

Jinên ku van baxistanan bi rê xistine, li aliyê çandinî û baxevaniyê ve xwedî ceribandin û pisporiya zêde ne. Wan bi xwendin û lêkolîna taybetmendiyên tiryê reş ên Serdeştê, cureyekî şitlên tiriyê reş ku pir zêde bi vê herêmê re lihevhatî ye nas kirin û dest bi çandin û zêdekirina wê kirine. Armanca çêkirina van baxistanan hilberîna şitlên tiriyê reş ê bi kalîte ye. Jinên ku di vê baxistanê de çalakiyan li dar dixin, bi rêbaz û amûrên modern, şitlên bi kalîte ku ji aliyê baxvan û cotkarên vê deverê ve tên bikaranîn, derdixin. Ev şitil ji ber ku bi rewşên avhewayê yên deverê re lihevhatî ne, berhem û kalîteya berhemên tirî yên reş zêde dikin.

Xebata komî ya jinan geşepêdana çandiniyê bi bêş dixe

Bi ceribandineke baş, mirov dikare gelekî baş di perwerdekirina şitlên cihêreng de serkerftî be. Jin, bi lênêrîn û bêhnfirehiya zêdetir, bi gelemperî di mezinbûna giyayan de baştir in.

Her wiha ruhiyeta jinên ku xwedî helwesteke hevkarî û têkildariya zêdetir in, di xebatên komî de jî bi bandor dibin. Bi afirandina sînerjî û hevkariyê di pêvajoya çandina şitlan de, jin dikarin bi hêsanî hilberînên bi kalîte bi dest bixin û di dawiyê de kiryaran razî bikin, dahata malbatên xwe baştir bikin. Yarîgehên jinan ên li baxên tirî jî dikarin di van qadan de gelek bi bandor bin. Van yarîgehan di mijarên curbecur de mînak, peydakirina şitlan, perwerdeya şitlan, çinîna berheman, hilberandin û firotina wan de dikarin rolek bi bandor bilîzin. Bi avakirina yarîgehên jinan, dibe ku pêşketina aborî ya gundan pêk were û dahata jinan li van deveran bi pêş bikeve. Li kêleka van, ev yarîgeh dikarin bibin alîkar ku asta perwerdeya jinan, zanîn û jêhatîbûna wan di aliyê çandinî û berhemên girêdayî wan de zêde bibe.