Li Misrê terziyekî mobîlyayan

Jin li Misirê dema bi xizaniyê re têdikoşin, di heman demê de neçar in ku li dijî qalibên civakî jî li ber xwe bidin. Çîroka Saadia Al-Ghamrawia ku xwe weke ‘Terziya mobîlyayê’ dide nasîn, tevî hemû zehmetiyan jî îlhamê dide jinan.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Li Misirê, jin bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ne, bi taybetî ji ber krîza aborî ya salên dawî. Jin ji bo hewcedariyên xwe yên herî bingehîn bi cih bînin neçar in pere deyn bikin û ji ber ku nikarin van deynan bidin, dikevin girtîgehê. Piştî girtiyên siyasî yên li girtîgehan, girseya herî qelebalix a welat ji jinên ku nikarin deynê xwe bidin pêk tê. Li Misirê 30 jin ji ber ku nikarin xizaniya xwe çareser bikin di girtîgehê de ne. Saadia Al-Ghamrawia projeya xwe ya ji bo çareserkirina vê xizaniyê bi pêş xist û bi ser ket.

Saadia Al-Ghamrawia, ji bo ku kar û barên xwe ava bike, pêşî bi xwe re, piştre jî bi derdora xwe re têkoşiya, hewl da debara jiyana xwe di warên cuda de bike, heya ku jêhatiya xwe ya di çêkirina mobîlyayên malê de kifş kir. Lê belê hevdîtina wê ya bi dar re jiyana wê guherand. Saadia Al-Ghamrawia ku mobîlyayên destan ên bêhempa hilberand, gera wê ya lêgerîna li xwe bû destpêka dahata wê dema ku wê ev jêhatî kifş kir.

Her tişt bi rûpelek dest pê kir

Saadia Al-Ghamrawia ya ku projeya “Karxaneya Kesk a Mobîlyeyên Malê” pêş xist, li dijî hemû zextên civakî û gotinên li ser wê hat kirin jî dev ji karê ku jê hez dikir berneda. Saadia Al-Ghamrawia got: “Hemû tişt berî 5 salan dest pê kir dema ku min biryar da ku sêwir û dekorasyonên Sersalê serbixwe çêbikim û rûpelek li ser hesabê xwe yê Facebookê vekim. Dema ku daxwaz zêde bû, min li Workspace odeyek kirê kir û dest bi xebatê kir. Di wê demê de gavên min ên pêşîn ji hêla derdorên min ve li Qahîreyê pir hatin ecibandin û daxwaziya tiştê ku min hilberand zêde bû, lê ez di dema karê karsaziyê de li tiştek winda digeriyam û her gav hîs dikir ku tiştek heye ku ez bikim. Tiştê ku divê ez bikim ji bo pêşdebirina berhema xwe ez ketim nav tengasiyê de, lewra wê demê min têkoşîn kir ku di psîkolojî, lîstikvanî, bazargerî û gelek warên din de xwe pêşde bibim.”

Li cihê ku ew aîdê wê ye

Saadia Al-Ghamrawia qala pêvajoya ku wê çawa projeya xwe ji Qahîreyê ber bi gundewarî ve bir kir û wiha got: “Karxaneya min a bi navê Green Wood, li Qahîreyê dest pê kir, ku ez nêzîkî 12 salan lê mam û piştre min ew bar kir Zagazigê ku li Walîtiya Şarkia ye. Di dawiyê de min teşwîq kirin û min biryar da ku ez vegerim gundê xwe Abbas Al-Aqqad ku li parêzgeha Beheira ya ku ez aîdê wê derê me. Min dît ku ev der cihê herî guncaw e ji bo afirandina jêhatiyên xwe. Kargeh û berhemên min di her tiştî de sadebûn, jêhatîbûna xwezayî û bikaranîna amûran her tiştî îfade dikin û ez xwe wekî 'terziya mobîlya' bi nav dikim. Ji ber vê yekê ez hewl didim ku sêwiranan li gorî hewcedariyên her kesî çê bikim.”

Hewl dide qaliban bişkîne

Her kesê ku bi Saadia Al-Ghamrawia re dixebite, gundî ye. Saadia Al-Ghamrawia wiha berdewam dike:

“Daxwaza min heye ku xeteke hilberînê li derveyê Misirê hebe û ez hewl didim ku pêkbînim. Ji ber ku li gundê xwe bûm ez li ser zarokatiya xwe û hewcedariyên ku min wê demê nedidîtin fikirim. Ji ber vê yekê min hinekî bala xwe da ciwanan û hewl da ku bi hin çalakiyên hêsan ji wan re bibim alîkar ku xwe zû kifş bikin. Her wiha ez hewl didim qalibên serdest ên li ser zarokên keç û têgihîştina ku ew ji zarokên kur kêmtir in bişkînim û komeke pêlîstokên darîn dîzayn bikim da ku zarokên gund bibin xwediyê kolektîfên ku di hawîrdora wan de alîkariya wan bikin.”          

Saadia Al-Ghamrawia qala zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye kir û got: “Dema ku ez li gundekî dixebitim ku xizmet bi tevahî kêm in û amûrên pêwîst lê nîn in, bi sedan zehmetiyên ku ez rû bi rû dimînim, di nav wan de pêşbaziya bi kesên xwedî hemû jêhatîbûn heye. Ji aliyê şekl û naverokê ve ji şêniyên gund cuda me û ji ber jiyana xwe di nava welatiyan de nayêm qebûlkirin. Bi taybetî ku hinek min ji bo zarokên xwe xeter dibînin û ditirsin ku teqlîda min bikin, ev yek jî ji bo min asteng e. Baweriyek heye ku jin di karên xwe yên kevneşopî de kêm jêhatî ne û di karên xwe de ne cidî ne. Çêkirina mobîlyayan weke ‘karê mêran’ tê dîtin û ji vî alî ve nêzîkatiyeke ku jin nikare karê mobîlyayan bike derdikeve holê. Ev rewş dihêle ku ez bêtir li ser domdariya mobîlya bifikirim û bibim afirîner.”

‘Ji xwe bawer bikin’

Saadia Al-Ghamrawia, anî ziman ku perwerdeya wê ya psîkolojiyê ji bo wê pir erênî ye û wiha got: “Ez dikarim fikrên derdora xwe fam bikim. Wê gelek alîkariya min kir ku ez bizanibim ku her jinek tiştê ku ez dikim bike, wê bi heman zehmetî û tacîzê re rû bi rû bimîne. Ji ber ku li derdora ku min biryar da ku ez tê de bixebitim, dikare rê li ber vegerandina jinan li vî warî bigire. Li dijî binpêkirinên li ser jinan gelek qanûn hene. Hiqûq, çi li gund û çi jî li bajar be astenga herî girîng e û bandora herî mezin li ser her kesî dike. Ez dixwazim jin bi xwe bawer bin. Belê, em di pergala baviksalarî de mezin bûn û jin kirin amûr. Lê divê em vê sîstemê qebûl nekin.”