Li Misirê jin li cihên kar rastî cudakariyê tên

Li Misirê jin di jiyana kar de rastî cudakarî, binpêkirin û tacîzê tên, ji ber zextên civakî tiştên dijîn vedişêrin. Jinên bal dikşînin ser bêcezatiyê, bal kişandin Peymana Hejmara 190'an ya ÎLO'yê û gotin, "Ger were qebûlkirin dê gelek tişt biguherin."

ASMAA FATHI

Qahîre – Li Misirê jin di jiyana kar de bi gelemperî rastî êrîşên weke tacîzê tên û di dîtina kar de jî pirsgirêkên mezin dijîn. Jinên ku mafên wan ji destên wan tên girtin û rastî cudakariyê tên, dema tacîzê eşkere bikin jî ji aliyê civakê ve tên demxe kirin. Ji ber vê yekê gelek jin tercîh dikin ku li hemberî tacîzê bêdeng bimînin. Jinên ku li paytexta Misirê Qahîreyê dijîn,  tacîz û êrîşên zayendî yên di jiyana xebatê de rastî tên vegotin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî kirin.

'Tundiya devkî û tacîz li min hat kirin'

Cemîle Fawzî ku navê xwe ya rast eşkere nekir wiha got: “Min berê bi qasî deh saetan bênavber dixebitim. Min tu carî dereng nediçûm cihê kar û herdem bi karê xwe re dilsoz dimam. Piştî ku ji destura zewacê vegeriyam, xwediyê karê min dest bi pirsan der barê zewacê min de kir. Ev rewşê min gelek matmahî kir. Ez gelek caran ji bersivdayînê reviyam, lê êdî ji ber van tacîzan min  nexwest biçim ofîsê jî. Ez rastî tundiya devkî û gefan hatim.

‘Ez bi awayekî bêdeng derketim û îstifa xwe pêşkêş kir'

Cemîle Fawzî ya der barê sedema dev ji kar berda xwe de axivî, wiha got: “Li ofîsa xwe êrişî min kir û min jî dev ji kar berda û reviyam mala xwe. Piştî ku ez hefteyek li malê fikirîm, ez vegeriyam ser karê xwe. Ji ber lêçûnên zewacê gelek deynê min û dayika min heye. Ji ber ku ez sêwî me û alîkariya mezinkirina xwişk û birayên xwe dikim. Lê ez li mayîna vê  cîhê kar rehetsiz bûm. Ji ber vê yekê piştî demekê min biryar da ku ez bêdeng dev ji kar berdim. Min îstifa da û dev ji kar berda. Min heta niha jî wan tiştan nevegot.”

‘Jin nikarin tiştên dijîn vebibêjin’

Aktîvîsta mafên mirovan û femînîst Lamîa Lutfî diyar kir ku di jiyana kar de jin rastî cudakariya zayendî tên. Lamîa Lutfî da zanin ku gelek jinên kedkar nikarin tiştên dijîn vebibêjin û wiha axivî: “Jin ji bertekên malbatên xwe û ji demxebûyine ditirsin. Şopandin û îsbatkirina bûyerên wek tacîz û tundiyê gelek caran zehmet dibe. Ji zeviyan heta kargehan gelek jin rastî tacîzê tên. Di derbarê vê de çîrokên bêhejmar hene.” Lamîa Lutfî ya bûyerek ku bandor li wê kir vegot û wiha got: “Tecawiz kirina hemşîreyek ku ji bo xizmetên tenduristiyê bide diçe nexweşxaneyê yek ji wan bûyeran e ku gelek bandor li min kir. Êrîşên bi vî rengî tirsnak in. Guhastin erkê xwediyê kar e û ew jin ji aliyê çend kesan ve hat revandin rastî tecavîzê hat û tu kes piştgirî wê nekir.”

'Kargeh giliyê têkildarî sûcdarê tecawizê qebûl nekir'

Lamîa Lutfî ya balkişand li ser êrîşên zayendî yên li dijî zarokan û wiha axivî: “Zarokek keç di otobusek ya kar de ji aliyê ajokarê ve rastî tecawizê hat. Kargeh giliyê der barê bûyerê de qebûl nekir. Me li dijî êrîşkar serlêdana sûc kir, lê ew zaroka keç ji ber şert û mercên aborî neçar ma li vê kargehê karê xwe bidomîne. Ji ber bêcezatiyê zaroka keç rastî tacîzên kiryarê tecawizê hat.”

Lamîa Lutfî da zanîn ku hikûmeta Misirê dê Peymana bi hejmara 190'an ya ÎLO'yê ya a tundî û tacîzê bipejirînin û diyar kir ku di rewşa pejirandina Misirê ya vê peymanê de dê di warê jinan de jiyana xebatê de gelek tişt bên guhertin.

'Maf di pratîkê de nayên pêkanîn’

Perwerdekara  Ewlekariya Kar û Zayenda Civakî ya Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) Noha Lamloum, da zanîn ku di tundiya girêdayî zayendî de zehmetiyên ku karker re rû bi rû dimînin derdikevin plana pêş û got ku tacîzkirina zaroka keç dê bi mudaxele kirina gelek aliyan re jî encam bibe. Noha Lamloum ya hin minakên hatin jiyîn vegot, diyar kir ku mafên şîr dayîna dayikên karker bi awayekî qanûnî hene, lê ev yek di pratîkê de nayê pêkanîn.”

Di navbera rojnamegerên jin û mêr de wekheviya mûçe nîne

Noha Lamlûm bal kişand ku di navbera rojnamegerên jin û rojnamegerên mêr de newekheviya mûçe heye, da zanîn ku tevî rojnamegerên jin di warê pîşeyî de serkeftinên girîng bi dest dixin jî, lê ew nikarin di cihê kar de ki pozîsyonên girîng cih bigrin. Noha Lamloum da zanîn ku cudakariya li ser zayendî heye û wiha got: "5 jinên rojnameger serpêhatiyên vegotin û me jî biryar da ku em li ser van serpêhatiyan fîlmek bikşînin, em niha amadekariyê vê fîlmê dikin."