Li Lîbyayê ji bo jinên ku çavên wan nabîne projeya rehabîlîtasyonê

Projeya bi navê "Akon" a ji bo rehabîlîtasyona jinên ku çavên wan nabîne li Lîbyayê ji aliyê Rêxistina Akon a Asetngdaran ve bi armanca parastina mafên jinên ku çavên wan nabîne û pêşxistina şiyanên wan hat destpêkirin.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Jinên ku çavên wan nabîne li Lîbyayê rastî gelek zehmetiyan tên û navendên ji bo rehabîlîtasyon û entegrasyona wan di civakê de tune ne. Ji ber vê yekê Rêxistina Akon a Asengdaran projeya "Akon" a rehabîlîtasyonê bi armanca parastina mafên jinên ku çavên wan nabîne û ji bo pêşxistina şiyanên wan da destpêkirin. Têkildarî mijarê rêvebera cîbicîkar a Rêxistina Akon Emanî El-Şairî li ser projeya "Akon" ji ajansa me re axivîn.

"Di nava projeyên 80 rêxistinan de projeya min hat hilbijartin"

Emanî El-Şairî diyar kir ku fikra projeyê, piştî ku beşdarî kursek ji hêla rêxistina Fransî ACTED ve ji bo birêvebirina projeyê hat organîze kirin, bû çêbû wiha got: "Piştî bidawîbûna kursê, ji me xwestin ku em ji bo projeyên ku dê paşê li ser bên xebitandin, fikrek pêşkêş bikin û ji ber vê yekê rêxistina me projeyek ji bo rehabîlîtasyona jinên kor pêşkêş kir û me navê projeyê kir Akon. Min der barê projeyê de ji hêla raman, armanc û xalên din ên sereke ve pêşniyarek entegre pêşkêş kir. Projeya min ji nav gelek projeyên ku nêzî 80 rêxistinan pêşkêş kiribûn hat hilbijartin."

"Divê jinên ku çavên wan nabînin werin rehabîlîtekirin da ku biaribin debara xwe bikin"

Emanî El-Şairî anî ziman ku jinên kor rastî gelek zehmetiyan tên û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Lîbyayê tu projeyên ku lênêrîna kesên kor dike tune ne, ji ber vê yekê me hewl da em ji bo jinên kor ên bi dijwariyên mezin re rû bi rû dimînin tiştekî bikin. Li Lîbyayê bi hinceta ku nikare debara malbat û zarokan bike tirseke mezin heye ku kesek bi jineke kor re bizewice. Girîng e ku jinên kor werin rehabîlîtekirin da ku bibin jinên berhemdar ku bikaribin kar bikin, bi xwe debara xwe bikin û tirsa ji ber astengdariyê bişkînin. Hin malbat bi tirs û hişyariyek mezin bi zarokên xwe yên astengdar re mijûl dibin û bi vê reftarê difikirin ku dê bi kêrî wan were û nizanin ku ev yek bandoreke neyînî lê dike, ji ber vê yekê em dê û bavan li ser vê yekê perwerde dikin."

Bernameya projeyê

Emanî El-Şairî da zanîn ku dê perwerde çar mehan berdewam bike û wiha bi dawî kir: "Proje dê çend qonaxan di nava xwe de bihewîne. Du hefte ji bo rehabîlîtasyonê, du hefte ji bo fêrbûna xwarinçêkirinê, du hefteyên din jî ji bo fêrkirina xwedîkirina zarokan û du hefte jî ji bo lênihêrîna malê. Her wiha wê fêrî dirûtinê jî bibin. Di dawiyê de dê perwerdeya zimanê Îngilîzî were dayîn."