Li Kargeha Nulîfer Şampo û Sabûnên xwezayî tê çêkirin

Şayda Seyîd puiştî qedandina beşa fîzîkê du salan lêkolîn li ser ziyanên madeyên kimyayi yên jê sabûn tên çêkirin dike û paşê jî biriyar dide bi madeyên xwezayî yên weke zerdeçal, zeyîta zeyîtunan û catirê sabûn û şamponê çêke. Dema eleqeya li hember xebata wê zêde bû karkgehek ya sabûn û şampoanên xwezayî vekir û her roja diçe dîdarên wê zêde dibin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Ger hun dixwazin ji sabûnên bi madeyên kîmyayî tên çêkirin xilas bibin serî li kargeha şeyda yê ya li Helepçeyê bidin, sabûn û şamponên ji madeyên xam ên xwezayî tên amadekirin bigirin. Li devera Sîrwanî ya ser bi Helepçe jina ciwan ya bi navê Şeyda Seyîd ji bo xwe kargehek ya şampo û sabûnên xwezayî vekiriye. Aramanca wê ewe ku hemû kes bibin xwedî ru, beden û porek bi tendirust. Di derbarê avakirina kargeha sabûn û şampoanên xwezayî û xebatên xwe yên kargehê de Şeyda ji ajansa mere axivî.
“Sabûnên kîmyayî ji ronê zêde tê çêkirin ew ji ne bi tendiruste”
Şeyda ya beşa fîzîkê xwendiye berîya dest bi kar bike nêzî dû salan lêkolîn li ser çêkirina sabûna xwezayî dike û wiha dibêje: “Min beşa Fîzîk li zanîngeha Silêmanî temam kir. Nêzî dû salan ez li ser çêkirina sabûna xwezayî xwebitim. Xwesteka min wisa kir ku ez giringî bidin karê xwe û pêş bixim. Piştî ku min di internetê de gelek lêkolîn kirin di sabûnên dinê de madeyên kîmyayî gelek tên bi karanîn û ne bi tendirustin. Ji ber wê min bi xwe biryar da ku ez sabûn û şampoanên xwezayî çêbikim. Min destpêkê malperek vekir û bi rêya online ew berhemên ku min çêkirin, min firot. Min karê xwe di çarçoveya mala xwe de di doman û xwesteka xelkê jî gelek ji berhemên min re hebû.”
“Ez sabûnê ji zerdeçal, zeyta zeyîtunan û catirê çêdikim”
Dema Şeyda rojekê li torên civakî di geriye formek ya rêxistina UNDP a ku alikariya madî bi kesên ku di bin desthilata Îraq û Surye de ji qeyrana darayî para girtî dibîne. Kurdîstan jî yek ji wan cihane, ev rêxistin pirojeya 3 hezar kesan girtiye, Şeyda yek ji wan bû ku pirojeya xwe ji wan re şandî û pirojeya wê hatî hatî erêkirine ku di nava mehekê de kargeh ava kir û dest bi kar kir. Şeyda ji bo xebata xwe ya bi lêkolîn û zanistî despêkirî got: “Dayika min alikara min ya sereke ye. Rojane em bi hev re serdana kargeha Nulîfer dikin ji bû çêkirina sabûnan. Em sabûnên zerdeçal, zeyta zeyton, catir û çend giyayên din ên xwezayî çêdikin. Amêrên wê yên tabet hene û piştre em dikin nav hev li bendê dimînin heta çareser dibin. Têklebûna taybetiya wê ya sereke ye. Pîştî çareserbûn û têkelbûna wê, em dixwin kisê wan yên taybet de û di rakin. Şêwazî bi karanînan wê ka çawan dibe û rênmayên dinê em li ser qotiya wan di nivîsin. Bi hewildana diwar tên şikandin. Dema min dest bi kar kirî bi yek lître zeyta zeytonan min destpê kir û min çend sabûnên biçûk çêkir. Niha jî ez gihame vê ast. Ez hêvîdarîm hemû kes di hewildanên xwe de berdewam bin da ku bigihin armanca xwe.”