Li gundewarên Kobanê dema berhevkirina zeytuna ne

Jinên ji gundê Ziravik û Bubanê di derbarê komkirina Zeytunan de gotin: "Me dest bi komkirina zeytunan kiriye, ji ber kêm av û nebarîna baranê, îsal mewsim hin cihan kême, dîsa jî em debara xwe pê dikin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Gelê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê-Rojava dest bi komkirina Zeytunan kirine, lê taybetmendiyeke Zeytunan heye, divê baran li ser Zeytunan de bibare wê demê zeytun baş tên komkirin. Di sala îsal de baran nebariya, di heman demê de dewleta tirk jî çemê Firatê qutkiriye, ji bo wê jî bandor li ser mewsima zeytunan dike. Herî zêde zeytun li gundê Buban, Susan û Xurxurî tê çandin û hejmaran daran gelek e. Herî zêde dar derdora 14-15 salan digre û berhem jê tê. Di sala 2014'an de çeteyên dewleta tirk êrîşî kantona Kobanê kirin, ji ber van êrîşan gelek darên zeytunan hatin şewtandin û qutkirin, ji ber vê hin ji wan daran heya niha jî berhemên baş nadin. Du cureyên zeytunan hene, zeytunên hur ji boyî run û di heman demê de ji boyî xwarinê tê bikaranîn, zeytunên gir jî ji boyî xwarinê wek etun û dagirtinê tê bikaranîn. Lê herî zêde zeytunên hur bi tehmin û navdarin. Her wiha runê zeytunan jî di hemû xwerinan de tê bi karanîn û sibehê jî bi zehter û mast re tê xwerin. Feydeyên zeytunan ji boyî ruyê mirovan û heman demê de ji boyî laş jî baş e. ji zeytunan run, etun û sabun tên çêkirin. Darên zeytunan di her çar demsalan de şîne û hişk nabe. Li ser asta herêmê yekem çandinî piştî genim û ceh, çandina zeytunan e. Jinên bi komkirina zeytunan re mijul dibin xebata xwe ya nava baxên zeytunan par kirin.
"Li vê herêmê dara zeytunê pîroz e"
Edla Mehmud da zanîn ku zeytun ji laş û ruyê mirovan re gelek başe û feydeyên wê gelekin û wiha pêde çû: "Anha dema komkirina zeytunan e, me jî dest pêkiriye û ji bo xwarinê min hin zeytun berhefkirin. Di meha pêşiya mede em ê ji bo run zeytunan kom bikin. Min niha ji malê re ji bo etunan zeytun dagirtine û dema ji min zêde be jî ez xêra xwe didim cîranê xwe. Îsa ji ber ku baran neket, me zuh dest bi komkirinê nekir, zeytunên me ji ber ku sala par girt, îsal berê xwê xwe nebaşe. Lê li hin cihan baş berhem girtiye. Dema ku mirov xizmeta daran bike, helbet wê berhemên wê baş be. Di salê ku berhem baş be, wê demê dar ji ber zeytunan ranebe, lê erdê diweşin. Ji ber zeytun bi bereketin û pîrozin li ber deriyê her kesî heye. Sê beşên zeytunan hene, Xilxalî, Nafalî û yê rûn. Lê herî zêde em yê bi rûn dixwin û herî zêde tên çandin. Yê ku darên wan kêm bin tenê ji bo mala xwe zeytun û rûnê wê radikin, lê yê ku derdora 300-400 dar hebin, difroşin. Di vê demê em niha zeytunan kom dikin, piştî nivro em hemû jin di nava baxçeyan û daran dene. Ez û zarokên xwe darên xwe kom dikin, lê yê ku nikaribe jî paliyan tînin û heq destê wan nêzî 8,000 hezar didin. li gor rewşa niha em jiyan dikin, heqdestê paliyan kême, ji ber tişt gelekî bihan e. Sibehê li ser taştê em hemû cureyên zeytunan datînin, zeytunên şîn, etun, rûn û yê tirşo."
"Xizmeta daran hêsane û xweşe"
Leyla Hemade bilêv kir ku berhefkirina Zeytunan rihê komînal ava dike û wiha domand: "Em li gundê Ziravikê yê Başurê Kobanê zeytunan kom dikin. Salê carê em dest bi komkirinê dikin, îsal ne sala van darane ku zeytunan bigrin, lê kêm zêde wê ji bo malê zeytun hebin. Dîsa jî li gor rewşê başe. Em bi kêfa xwe kom dikin, ji milekî de em kom dikin û milê din jî em sitran, çîrok dibêjin û henekan dikin. Şêniyên gund jî ji me re çayî tînin. Komkirina zeytunan bi komîn xwaş dibe, ez bi xwe ji bajarim lê dema ku ez têm nava axê ji milê tenduristî de ez başdibim. Bi taybet li bajaran di hindir binyetan de mirov hişt dibe û nexwaş dibe. Li gund nefesa mirovan derdikeve û mirov baş dibe. Xizmeta daran wek teseliye û mirov bê kar namîne wek ku mirov diçe cihê gerê. Darên zeytuna pir başe, em berhemên xwe jê digrin, her çar demsalên salê dar şînin û rengê wan jî balkêşe. Lê dema ku baran jî bibare wê demê mirov qirêj nabe û zeytun jî tên şûştin. Darên me derdora 100'î ne, ez zeytunên etunan û xilxalî çêdikim. Di nava daran de min baxçeyekî xwe çandiye, baxçê payizê wek pîvaz, sîr, tirp, reşd, maydenus û hwd. Dema em xwarinê dixwin li ber xwe em zebzeyê xwe jî kom dikin û bi xwarinê re dixwin."