Li Assiutê jin bi ava hinaran hilberînê dikin

Li bajarê Assiut ê Misirê jinên ku ava hinaran derdixin, li bajarên cuda tevli fiaran dibin. Asma Ahmed Mahran a ji bo jinan projeyê amade kir diyar kir ku armanca wan ew e jinan zêdetir tevli pêvajoyên hilberînê bikin.

ASMAA FATIHÎ

Misir- Damezrînera Navenda Tej a li Assiutê Asma Ahmed Mahran, diyar kir ku bajarê Assiutê bi ava hinaran navdar e û da zanîn ku li bajar ji 12 hezar donim zêdetir cihê darên hinaran hene. Asma Ahmed Mahran, bal kişand ku di salên dawiyê zêdebûna avêtiyan mirov dixe nava fikaran û got ku darên hinaran jî ji ber guherîna avhewayê bi bandor dibin.

Asma Ahmed Mahran, diyar kir ku hinar li û got: “Krîza aborî li ser hilberînerên hinarê bandoreke mezin çêdike. Hilberînerên ku bi tonan hinar di destên wan de dimînin, mecbûr dimînin bavêjin. Ev rewş ji bo hawirdorê gefeke mezin e. Hinek ji wan jî hinaran bi bihayê kêm difiroşin. Rewşa heyî li ser hilberîneran bandoreke neyînî çêkir.”

Ji bo jinan proje hat pêşxistin

Asma Ahmed Mahran, diyar kir ku ji ber rewşa heyî wan di hilberîna ava hinaran de dest bi hewldanek kirine û projeyek bi pêş xistine û wiha domand: “Ava hinaran a tê hilberandin, difroşin restoran û otêlan. Hine û melhemên ku nerm dikin jî di nav de em hinek berheman ji ava hinaran çêdikin. Her wiha em hevkariyê bi dermanxaneyan re dikin, ji bo nexweşiyên mîde hinek berheman hildiberînin. Li Misira Jorîn her wiha projeyên çêkirina tiştên weke orlon, dirûtin û yên din çend proje me xistine meriyetê.”

Asma Ahmed Mahran, bal kişand ku di van demên dawî de saziyên navneteweyî yên mezin, ji bo Misira Jorîn projeyên pêşxistinê zêde kirine û wiha domand: “Bi projeyan jin di warê aborî de bi hêz dibin lê bajar jixwe bi hilberîneriya hinarê navdar e. Gel hinarê bi navê ‘Zêrê sor’ pênase dike. Ji bo ku ji hinarê madeyên cur be cur werin bidestxistin xebatên ku tên kirin behremendiya jinan bi pêş dixe.”

‘Zextên li ser jinan kêm dibin’

Asma Ahmed Mahran, got ku jinên di warê aborî de serbixwe nebin, xwe di ewlehiyê de nabînin û wiha berdewam kir: “Di dema dawî de guherîna ku bi jinên li bajar re çêbûye pir girîng e. Jin derdikevin derveyî bajar, diçin bajarên Luksor, Asvan û yên din tevli fiaran dibin. Ji bo ku tiştek bi dest bixin, li fiaran berhemên xwe derdixin bazarê. Em dibînin ku bi xebata jinan, zexta li ser wan kêm bûye.” 

Asma Ahmed Mahran, bal kişand ku êdî gelek malperên dîjîtal ên ku jin berhemên xwe didin nasîn hene û diyar kir ku ji bo jinan amade bikin ku tevli xebatên fîzîbîlîte û bazarê bibin ji wan re dibin alîkar û hewl didin rêbaz û navgînên ku di pêşerojê de hebûna xwe bi berdewamî bidomînin pêşkêşî wan bikin.