Li Şengalê jiyan bi destê jinan tê hûnandin

Piştî ku civaka Êzidî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, bi dehan sazî û destgeh hatin avakirin. Yek ji wan jî komîteya aborî ye ku gelek xebatên baş di nava du salan de kirine.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Piştî fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî ya li Şengalê rabû, bi avakirina pergala xwe jiyan bi destê jinan tê hûnandin. Li Şengalê piştî fermanê bi dehan sazî û dezgeh ava bûn. Di heman demê de rêveberiya xweser a şengalê hat avakirin. Civaka Êzidî di her milî de xwe bi xwe birêve bir. Hêza xwe, rêveberiya xwe, komunên xwe ava kir. Yek ji xebatên girîng ku jî komîteya aborî ye ku ev du sal in hatiye avakirin û xebatên girîng tê meşandin.

 Di nava 2 salan de gelek xebatên baş ji aliyê komîteya aborî ve çêbûn. Projeyên berfireh tên amadekirin. Wekî parka zarokan, xebata ji bo ciwanan û çandiniya bostan û bexçeyan. Endama komîteya aborî ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Hilwa Feqîr li ser kar û xebatên komîteyê ji ajansa me re axivî.

‘Civaka Êzidî bi xwezayê re yek e’

Hilwa feqîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya civaka Êzidî û xwezayê bi hev re û wiha got: “Beriya fermanê jî têkiliya Êzidiyan û bi giştî Şengaliyan bi axê re bi hêz bû. Civaka me beriya fermanê debara jiyanê bi çandinî û xwedîkirina ajalan dikir. Di demsala havînê de çandinî li pêş bû. Axa Şengalê di aliyê çandiniyê de axeke bi behrem e. Çandiniya gelek tiştan li ser vê axê hêsan e. Berhemên ku derdiketin gelê me dibir li derveyî Şengalê lê gelekî bi erzanî dihat firotin. Di demsala havînê de tiştê ku li Şengalê bi erzanî dihat firotin zivistanan careke din bi bihayekî zêde dihat dayîn. Wê demê rêveberiyek ango pergala me ya aboriya gel tune bû. Weke civak û bi taybetî jinan, zanebûnek me li ser aboriya serbixwe tune bû. Sazî ango dezgehek tunebû piştgirî yan jî destek di aliyê avakirina projeyên aborî de bide gelê me. Her malbateke me tiştên çandinî ji xwe re diçand û pê debara jiyana xwe dikir. Destgirtinek me ya kûr û berfereh ji aboriyê re tune bû.”

‘Şengal bi hejîr, hinar, zeytûn û tûtina xwe tê naskirin’

Hilwa bal kişand ser berhemên çandiniyê yên li Şengalê û wiha got: “Piştî fermanê li Şengalê valahiyeke pir mezin çêbû. Di dema fermanê de bi hezaran kesên me ji cih û warê xwe bûn, piraniya wan koçber bûn. Dîsa bi hezaran jî di kampan de jiyana xwe domandin. Gelê me yê di dema fermanê de li Çiyayê Şengalê ma kevneşopiya çandiniyê û xwezaya wê parastin. Li Şengalê tiştê di aliyê çandiniyê de pir bi nav û deng e darên hejîr, hinar û zeytûnan in. Dîsa Geliyê kersê, bi titûna xwe tê naskirin. Hê jî ji aliyê gelê me ve titûn tê çandin.”

Têkiliya jinan bi axê re

Hilwa diyar kir ku wekî jinên Êzidî gelek sazî û dezgehên xwe ava kirine û wiha got: “Eger em îro behsa çanda çandinî, xweza parastin û girêdana bi axê re dikin ev têkiliya xwe bi girêdana jinan a bi axê re çavkaniya xwe digre. Ji ber ku hem çandinî û hem jî xwedîkirina ajalan bi destên jinan heta roja îro weke kevneşopî di nava civaka me de berdewam dikin. Bêguman gelek kêmasiyên me di aliyê pêşxistina aborî de çêbûn lê niha me heta astekê ew kêmanî û zehmetî derbas kirine. Me di vê mijarê de hinekî gav dereng avêt, ji ber heya berî du salan jî komîteya me ya aboriyê tune bû. Me weke civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî di avakirina pergala xwerêvebirinê de di gelek aliyan de sazî û rêxistiniya xwe ava kir lê di aliyê avakirina aboriyeke serbixwe de me dereng sazîbûna wê ava kir.”

Komîteya aborî dû sal in xebatên xwe dimeşîne

Hilwa Feqîr da zanîn ku di desypêka avakirina komîteyê de gelek zehmetî kişandine û wiha got: “Ev du sal in me komîteya aboriyê ava kiriye û rêxistinkitina wê pêş xistiye. Ev salek e ez jî di nav vê komîteyê de cihê xwe digrim. Li gorî derfetên di destên me de hene projeyên me pir in. Bêguman dema destpêkê me komîte ava kir gelek zehmetiyên xwe hebûn. Lê weke mirovên ku Rêber Apo xwendine û li pey nasîna wê fikrê ne me dît Rêber Apo girîngiyekî pir mezin dide rehenda aboriyê. Eger civakek aboriya wê nebe nikare xwe bi rê ve bibe. Em weke jinên Êzidî gihîştine wê zanebûnê, ji bo wê divê em hîn zêdetir li ser pêşxistina aboriya serbixwe bisekinin. Gava her tişt ji derve be ew civak dikare heya demekî xwe bide meşandin lê nikare demdirêj debara xwe li ser berhemên amade bike. Me weke civaka Êzidî dît ku em bê aborî nabin.”

‘Tevî hemû zehmetiyan îsrara me bi ser ket’

Hilwa diyar kir ku ew ji bo pêşxistina projeya xwe pir bi îsrar bûn û wiha diyar kir: “Cara yekem me bi 4-5 projeyan dest bi kar kir. Ya rastî dema me proje di aliyê pratîk de dest pê kir me gelek zehmetî kişand. Lê ji bo wê ya girîng ew bû em bi îsrar bûn û bi ser de çûn. Me di pêşxistina projeyan de îsrar kir û dev jê berneda. Me yekem kargeha avê vekir û ew proje gelekî bi serkeftî bû. Zehmetiyên wê pir çêbûn lê niha gelê me herî zêde wê avê digre û pêdiviya xwe ya avê wisa temîn dike. Lê beriya niha hemû ava ku dihat Şengalê ya ji derve bû.”

Hilwa bal kişand ser pirsgirêka avê jî û wiha got: “Erdê şengalê ji bo çandiniyê gelekî baş e. Zehmetiya herî mezin em di çandiniyê de dibînin peydakirina avê ye. Li Şengalê bi giştî av kêm e û li cihê heyî dûr e. Mînak em hinek erdan dibînin ji bo çandiniyê pir berhemdar in lê carna ji ber pirsgirêka avê em nikarin çandiniyê bikin.”

‘Projeyên me pir in’

Hilwa Feqîr bal kişand ser projeyên wan ên cihêreng û wiha got: “Weke komîteya aborî ji dervayî projeyên çandinî û xwedîkirina ajalan me hin projeyên din jî pêş xistine. Me niha kar û xebata xwe berfereh kiriye. Kargehên me yên lastîkan, pîrket û xwedîkirina mêşên hingiv hatine vekirin. Em projeyên aboriyê li gorî daxwezên gel bi pêş dixin, ji ber ku ev aborî ji gel re ye. Gelê me bi riya meclisên gundan projeyên xwe ji me re radigihînin. Pêwîstî heye hîn zêdetir jin di vê komîteyê de cih bigrin. Ji ber ku yek ji karê herî sereke yê jin dikarin bikin karê aboriyê ye. Dema jin karê aborî bidin meşandin wê bê şik û guman bidin meşandin. Di hemû kargeh û projeyên me ava kirine de jin di asta pêşengiyê de cihê xwe digrin. Gelek projeyên me yên xweser jî hebûn. Ji derveyî wê komîteya me ya xweser jî xwe bi rêxistin kiriye û ji bo jinan gelek proje ava kirine. Kargehên nan, y şirînahî û ava firingiyan hene. Kar û xebatên van projeyan jî pir bi serkeftî ne.”

‘Jin dest bidin çi xweşik dibe’

Hilwa da zanîn ku di karekî de dest û rengê jinan hebe, ew kar serkeftî dibe û got: “Ger di karekî de destên jinan hebe û bi taybetî bi îsara jinên Êzidî, ew jina ku bi fikrên Rêber Apo tên perwerdekirin wê serkeftinên gelekî mezin bi dest bixe. Ji bo demên pêş projeyên me gelek in. Niha hemû tiştên ku li ser axa Şengalê tên çandin û şîn dibin em diçînin. Pêşvebirina kar û xebatên aboriyê bi pêşketinên siyasî yên Şengalê re eleqedar e. Nêrîn, hişyarî û pêşniyarên gel ji bo xebatên me çêbûn. Nêrîna herî zêde ji ku mezinên me çêdibe der barê çandiniyê de ye. Em van nêrînan ji bo xwe were biryar digrin dest û wisa nêz dibin.”

‘Xwedî li axa xwe derkevin’

Hilwa Feqîr bang li ciwanan kir ku li xwe û keda xwe xwedî derkevin û wiha got: “Li ser civaka me bi riya şerê taybet dixwezin bi reşbînî aboriyê bigrin dest. Di vê alî bi taybet keç û xortên me yên ciwan. Dema ku dibînin kar nîn e li malê radizên dema xwe herî zede bi telefonê derbas dikin. Di pêşxistina aborî de hedefa me ya sereke ew e ku em bi mezinkirina projeyan ji ciwanên xwe re kar bi pêş bixin. Tişta ku em ji gelê xwe dixwazin ew ku hinek din bi kêrî xwe werin. Li hinek cihan hewldan gel ji xebata aboriyê dûr bixin. Kar û xebatên me gihîştine asteke baş. Ew zehmetiyên me yên destpekê derbas bûne. Di dema pêş me de hin projeyên ku me plan kirine em pêk bînin. Kargeha tahînê jî em ê di dema pêş me de vekin. Dîsa em ê aşê çêbikin. Ji zarokan re wê park bên vekirin û niha amadekariyên wê tên kirin.”

‘Te çi çand tu yê wê bi dest bixî’

Hilwa Feqîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku însan çiqas ji bo civaka xwe ked bide û bixebite ewqas serbilind dikare bijî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tiştek li Şengalê kêm nemîne. Ji ber ku gelek hesab li ser Şengalê tên kirin. Her hêzek dixweze Şengal di bin serweriya xwe de bigre. Lê Şengal a Êzidiyan e. Dîsa yek ji armanca me jî ew e em gelê xwe bi vê axê ve girê bidin. Em ji bo ciwanan dibêjin li şûna ku biçin derve û ji hinekê din re bixebitin û xulamtiyê bikin bila ji gelê xwe re bikin. Ji ber ku mirov çiqas xizmetê ji axa xwe re bike wê bi serbilindî bigere. Lê ger ji yê xeynî xwe re bike wê her dem serî wê/î tewandî be. Ez li vir dixwazim peyamek ji gelê me re bişînim. Ax, tiştekî gelekî mezin û pîroz e. Lê tu wê axê çawa bi kar tînî, ji ber tu çi biçînî tu yê wê berhemê bi dest bixî. Lê dema te dev ji vê axê berda wê berhemek nede te, ger berhem bide jî wê nebaş be. Lê ger gelê me li ser axa xwe bijî dema te gul çandin tu yê berhema wê jî bigrî û bêhnekî xweş were. Ez dikarim bibêjim; tu çi biçînî tu yê wê bigrî.”