Li Şarezûrê werza berhevkirina gûzan

Payîz ew werz e ku xwediyên erd û darên gûzan, berhemên ku bi kedekî mezin hatine mêyzekirin berhev bikin.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr – Salek bi kedekê mezin hat mêyzekirin, avdan û niha jî werza berhevkirina gûzan e ku divê ji daran bê girtin û komkirin. Jinên ji Şarezûrê yên bi werza payîzê re dest bi berhevkirina gûzan kirin ji me re qala hilberîna gûzan û berhevkirina wan kirin.

Bahar Salih ku bi malbata xwe re ji bo berhevkirina gûzan hat, ji bo ku dest bi karê xwe bikin di firinê de çerez amade kirin û got ku piştî xwarina taştê dest bi berhevkirina gûzan dikin û paşê xwarinê ji bo firavînê amade dikin da ku westandina kar ji bîr bikin.

Bi kêfxweşiyê kar dikin

Hilberînerê gûzan Qadrî Fetah dibêje rûxmê zehmetiyan jî ew bi kêfxweşiyek karê xwe dikin û wiha qala berhevkirina gûzan dike: “Dema ku ber bi bilindahiya darên gûzan ve diçin jiyana wan dikeve metirsiyê de, ji ber ku dever gelî û rûbar e. Salê carekê nar û berhevkirina gûzan, her çend zehmet e jî lê em bi kêfxweşiyê karê xwe dikin.”

Dayika zarokekî biçûk Mîhraban Mihemed jî bi vê xebata kooperatîfê re eleqedar dibe wiha got: “Her çendî ev kar zêdetir ji aliyê mêran ve tê kirin, jin jî roleke sereke dilîzin.”

Gûz yek ji berhemên payîzê ye û gelek feydeyên wê ji bo sîstema berevaniyê, bihêzkirina bîr û nexweşiya şekir e, bexçevan hinek ji gûzan difroşin û hinekan jî diyarî dikin û hinek jî ji bo zivistanê radikin.