Krîza aborî ya li Îranê herî zêde bandorê li jinan dike
Ji ber zêdebûna buhayê kel û pelan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hemwelatî êdî nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin û li dijî vê rewşê helwesta xwe nîşan didin.
SAYIDA ŞÎRZAD
Sine – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xizanî û bihayê kel û pelan zêde dibe. Gel rastî gelek zehmetiyan tên û ji ber zêdebûna biha, nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane pêk bînin. Buhayê xwarin û kel û pelan li Îranê gihîştiye asta herî jor, tişta herî ecêb û xemgîn ew e ku dewleta Îranê bilindûna nirxan re dibêje aboriya welat di asta herî baş de ye. Li dijî vê xizanî û zêdebûna nirxan xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi fikar in û helwesta xwe nîşan dan.
Jina ciwan a bi navê Sara, dayika 2 zarokan e û malbat rê ve dibe û di qezayekê de hevjînê xwe winda kiriye, bi alîkariya xizmên nêzî xwe dikaribûye dikaneke biçûk li taxeke bajarê Sinê veke û di der barê zêdebûna nirxan de wiha got: “Ji ber rewşa xirab a aboriyê ez nizanim çawa zarokên xwe xwedî bikim. Ji bo ez kîloyek bacan bigrim divê ez biçim çend cihan, her firoşgehek li gorî kêfa xwe nirx dide kel û pelan û ez ji diçim li ku derê erzantir be ji wê derê digrim.”
‘Hikumet dixwaze alozî çêbibe’
Destfiroşek li bazarê fêkiyan dibêje: “Welat bêxwedî ye û her kes li gorî daxwaza xwe nirx dide kelûpelên xwe. Kesek nikare ji wan re bêje çima hûn wisa dikin. Mînak ez ji kesekî nirxa her kîloya fêkî 10 hezar tumenî dikirim û ez bi 15 hezar tumenan didim lê ji yekî din fêkî bi 15 tumenî dikirim û tê zanîn bi 20 hezar tumenî difiroşe. Ev yek bûne sedema nearamiya di nava gel û firoşgehan de. Hikûmet dixwaze ev alozî çêbibin.”
‘Mirov tenê li ser amadekirina tiştên xwarinê difikire’
Merziyeya li navenda bajêr dikaneke biçûk kirê girtiye û tiştên paqijiyê û kincên jinan difiroşe wiha got: “Nirx zêde bûne û kelûpel pir biha bûne. Kirêya dikanan jî gelek zêde bûye û divê em bihayan bi awayekî rast bikin ku em bikarin di dawiya mehê de li ser kirêya xwe bifikirin, lê em çiqasî hesab bikin jî wê her nirx bilind bibin. Ev giranbûna nirxan bûye sedem ku bikir kêm bibin yan jî cil û bergên tenduristiyê yên ku ji bo jinan pêwîstin, niha ji aliyê jinan ve nayên kirîn û pir kêm bûne. Bi rastî mirov tenê xwarinê difikire.”
A. N ya 50 salî der barê rewşa jiyana xwe de wiha got: “Em kirêdar in û me malek piçûk û xaniyek li der û dorê kirê kiriye. Hevjînê min mehane 3 milyon pere digre divê em 1,5 milyon jê ji bo kirêya xanî veqetînin. Ev 5 meh in me bi tu awayî goşt nekiriye. Nizanim hikûmet ji gel çi dixweze, êdî kes nikare di vê rewşê de bijî.”
‘Mirov her roj ji roja berê zêdetir tiştên bingehîn ji jiyana xwe derdixin’
Rojîna ku bi firoşgeha xwe ya serhêl jiyana xwe derbas dike wiha got: “Berê dema nirx zêde dibû, xelkê digot dahatê me jî zêde bûye û bi van hincetan xwe îqna dikirin. Niha tenê nirx zêde dibin. Dahata gelek karan jî kêm bûye. Eger we kîloyek fêkî, gûz an jî tiştekî bi buhayekî diyar dikirî, niha girantir bûye. Ji bo firoşkaran ev ziyanek mezin e, ew berhemên ku bi nirxek biha dikirin, neçar in bi nirxek zêde bidin. Her roj zêdetir ji roja berê gelek pêwîstiyên bingehîn ji jiyana xwe em derdixin. Zêdebûna nirx li aliyekî, tunebûna bihayekî yekalî li bazarê jî li aliyekî. Ev cudahiya nirxan di piraniya berhem û amûran de heye ku bûye sedema tevlihevî û heta hêrsa mirovan. Wisa diyar e ku berpirs ji bo wekheviya nirxê li bazar û kesan tu tedbîran nagirin. Ger li navendên danûstandinê bijîn divê hîn zêdetir pere bidin nirxek zêde li elektrîk, kirêya dikanan diçe. Ne tenê pêdiviyên malê yan jî cil, her wiha nirxên tiştên xwarinê li gorî firoşgehan tên guhertin.”
‘Dewlet bûye sedema xizaniya gel’
Civaknas A.B. dibêje: “Guman nîn e ku di kontrolkirina nirxan de pirsgirêk heye û xizanî ji kontrola wan derketiye. Dewlet her dem bûye xwedî stratejiyên bê bingeh ku krîzan normal bide nîşandan lê a girîng xemsariya mirovan a li hemberî van stratejiyên bêbandor e. Dewlet bûye sedema xizaniyek giran, belengaziya gel.”