Krîza aborî jinên Lubnanê ji xeyalên wan bêpar hişt
Krîza aborî li Lubnanê roj bi roj girantir dibe ev yek bûye sedem ku xelk ji hêsantirîn pêwîstiyên rojane û heta xwarinê jî bi sedema zêdebûna nirxê wan, dest jê berdin.
CAROLÎNE BAZZI
Beyrûd – Wekî gelek welatên li cîhanê Lubnanê, malbat ji ber krîza aborî ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar in.
Henadî Zebîb a 26 salî diyar kir ku mîna gelek keçên din, rewşa xirab a aborî wê ji gelek tiştan mehrûm kiriye û wiha pê de çû: “Berê min jiyana xwe bi awayekî hêsan dijiya lê îro dema ez ji xew radibim li ser qutbûna elektrîkê û kirîna avê difikirim. Ji ber zehmetiya peydakirina dermanan ku bihayê wan niha du qat zêde dibe, nexweşî jî ji bo jinên Libnanî bûye xem. Dema ku em nexweş jî dikevin, ji tirsa buhayê zêde dudilî dibin biçin dermanxaneyan. Ji ber ku ketina nexweşxaneyan ji ber lêçûnên giran gelek zehmet e, gelek Lubnanî li ber deriyê nexweşxaneyan dimirin. Mîna her jinek ciwan, min pere kom dikirin da ku xewnên xwe pêk bînim lê îro ez ji bo alîkariya malbata xwe dixebitim êdî nikarim dirav berhev bikim ji bo ku tiştên dixwazim bikirim.”
‘Ji ber krîzê Lubnanî bi mehan e ji elektrîkê bêpar in’
Leyal Hisên da zanîn ku berê ew li mala xwe li ser xêzkirina hinê dixebitî, ji ber buhabûna madeyên xam ên ku di karê xwe de bi kar dianî, wê biryar da ku li herêma lê dijî beşdarî yek ji salonên bedewiyê bibe û wiha pê de çû: “Dema ez tevli salonê bûm ji ber ku bihayê sotemeniyê hê negihîştibû 800 hezar lîreyê tankeke benzînê heqê rê ne zêde bû. Min berê di navbera 5 û 10 hezar lîreyan de didît lê niha bi zêdebûna bihayê sotemeniyê re ez rojane nêzî 80 hezarî didim. Dema ez ketim salonê, heqê rê ne zêde bû, ji ber ku bihayê sotemeniyê ji bo tankeke benzînê ê negihîştibû 800 hezar lîreyan. Berê min di navbera 5 û 10 hezar lîreyan de dida lê niha bi zêdebûna buhayê sotemeniyê re rojane nêzî 80 hezar lîreyî didim. Ji ber qeyrana ku welat tê de ye, Lubnanî bi mehan e ji elektrîkê bêpar mane.”
‘Her tişt çend qat zêde bûye’
Zehra Hisên eşkere kir ku berê ew di nav bextewariyê de dijiyan û wan texmîn nedikir ku wê rojekê bikevin rewşeke wisa û wiha axivî: “Piştî ku bihayê mazotê zêde bû, me dest bi bikaranîna mûman kir. Îro em şevên xwe bi ronahiya mûman derbas dikin. Me gelek tişt tehemul kirin û hê jî tehemul dikin. Berê ez bi texsiyê diçûm ser kar û min heqê kiriya texsiyê hezar lîre dida, bi hezar lîreyan vedigeriyam malê lê îro heqê texsiyê ji 80 hezar lîreyan derbas bûye. Em berê diçûn super marketê ji bo kirîna xwarinê, me her tiştê ku dixwest dikirîn û me bi qasî dused hezar lîreyan dida lê îro pênc milyon têrê nake.”
Zeyneb El-Musiwî ku wekî alîkara dermansazekî dixebite destnîşan kir ku krîza aborî bandorê li hemû beşên civakê kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dahata mehane êdî têra tiştekî nake. Min xwendina xwe ya zanîngehê qedand lê min dixwest xwendina xwe ya lîsansa bilind biqedînim. Îro ji ber krîzê min navberek da, da ku çavdêriya rewşê bikim û bibînim ka hêviya başbûnê di rewşê de heye yan na. Bihayê dermanan gelek zêde bûne û her cara ku nexweş ji bo kirîna derman dikeve dermanxaneyê, bi buhabûnê re rû bi rû dimîne, her ku diçe nirx zêdetir dibe. Gelek derman hene ku peyda nabin, em hewl didin wan peyda bikin lê mixabin bazirgan û şirket hene ku hewl didin belavkirina van dermanan kêm bikin da ku bihayên wan bilind bikin û paşê wan belav bikin.”
Ebîr Yehya anî ziman ku bihabûna sotemeniyê û fatûreya jeneratorê pir bandor li wan kir û wiha got: “Jiyana me gelek guherî, berê fatûreya abonetiya elektrîkê li gorî nuha erzan bû, ji ber vê yekê me berê elektrîka jeneratorê ji bo hemû karên malê bi kar dianî lê niha em tenê dikarin odeyên ku tê de ne ronî bikin.”