Keda destên ku ruh didin xalîçeyên navdar ên cîhanê nayê dîtin

Xalîçeçêker Paryoş M. diyar dike ku ew xalîçeyên destçêkirî yên ku li Dîwandereyê bi buhayan tên firotin, bi mûçeyên kêm çêdikin û got: “Her kes heyranê keda me ye lê tu kes êş û nexweşiyên ku em dema tevnan çêdikin, dikşînin nabîne.”

HAWJÎN ŞEYHÎ

Dîwandere- Li bajarê Dîwandere ku yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye, ji sedî 85 kesên ku di warê hunera destan de dixebitin jin in. Xalîçeyên destçêkirî ku di çanda Kurd û Îranê de xwedî cihekî girîng in û di destpêkê de bi piranî ji aliyê koçeran ve dihatin çêkirin, bi atolyeyên ku hatine avakirin, belav dibin. Xalîçeyên ku ji aliyê jinan ve di çanda Kurdî de bi şêwe û rengên resen û wateyên curbecur tên çêkirin, di nava xalîçeyên Îranî yên navdar ên cîhanê de pir zêde tên ecibandin.

Em bi parêzvana mafên mirovan Galavizh Salamî û tevnkar Paryosh M. re li ser girîngiya xalîçeyên destan û serpêhatiyên jinên tevnkar axivîn.

‘Xalîçeyên bêhempa bi destpêdayînên hunerî tên tevnkirin’

Galavizh Salami diyar kir ku xalîçeyên bêhempa bi destpêdayînên hunerî tên tevnkirin û wiha got: “Tevnkirina xalîçeyan karekî kevn, mayînde û bedew e. Di vî warî de rola jinan herî zêde li gundan tê dîtin. Ji ber vê jî piraniya berhemên di warê hunera destan de li gundan ji aliyê jinan ve tê kirin.” Galavizh Salami destnîşan kir ku xalîçeyên ji hêla jinan ve tên çêkirin, bi gelemperî ji hêla kesên ne tevnkar ve tên firotin.

Xalîçeyên ku bi buhayê keda çêkirina wan kêm e bi buhayên zêde tên firotin!

Galavizh Selami bal kişand ser paşeroja dîrokî ya xalîçeyan û got: “Berê xalîçe ji bo di malê de werin bikaranîn dihatin çêkirin. Lê belê îro pîvaneke aborî girtiye. Kesên xwedî sermayeyeke têr, zarokên malbatên kêmdahat ên gundan teşwîq dikin ku di sektora xalîçeçêkirinê de bixebitin. Xalîçeyên destçêkirî ji aliyê zarokan ve bi buhayên pir erzan tên çêkirin. Lê belê li bazarên derve bi buhayên zêde tên firotin.”

‘Bi girêkên sîmetrîk ên ku li ser tayê hirî tên çêkirin tên tevnkirin’

Galavizh Salami der barê xalîçeyên Kurdî de ev agahî dan: “Xalîçeyên Kurdî pir xweragir in û bi giştî bi girêkên sîmetrîk ên ku li ser tayê hirî tên çêkirin, tên tevnkirin. Sedema navdarbûna Sineyê li seranserê cîhanê xalîçeyên wê yên pir xweşik ên ku tên çêkirin e. Taybetmendiya xalîçeya Bicarê ew e ku tevna wê nayê qatkirin. Berê ji van xalîçeyan re digotin “Lol” ku xweragiriya xwe nîşan didan.”

‘Êdî wekî huner nayê dîtin’

Tevnçêker Paryosh M. jî di 12 saliya xwe de dest bi tevnkirina xalîçeyan kiriye. Paryosh M. diyar kir ku dema li Dîwandereyê atolyeya xalîçeçêkirinê tunebû, ew çûye atolyeya Bîcarê û wiha got: “Niha ez li malê bi makîneyê xalîçeyan diçim. Di dema çêkirina xalîçeyê de hesta herî xweş a ku ez dijîm dema ku xalîçe tê birîn e. Ji ber ku tu hem berdêla keda xwe dibînî hem jî heq distînî.” Paryosh M. da zanîn ku çêkirina xalîçeyan êdî weke "hunera dest” nayê dîtin û wiha rexne kir:

“Ger ew wek hunereke hêja bihata dîtin dê mûçeyên ku ji tevnkaran re dihat dayîn ewqas kêm nebûya. Her kes keda destên me dibîne û heyranê me dibe. Xalîçeyên ku ji aliyê me ve bi heqê kêm tên çêkirin bi buhayên giran tên firotin. Lê tu kes êş û nexweşiyên ku em dema tevn dikin, dikşînin nabîne! Ji bo me jinan derfeteke bazirganiya serbixwe nîn e. Sazî û dezgehên pêwendîdar piştgiriyê nadin me.”

‘Nexweşiyên kronîk derketin’

Paryosh M., anî ziman ku xalîçekarî karekî hesas e û der barê nexweşiyên pîşeyî yên ji ber xalîçeyê çêdibin de ev tişt anî ziman:

“Pêdiviya çêkirina xalîçeyan bi gelek ronahiyê heye. Piraniya atolyeyên xalîçeçêkirinê yên ku em berê tê de dixebitîn, ronahiya wan qels bû. Vî karî çavên min xirab kir. Bi domdarî dema ku xalîçe çêdikin û bi awayekî bêrêkûpêk rûniştin şiklê stûyê mirov diguherîne û dibe sedema êşa piştê ya kronîk. Kirêçgirtina tiliyan ji ber girtina berdewam a têlan, deformasyon û tewîna hestiyên çokan, kirêçgirtina lingan û tengbûna hestiyê kodikê (leğen) ji nexweşiyên me yên pircaran tê dîtin. Heta gelek jinên ku zarok tînin pirsgirêkan dijîn. Jin hene ku ji ber mirina pitikan di malzarokê de neçar in kurtajê bikin.”

Paryosh M. peyam da ku ji ber aliyên xwe yên çandî û hunerî divê hîn zêdetir girîngî bidin hunera tevnkariyê.