Karkera metalê: Dema em nexweş dikevin gefa ji kar derxistinê li me tê xwarin

Karkera metalê Suna Cebecî diyar kir ku tenê pirsgirêka wan ne buhabûn e, şert û mercên xebatê gelekî giran in û wiha got: “Em aciz dibin, regl dibin lê em rastî mobîngê tên. Dibêjin dema ku hûn nexweş bikevin hûn dikarin dev ji karê xwe berdin.”

PELÎN OZKAPTAN

Navenda Nûçeyan - Metal-Îş a Yekbûyî girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) beriya muzakereyên Peymana Karên Kolektîf (TÎS) ya bi Sendîkaya Pîşesazên Metal a Tirkiyeyê (MESS) re bendewariyên xwe yên bilindkirin û daxwazên din eşkere kir. Metal-Îş a Yekbûyî da zanîn ku di çarçoveya TÎS’ê de ji bo 6 mehên destpêkê ji sedî 140,5 û di 6 mehên pêş de jî enflasyon zêdeyî 8 puanan xwestine ku wê bandorê li hezaran karkeran bike.

Di daxuyaniya sendîkayê de hat diyarkirin ku şert û mercên xebatê yên karkeran her ku diçe girantir dibe û xwediyê kar jî dewlemendtir dibin û wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku heqdestê saeta karkerên metalê yê herî kêm heqdestê wan heye dakeve 65 TL yan. Zêdekirina mûçe ji ber qidembûnê bûye pêwîstiyek, em salê 2 lîre û nîv mûçeyê saetê dixwazin. Em bi giştî ji sedî 140,5, ji pêşiyê ji sedî 30 bilindkirinek dixwazin. Gihev (îkramiye) jî tê de, îro dema ku meaşê karkerê metalê li gorî pêşniyara me tê zêdekirin, mûçe dibe 35 hezar 64 TL.”

‘Niha her kes di asta herî kêm de mûçe digre’

Endama Metal-Îş a Yekbûyî Suna Cebecî beriya hevdîtinan der barê krîza aborî ya li ser jiyana wan û zehmetiyên ku di kar de rû bi rû mane axivî. Suna Cebecî anî ziman ku mûçeyên wan li hemberî qeyrana aborî wateya xwe winda kiriye û got ku rêjeya zêdekirina di demê berê de li hemberî enflasyonê di demeke kurt de heliya. Suna Cebecî diyar kir ku êdî her kes di asta herî kêm de mûçe digre û wiha got:

“Krîza aborî weke her carê li karkeran dixe. Em di rewşeke pir zor de ne. 1 kîlo zebze û fêkî ji 50 lîreyî dest pê dike. Her tişt gelek bi biha ye, em nikarin tiştekî bi dest bixin. Meaş têra kirê jî nake, niha kirê ji 15 hezarî dest pê dike, ev reqem jî di ser meaş re ye. Dema ku em dibêjin fatûre û zêdekirin, em zehmetiyê dikişînin.”

Ew nikarin mafê xwe yê destûra reglê bikar bînin

Suna Cebecî diyar kir ku hêviya wan ji muzakereyên TÎS'ê heqdestek têra jiyana mirovane ye û tenê pirsgirêka wan ne bihabûn e, şert û mercên xebatê jî gelekî giran in. Suna Cebecî anî ziman ku şert û mercên kar ên li kargehan ji ya mêran girantir in û wiha got: “Em tengav dibin, regl dibin, em rastî mobîngê tên. Mînak, her çend destûra reglê di fermî de were pejirandin jî, ew di pratîkê de nahêlin ku were bikar anîn. Her şirket vê destûrê na pejirîne. Ger bike jî, kedkara jin bi gotina ‘hilberîna min kêm dike’ qebûl neke. Belê, em dikarin vê destûrê bistînin, lê vê carê rastî karkerên jin nayên qebûl kirin û em vê metirsiyê dijîn”

‘Bi bikaranîna nexweşiyên pîşeyî jinan binpê dikin’

Suna Cebecî, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên wê yên herî girîng jî nexweşiya pîşeyî ye û diyar kir ku dema rapora tenduristiyê digrin, rêveber derî nîşanî wan dikin û tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ser ziman: “Em bi nexweşiya pîşeyî dikevin, lê rêvebir qet me fêm nakin. Na fikirin ku çi xema jin û karkeran heye, tenê li ser sermayeyê difikirin. Bi bikaranîna nexweşiyên pîşeyî jinan binpê dikin. Mînak stû û milê me di êşin. Mixabin, em nikarin vê yekê ji karsazan re rave bikin. Em niha di rewşeke pir giran de ne. Ji ber nexweşiyên pîşeyî em gelek caran neçar in ku biçin dixtor û tedawiya fizîkî bibînin. Dixtorê me yê kar bi giştî derman dide û dişîne. Ger hûn hewl bidin ku li derve werin dermankirin pir zor e. Dema em rapor digirn vê carê jî bi gotina ‘te gelek rapor girtine’ li dijî me pêkanînan pêktînin. Dema em rapor digrin dibêjin ‘ne xema me ye, derdê we ye’. Dibêjin, ‘Ger pirsgirêkek we hebe, hûn dikarin ji kar derkevin’. Piştî ku ez derketim ez ê çi bikim? Ez çawa di van şert û mercan de karekî bibînim? JI xwe li her derê şert hemanin.”

‘Bi karkerên bê rêxistin de bêdengî serdest e’

Nûnera kargeha sendîkayê Suna Cebecî, der barê karkerên bê rêxistin de got: “Bêdengiyeke tam heye, bi tu awayî nikarin xwe biparêzin, dengê wan dernakeve. Qet nebe sendîkaya me heye, em xwe bi awayekî îfade dikin. Ji bilî têkoşînê tu çareya me nemaye û divê hemû karker vê yekê fêm bikin.”