Karkarên jin li Mexribê di mercên xirab de dixebitin

Komeleyên mafên mirovan, sendîka û gelek desteyên li Mexribê der barê xirabûna rewşa jinên karkar di beşa çandiniyê de û şertên veguhestina wan a ne bi ewle de hişyarî dikin û diyar dikin ku jin bê parastin in û di mercên bi xeter de dixebitin.

HENAN HARÎTE

Mexrib – Di 29’ê Adarê de 11 karkerên jin ên çandiniyê temenê wan di navbera 25 -45 salî de bûn, dema ji gundekî vedigeriyan, wesayîda wan li koka darê ket qulibî di encamê de wan jinan jiyana xwe ji dest dan. Sibeha roja li pey wê qezayek din çêbû, barhilgirek ku 26 karkarên jin ji kantona Aştoka Ayat ji başûrî Mexribê dibir, qeza derbas kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn. Mixabin ev bûyer li herêmên karkerên çandiniyê dubare dibin.

Karkerên jin di saetên berbangê de dest bi kar dikin lewma beriya derketina rojê bi barhilgirên biçûk, bê ewlekarî di nava gundan de derbas dibin. Ew rûyê xwe digrin ji bo kes wan nas neke.

Ji bo cîranên wê nizanibin dixebite sibehê zû radibe diçe ji bo kes wê nebîne

Bimnana yek ji karkerên çandiniyê ye dibêje: “Ez li gundê Liwêziyê dijîm û li gundê Babin Silêman kar dikim. Kes ji cîranên min nizane ez çi dikim lewre zû şiyar dibim ji bo beriya roj derkeve bigihîjim gund û sebzeyan berhev bikim. Rewşa jiyanî dijwar bûye. Ji sala 2018’an ve ez firing û kartolan berhev dikim, bi pereyekî kêm vî karî dikim. Li vî gundî kar dikim, dema werza çandiniyê diqede jî ez sewalan xwedî dikim û giyayên ji nava zeviyan paqij dikim. Her wiha ez karê paqijiyê jî li malên gund dikim heta saetên êvarê yên dereng dixebitim.”

Bimnana diyar dike ku ew bi 10 jinên din re kar dike heta werza çandiniyê diqede û dibêje: “Xelkê gund ji min xwestin ez li gund bimînin û ji bo pezê wan şivaniyê bikim. Min xwest ez li vir bimînin ji bo ku her dem karê min ê berdewam hebe, ji bo jiyana baştir ez mecbûr im van karan bipejirînim.”

Gelek kes bi çavekî biçûk li jinên karker dinêrin

Gelek kes bi çavekî biçûk li jinên karker dinêre, di wê mijare de jî Bimnana dibêje: “Li me bi çavekî biçûk û hewcedar dinêrin. Bi taybetî dema ku bizanibin ez jineke hevberdayî me lê tevî hemû astengiyan û mûçeyên kêm û nêrînên civakê, karê çandiniyê pîşeyek e ji bo ez pêdiviyên dayik û lawê xwe bi cih bînim ji ber ku bavê wî mesrefa wî nade.”

‘Rewşa karkerên jin ên çandiniyê xirab e’

Ji Rexistina Jinê Raşîde Fethî, ku di beşa cotkarî ya girêdayî Zanîngeha Niştimanî li Yekitiya Karên Mexribê û Federasyona Pêşverû ya jinên Mexribê de kar dike, teqez dike rewşa karkerên jin ên çandiniyê xirab e.

Raşîde Fethî ji ber danûstandina nebaş a xwediyên kar bi karkerên jin re dibêje: “Girêbestên kar û sîgortaya civakî nîn e, tenê kar dikin, cihêkarî di mûçe û saetên kar ên dirêj de jî heye. Li gel destdirêjî û hemû cureyên tundûtujiyê ku rastî wan tên. Her wiha rêwîtiya wan jî di mercên bê ewle dibe. Ji ber hejmareke zêde a karkeran di wesayîdê de jiyana jinan dikeve metirsiyê.

‘Di salên dawî de gelek jin bûn endamên sendîkayan’

Li ser tevlibûna jinan a sendîkayan, Raşîde Fethî dibêje: “Di salên dawî de, hejmareke zêde ji jinên karker tevli sendîkayan bûn. Ew amade bûn ku tevli saziyan bibin ji bo maf û erkên xwe bizanibin.”

Raşîde Fethî li ser şert û mercên karkerên jin di warê çandiniyê de jî got ku di serî de nîqaşên giştî ji bo rewşa wan jinan baştir bibe divê derfet û mercên baş werin avakirin.