Kargeha ava jiyan ji bo xizmetê koçberan e

Rêveber û karkerên fabrîqeya ava jiyanê li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kirin ku bi destên jinan ava jiyanê xweştir dibe û dikeve xizmeta gelên ykoçber.

HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî dagirkirina Efrîn Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bicihbûna miletên wê li kantona Şehbayê gelek zehmetî û astengiyên jiyanê derketin holê. Jin ji bo van astengiyan bên derbaskirin berê xwe dan desteya aboriya jinê ya li herêmê. Di wir de xwestin hem hebûna xwe îsbat bikin û hem jî barê jiyanê hildin ser milên xwe. Di 7'ê Tebaxa 2018'an de desteya aborî ya jin fabrîqeya avê ya bi navê "Jiyan" ava kir û piraniya karkerên di vê kargehê de dixebitin jin in. Ev kargeh li navçeya Ehrez a kantona Şehbayê ye. Ruxmî ku jinên Efrînê bi zextên derûnî re derbas dibin jî dîsa hewldanên wan ji bo pêşketinê hene. Jinên Efrînê her dixwazin xwe bi rêxistin û zana bikin ji bo di hemû warên jiyanî de cih bigrin. Kargeha ava Jiyan ji saet 8’ê sibehê heya 4'an ber bi êvarê ve dixebite. Ji bo em bêhtir kar û xebatên fabrîqeya Jiyanê nas bikin rêveber û karkerên kargehê bi me re axivîn.
"Kargeha Jiyan bi keda destên jinan watedar dibe" 
Rêvebera kargeha ava Jiyan Cîhan Kelo bal kişand ser xebatên kargehê û wiha vegot: "Di kargeha ava Jiyan de karkeran despêkê gelek zehmetî dîtin, ji ber ev kargeh bi destan tê xebitandin ne otomatîk e. Ev bû 4 sal ev kargeh hatiye avakirin û em tê de kar û xebat didin meşandin. Di kargehê de 4 jin û li kêlek wan 2 mêr xebatê bi hev re dimeşînin. Yên herî zêde di kargehê de dixebitin jin in loma bi keda jinan kar watedar dibe. Dema ku endam derbasî kargehê bûn me ew fêrî xebata kargehê kirin û niha asta fêrbûn û zanebûna wan ji bo kar berfirehtir bûye. Em ji sibehê heya nîvro şûşeyan çêdikin piştre ew şûşe bi ava kilorê tê taqîmkirin, paşê bi ava paqij û tendirustî şûşeyan tijî dikin, ew şûşe tên kontrolkirin û markeya wan tê çêkirin herî dawî şûşeyên avê dikevin tûran û di firneya germahiyê re derbas dibin. Di encamê de şûşeyên avê yên me çêkirine li gel tên belavkirin û li sûkan tên firotin. Qezencên vê kargehê jî dikevin sindoqa aboriya jinan û xizmeta jin."
"Koçberî nebû asteng li pêşiya me"
Di kargeha ava Jiyan de hem karker bi rihekî tevdigerin û Cîhan wiha dawî li axavtina xwe anî: "Di kar de rihekî hevaltî tê jiyîn. Em bi westandina kar hîs nakin û dema ku me encama karê xwe jî dît em gelek kêfxweş dibin. Fabrîqeya me ne otomatîk e loma her kar bi destên me tê kirin ev jî dihêle zêdetir kar bi wate bibe. Ruxmî ku em miletek koçber in û ne xwedî derfet in jî dîsa me hewl da bi derfet û makîneyên heyî re kargeha ava Jiyan ava bikin ji bo xizmeta gelê xwe bikin. Em tu carî ferq û cudahî naxin navbera karan, dema ku hevalek me muhtacê alîkariyê be em giştî bi yek destî alîkariya wê dikin. Em û mêr bi hev re karên xwe didomînin. Rihê wekheviyê di fabrîqeya Jiyan de tê dîtin."
"Mirov bi keda destên xwe dikare her tişt peyda bike" 
Karkerek ji kargeha ava Jiyan Narîman Bekir behsa kêfxweşiya xwe ya ji kar re kir û wiha pê da çû: "Kargeha ku em tê de kar û xebat dikin ya aboriya jinan e. Dema ku em hatin vê kargehê tenê ji 4 kesan pêk dihat. Di kar de ruxmî êş û zehmetiyan em rojên xwe bi hezkirin û wekhevî derbas dikin. Her pêvajoyek di kargehê de em dikarin pê rabin, ne wek fabrîqeyên din e ku tenê her yek bi karê xwe radibe, di kargeha Jiyan de kesek dikare di hemû pêvajoyên kargehê de kar bike, ev jî rihê alîkariyê derdixe holê. Hezkirin û xwesteka mirov ji kar re dihêle tu hînî her karî bibî."