Jinên Tûnisî bi xebata di fabrîkayên xurmeyan debara xwe dikin

Jinên li bajarê Tuzer ê başur rojavayê Tûnisê di fabrîkayên xurmeyan de dixebitin, diyar dikin ku ew bi xebatê di warê aborî de azad dibin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Tevî mercên aborî yên zehmet ku li Tûnisê hene jinên bajarê Tuzer ê li Başur Rojavayê welat, bi xebata di fabrîkaya xurmeyan de riya debarê ji xwe re vekirin. Jinên ji her temenî, bi zêdebûna hejmara fabrîkayan re di karê ji hevderxistina xurmeyan de dixebitin.

Li bajarên Başûrê Tûnis Qebilî, Tuzer, Gabes û Gafsayê tevî pereyê kêm, bi hezaran malbat di sektora xurmeyan de dixebitin. Vê sektorê ji bo gelê herêmê û bi taybetî jinan dewlemendiya herî girîng tê dîtin.

‘Ez ji xurmeyan gelek tiştan hildiberînim’

Fathia Arfaouî ya ji herêma Bouhlel ê Tuzerê, diyar kir ku bi Komeleya Hewldana Jinan û Al-Komeleya Hemwelatîbûna Çalak Manhala re dest pê kirine û wiha got: “Bi saya vê min hinek perwerde dîtin. Ez hîn bûm çawa berhemên şekir, arvan, qewhe û xurmeyên hûrkirî ku li herêma Başur rojavayê Tûnisê tê çêkikirin çawa çêdibe. Di mijara xurmeyan de bi perwerdeyên ku digrim min çavkaniyên girîng bi dest xistin. Ji bo vê min projeya xwe ava kir. Di warê xurmeyê de xebitîm, min xwest cihê xebatê ji xwe re ava bikim. Ez niha gelek berheman ji xurmeyan çêdikim.”

‘Xebat asoyên nû li pêşiya mirov vedike’

Najat Salem a ji herêma Bouhlel a Bajarê Tuzerê ku bi palmiyeyan meşhûr e jî dibêje: "Ez dema xwe zêdetir li vê derê derbas dikim. Ji ber zehmetiyên jiyanê neçar mam bixebitim. Xebata di fabrîkayên xurmeyan de ji bo min derfetek bû. Bi taybetî ji bo kesên ku nikarin perwerdeya xwe bidomînin, ev der ji bo me bû riya debarê.” Najat Salem dibêje ku xebatê asoyên nû li pêşiya wê vekiriye û ev yek ji bo jinan dibe riya azadiya aborî.

Najat Salem, diyar kir ku bi xebatê ew mesrefa dibistana zarokên xwe derdixe û wiha bi dawî kir: “Ji bo perwerdeya zarokên xwe min mercên pêwîst ava kir. Dikarim pereyê dersên ku digrin bidim, ji mala xwe re eşyayan bikirim. Ji ber ku mercên jiyanê zehmet bûne ez bi hevjînê xwe re dixebitim û wisa debara xwe dikim.”