Jinên Tûnisê li dijî bêkariyê projeyên çandiniyê pêş dixin

Jinên Tûnisê yên li dijî qeyrana aborî û bêkariyê projeyên çandiniyê pêşdixin û çavkaniyê jiyanê ava dikin, ji jinên din re bûn îlham.

NEZÎHA BOUSSAÎDÎ

Tûnis – Li welatên Rojhilata Navîn, ji ber şer û bê îstikrariya siyasî qeyrana aborî zêde kiriye. Li Tûnisê ku gel sînorê xizaniyê jiyan dike, di nava ciwanan de rêjeya bêkariyê gihaye asta ku fikaran ava bike. Piraniya ciwanên zanîngeh temam kirine yan bê kar in yan jî di karên ku tê de pispor in û perwerdeyê dîtine de naxebitin. Di aliyê jinan de ev tablo her çendî dilê mirovan bi êşîne jî jin ji bo derbaskirina vê rewşê li riyên cûda digerin.

Li Navenda Kevser di 18’ê Nîsanê de komxebata hewldana pêşketina jinan di civak û entegrasyona jiyana aborî, bû nîşanek ya hewldana jinan ya lêgerîna derbaskirina qeyrana aborî. Saziyên civaka sivîl ku ji bo jinan xebat dide meşandin hatin ba hev, di çarçoveya projeyên ku ava kirin de ji bo 10 jinan derfetê kar ava kir. Jinên li herêma Rikab ku li Tûnisê weke qada çandiniyê tê nasîn, projeya çandiniyê ya ku hatiye amadekirin ji bo jinên din dibe îlham.

 ‘Ji dar û pelên dara qespê berhem tên çêkirin’

Beşdarvana komxebatê Halima Chihawai ya diyar kir ku di pêvajoya digot li cihê ku ji bê kariyê gilî bike çima dest bi projeyek biçûk nake, rêxistinên civaka sivîl naskiriye û got: “Beriya 15 salan ez di qada dizayn û dekerasyonê de mevzun bûm. Di qada ku jê mevzum bûm de min kar nedît, di sala 2014’an de min dest bi xwedîkirina dara qespê ku li herêmê heye kir. Min projeyek ji dar û pelên dara qespê sûd bigrim berhemên dekorasyon û tiştên malê pêşxist. Ez beşdarî gelek perwerdeyên ku saziyên netewî û navneteweyî dabûn destpêkirin bûm. Bi piştgiriya min girtî, min atolyeyek biçûk vekir ji bo 2 jinan jî derfetê kar ava bû. Xeyalê min ewe ku berhemên xwe di bazarên navneteweyî de nîşan bidim.”

‘Bi projeyê re me dû firoşgeh vekir, hedef bazara navneteweyî ye’

Ji herêma Rîkab Munia Al-Badî got ku di sala 2009’an de ji zanîngehê mevzun bûye lê belê kar nedîtiye. Munia Al-Badî ku 2 zarokên wê heye wiha got: “Bê karî ez ber bi projeya çandiniyê ku min tu caran xeyal nedikir ve bir. Min di qadên cûda de perwerde dît, di komeleya Nabza jiyanê de weke mamoste min dest bi xebatê kir û min di projeyan de cih girt. Dû firoşgehên me li herêmê ji bo firotina berhemên hişkirî heye, hedefa me ewe ku em bikevin bazara navneteweyî.”

‘Berhemên hatine komkirin bi navê jinan tê zanîn’

 Seroka Komeleya Nabza Jiyanê Noha Akriti ku beşdarî komxebatê bûye derbarê komele û armanca pêşxistina projeyên xwe de wiha got:

“Armanca komeleyê ewe ku hişyariya jinan zêde bibe, di her qadê de piştgiriya wan bike. Di vî alî de em jî bûn hevkarê projeyê û me hevkariya 10 jinan kir. Herêma Rîkab ya ku ji bo çandiyê heremek gelek başe di nav de heremên navxweyî bi berhemên mezin dibe bi nav û deng e. Berhemên ku bi destê jinan tê komkirin bi navê jinan tê nasîn. Me ji li vê herêmê xwest ku projeyên çandiyê ên ku jin tê de cihê xwe bigre pêşbixin. Em hedef dikin ku statuya jinan bilind bikin. Di civakek mêrsalar de ev hê zehmetir dibe. Em jinan teşwîq dikin ku ji heqê pirsgirêkan derbikevin û serxwebûna xwe ya aborî ava bikin.”