Jinên Suweydayê têgihîştinên civakî diguherînin

Jinên Suweydayê karê şûştina wesayîdan ku weke ‘karê mêr’ tê dîtin dikin û têgihîştinên civakî diguherînin. Suhair Abu Hamdan got ku ew dibînin jin karê xwe baştir dikin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda – Bajarê Suweyda yê Sûriyeyê; bi çalakiyên gel ên ji bo azadî û demokrastiyê ku li Meydana Karama li dar dixin di rojevê de ye. Çalakiyên ku jin pêşengiyê ji wan re dikin ji 17’ê Tebaxê ve didomin.

Pêşengiya jinên Suweydayê tenê bi çalakiyan nîn e, jin di her warê jiyanê de bi awayê baş û çalak dixebitin û nêrînên paşverû vala derdixin. Cudakariya li hemberî jinan di gelek pîşeyan de xwe dide der. Yek ji wan pîşeyan jî ‘şûştina wesayîdan’ e lê jinên Suweydayê di karê şûştina wesayîdan ku weke ‘karê mêr’ tê dîtin de dixebitin û têgihîştinên civakî diguherînin. Suhair Abu Hamdan, a ku cihê şûştina wesayîdan ji xwe re vekiriye got ku xebata jinan a di gelek pîşeyên ku weke ‘karên mêr’ tên dîtin ji aliyê civakê ve xweş nayê dîtin. Suhair Abu Hamdan diyar kir ku jin ji bo vê têgihîştinê biguherînin, bi gelek zehmetiyan re têdikoşin û got: “Em dibînin ku jin pîşeyên ku weke yên mêr tên dîtin baştir dikin.”

‘Jin dikarin di her warî de bixebitin’

Suhair Abu Hamdan, bal kişand ku jin dikarin di her warî de bixebitin û di karê xwe de tiştên nû bikin û têkildarî karê şûştina wesayîdan ev agahî dan: “Jin ji bo xwe îsbat bikin û hêza xwe bi kar bînin gelek têdikoşin. Jinên di karê şûştina wesayîdan de dixebitin, tevî têgihîştina civakê weke di hemû pîşeyan de karê xwe gelek baş dikin. Jin wesayîdan baştir dişûn û zêdetir baldar in. Dema ku ji bo şûştinê didin bi ya mêran re heman e.”

‘Hêzeke fizîkî hewce dike’

Nûr Abbud a ji Idlibê jî di karê şûştina wesayîdan de dixebite. Nûr Abbud diyar dike ku ji ber şer neçar maye koçî Suweydayê bike û got ku ew ji bo di warê aborî de serbixwe be dixebite. Nûr Abbud da zanîn ku karê şûştina wesayîdan hêzeke fizîkî dixwaze û bi gotinên; “Berê di nava erdan de ji bo paqijkirina ji kayê bi tirmixê dixebitîm” diyar kir ku mirov dikare bi zehmetiyan re derkeve serî.

Nûr Abbud bal kişand ku jin li cihên xebatê ji mêran zêdetir rastî zehmetiyan tên û ot:  “Tevî nêrîna civakê jî em karê xwe didomînin. Em dixwazin projeya xwe bi serkeftî pêk bînin.”