Jinên Sûdanî bi projeyên ku pêş dixin teslîmî taritiyê nabin
Jinên Sûdanî yên ku ev demeke dirêj e di nava pevçûnan de têkoşîna jiyanê didin, bi projeyên ku wê aboriya xwe ya xweser pêş bixin, teslîmî tariytiyê nebûn.
Meysaa El Qadî
Sûdan - Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li Sûdanê ji Nîsana 2023'an û vir ve bênavber berdewam dikin. Di dema ku li welat krîzeke mirovî ya mezin heye, herî zêde jin û zarokên keç ji pevçûnan bandor dibin. Hat diyarkirin ku li Sûdanê ji 14 milyonî zêdetir kes bi zorê koçber bûne û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Jin û zarokên keç hem di pêvajoya pevçûnan de hem jî di rêyên koçberiyê de rastî her cure tundiyê hatin, hatin revandin û tecawizkirin. Rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku piraniya jinên rastî destdirêjiyê hatine yan xwe kuştine yan jî hewla xwekuştinê dane.
Jinên Sûdanî tevî rojên dijwar ên ku tê re derbas bûn jî bi ser ketin û têkoşîna xwe berdewam kirin. Jinên ku bi afirîneriya xwe li ber xwe didin, bi projeyên ku pêş dixin li riyên jiyanê digerin û di warê aborî de bihêztir dibin. Yek ji çîrokên îlhamê yên li welat aîdî Îslam Sir Al-Xetim e.
Di derfetên kêm de proje ava kir
Islam Sir El Xetim wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: “Dema min hewil dida perwerdeyê bibînim azarên min beriya nakokiyên li Sûdanê destpê kir. Wê demê ez fikirîm dest bi projeyeke biçûk bikim. Ji ber rewşa madî min nikaribû xwe di warê xwendina xwe ya endezyariya tibî de pêş bixim û pereyên pêwîst ji bo beşdariya di perwerdeyan de peyda bikim. Min dest bi projeya xwe di çêkirina lewentan "parfûman" de kir ku li ser asta herêmî bi navê "El Sertiye" tê naskirin. Min mewadên xwe ji derve dianîn û hin tiştên din jî hebûn min dest ji çêkirina wan berda. Ji ber madeyên pêwîst neman. Madeyek navê wê sertiye ye di gelek pîşesaziyên teqlîdî de heye mîna parfûma nin, jin di nav hinê de bikar tînin ji bo rengê reş bide. Sertiye ji Hindistanê dihat. Min dikarîbû bi vê madeyê berhemek baş derxim û biser bikevim."
Di koçberiyê de ji bo debara xwe dest bi çêkirina sabunê dike
Piştî şerê li Sûdanê Islam Sir El Xetim gelek tişt ji berhemên xwe winda kir lê belê di projeya xwe ya Sertiye de dewam kir. Piştî koçberiya wê ber bi Eyaleta Bakur ve bi grûpek re bû hevkar û alîkariya wan di çêkirina sabûnan de kir lê belê gelek zehmetî di peydakirina madeyên xam de û sermiyan de dît lê belê di destpêka projeya xwe de biser ket û berhemên xwe di bazara herêmî de pêşkêş kirin. Derbarê vê yekê de jî wiha anî ziman: "Ez bi riya wane û erşeyan fêrî çêkrina Sertiye bûm. Gelek tişt hene mirov dikare bi riya perwerdeyan fêr bibe ji bo bibin jêdera debara mirov."
Islam Sir El Xetim di berdevamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Pirsgirêkên belavkirin û firotinê her wiha peydakirina qutîkên werin dagirtin bi min re derket ji ber nirxên wan pir buha bû. Kesên min bi wan re kar dikir alîkariya min kirin ez sabûnan çêkim û bifroşim.”
Li kêlek xwendina xwe projeyan pêş dixe
Duaa Xalid jî ji welatê Siûdiyê ye xwendekara fakulteya bijîşkî ye rewşa wê ji ya Islam Sir El Xetim ne cudatir e. Behreya wê ya wênexêziyê û rengan ew ber bi destpêkirina projeya wê ya taybet ve bir. Tevî ku bijîşkiyê dixwîne û gelek dema wê tune ye lê belê demê ji xwe re çêdike ji bo behreya xwe bike û got: "Ez demeke baş di wênexêziyê de derbas dikim. Her wiha ez ji warê mirovî jî hez dikim. Ez dibînim bijîşkî ji min re daxwaza min a alîkariya mirovan pêk tîne. Di dema niha de min di herdû waran de serkeftin bidest xistine."
Duaa Xalid li Siûdiyê çêbûye û mezin bûye lê belê wê dest bi xwendina Fakulteya Bijîşkî li eyaleta bakurê Sûdanê kiriye û malbata wê li Xertûmê jiyan dikir. Duaa wiha berdevam kir: "Karê min ji çêkirina navberên pirtûkan û elaqeyên kilîtan destpê kir. Min dît jinên ciwan ji bo weke diyarî bidin hevalên xwe ji ber wê ez fikirîm projeya xwe fireh bikim û dikaneke diyariyan vekim. Min karê xwe pêş xist û dest bi çêkirina manşetên rêklaman kir her wiha xemilandina şahiyên zemawendan û diyariyên malbatên bûk û zavan û kesên vexwendî kir."
Duaa Xalid ev yek anî ziman: "Cîhazên çapkirinê li cem min tune bûn heta bi kaxez jî tune bûn ji ber wê min xwe dispart dikanên çapkirinê. Gelek zehmetî hebûn ji ber herdem kehrebe qut dibû. Lê belê niha cîhazê min ê taybet heye û li malê ye. Ez diyariyan dighînim hemû eyaleta bakur heta xwe digihînim herêm û gundên dûr jî her wiha li eyaleta çemê Nîl jî. Xeyalên min ew e beşên min li hemû Sûdanê û derveyî wê hebe."
‘Êş afrîneriyê ava dike’
Duaa Xalid di dawiya axaftina xwe de behsa şer û di encama wan pêvçûnan de behsa koçberiyê kir û wiha pê de çû: “Koçberan bandoreke erênî li her derê ava kirin ji ber dest bi projeyên xwe yên biçûk kirin û hewil dan li ser lingê xwe bisekinin û rewşa zehmet derbas bikin. Şer û koçberî fikr û projeyên nû bi xwe re anîn. Weke tê gotin azar afrîneriyê ava dike. Ez ji her jinek ciwan re dibêjim dest bi projeya xwe bike û nesekine. Sermiyana min tune bû lê belê min dest bi karê xwe bi girtina pereyan ji xwediyê pirtûkxaneya min lê kar dikir kir. Min dest bi firotina karê xwe kir û deynên li xwe dan. Karê min berfireh bû û niha ez madeyên derdixim derveyî welat. Tenê divê tu destpê bikî."