Jinên li Marakeşê li dijî kedxwariyê li ber xwe didin

Jinên ku li Meydana Jamaa Al Fina ya navdar a Marakeşê bi firotina berhemên xwe yên kevneşopî debara xwe dikin, dan zanîn ku rastî kedxwariya bazirganên mezin tên û behsa berxwedana xwe ya li dijî şert û mercên dijwar kirin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş- Li Marakeşê komek jinan selik, mobîlya, çarçoveya neynikê, qutiyên hilanîne, kum, nebatên hişbûyî û berhemên tekstîlê jî di nav de eşyayên curbecur li Meydana Cemaa Al Fina ya li navçeya El-Rahba difiroşin. Jinan bal kişand ku piştî pandemiyê firotina wan kêm bûye û diyar kirin ku debara xwe ya aborî bi zehmetî dabîn dikin.

'Hemû barê jiyanê ez hildigirim'

Yek ji jinan Aîşa Al-Danî, diyar kir ku 30 sal in li Al Rehbaya kevin dixebite lê piştî vîrusa koronayê wek berê daxwaz ji bo berhemen wan nîn e. Aîşe Al-Danî, wiha got: “Êdî geştiyar jî wek berê naxwazin berhemên ji nebatan bikirin. Em bi zorî debara zarokên xwe dikin. Hevjînê min di karên rojane de dixebite. Ger rojekê bixebite, roja din kar nabîne. Hemû barê jiyanê ez digrim. Aîşa Al-Danî, bal kişand ser zehmetiyên li bazaran dijî û wiha got: “Ji ber ku ez neçar bûm her car berhemên xwe bibim bazarê û bînim male, min cihekî kirê kir. Lê belê ji bo berheman bînim bazarê, neçar dimînim ji yekê alîkariyê bixwazim. Carna ji bo vê yekê heq didim.”

'Eşyayên ku nikarim bifiroşim dubare dibim gund’

Pîşekar Buchra Oulamî jî diyar kir ku berhemên ji malbata xwe fêr bûye û çêdike, ji herêma Oudaya ku 30 kîlometre dûrî Marakeşê ye aniye. Buchra Oulamî, diyar kir ku tiştên çêdike yên wekî kursî, kum, xalîçe û pêlîstokan difiroşe jinên li El-Rehba, diyar kir ku rêwîtiya hema bibêje her roj ji atolyeya gundê xwe ber bi Al-Rehba ve dike zehmet e. Buchra Oulamî, diyar kir ku ji bo karên malê bike sibehê zû ji xew şiyar dibe û wiha got: “Piştre ez eşyayan kom dikim û kîjan wesayîda li gund bibînim siwar dibim û li derdora saet 9-10’an digihîjim sûkê. Ez roja xwe bi firotina tiştên ku çêdikim derbas bikim. Neçar dimînim eşyayên ku nikarim bifroşim dubare bibim gund.”

'Bazar rastî kedxwariya bazirganên mezin tê'

Buchra Oulamî, da zanîn ku ji ber çavên hevjînê wê nabînin nikare bixebite, ji ber wê jî neçar e lêçûnên dibistanê, xwarin, cil û berg û pêdiviyên din ên 5 zarokên xwe bi cih bîne. Buchra Oulamî, bal kişand ku hilberînerên din kelûpelên xwe bi erzanî dikirin lê bi buhayê zêde difiroşin geştiyaran û wiha got:

“Di vê rewşê de ên ku winda dikin jin in. Ji her tiştê hildiberînin piçek qezenc dikin. Berhemên kevneşopî rûyê çandî yê Mexribê ye. Bêyî vê yekê tûrîzm nabe. Lê divê bê gotin kesên di vî warî de dixebitin heqê xwe nagirin. Bazar rastî kedxwariya bazirganên mezin tê. Em ji bo di van şert û mercan de debara xwe bikin, li dijî şert û mercên dijwar li ber xwe didin.”

'Gava firotin zêde dibe ez kêfxweş dibim’

Hafize Al-Sulafî jî da zanîn ku ji dema derketiye bazarê ve, şert û merc wê ji bo wê zehmet bûne û wiha got: “Ez carna gelek difiroşim û ev yek min kêfxweş dike. Carna jîrêjên tenê yek an du perçeyan bifroşim. Li ser daxwaza geştiyaran çend sembol û îbare datînim ser selikan. Dibînin hunera kevneşopî çawa tê çêkirin û ew şêwazeke ku jê hez dikin.”

'Pereyê em bi dest dixin têra dayîna madeyên xam û lêçûnên veguhestinê dike’

Yek ji jinan Hadda Olamî jî diyar kir ku tevahiya rojê pêşkêşkirina eşyayan ji bazirganan re derbas dike. Hadda Olamî, diyar kir ku ew li herêma Oudaya ya ku bi qasî 30 kîlometreyan dûrî Marakeşê dijî û wiha got: “Em carna ji bo ku xwe bigihîjînin sûkê 3 wesayîd diguherînin. Şert û mercên jiyana me dijwar in. Carna tiştên ku em bi dest dixin têra madeyên xam û lêçûnên çûnhatina gund û sûkê dikin. Ez naxwazim keçên min di şert û mercên ku ez dijîm de bijîn. Ez dixwazim jiyana wan cuda be, ji ber vê yekê ji bo jiyana baştir bijîn pêşniyar dikim bixwînin.”

Hadda Olamî, da zanîn ku ji ber erdheja li herêmê pêk hat, şert û merc dijwar bûne û wiha got: “Ji ber erdhejê li welat bihayê her tiştî zêde bûye. Ji ber vê jî debara me zehmet bû. Geştiyar jî êdî ne wek berê ne. Ji ber qeyrana aborî û bihayên zêde, daxwaza berhemên kevneşopî jî bi awayekî cidî kêm bûye.”