Jinên li gundewarê Cezayîrê ji bo pêşxistina aboriya herêmê dixebitin

Jinên li gundewarên Cezayîrê, rêjeya herî mezin a hêza kar di sektora çandiniyê de temsîl dikin û bi giranî beşdarî peydakirina hilberîna çandiniyê û bidestxistina ewlehiya xwarinê dibin.

RABEA KHRIS

Cezayîr – Jinên li gundewaran dijîn, debara xwe bi çavkaniyên xwezayî û çandiniyê dikin. Li gorî îstatîstîkên vê dawiyê yên ku ji aliyê Ofîsa Neteweyî ve hatine pêşkêşkirin, li Cezayîrê zêdetirî 13.8 milyon kes li gundan dijîn ku ji sedî 50 ji wan jin in û bi qasî 7 milyon jinên li gundewaran in, di navbera wan de zêdetirî 60 hezar jinên cotkar hene. Ajansa me bi hin jinan re hevdîtin kir û bal kişand ser serpêhatiyên wan.

"Ez gelek zehmetiyan di warê xwedîkirina mêşên hingiv de dikşînim"

Endezyara beşa çandiniyê Dîyai Ebas diyar kir ku ew mêşên hingiv xwedî dike û wiha got: "Pisporiya min di warê çandiniyê de û wergirtina bawernameya endezyariya dewletê ya di warê parastina nebatan de, hişt ku ez di warê xwedîkirina mêşên hingiv de bixebitim û bi demê re eleqeya min pê re bi pêş ket. Min dest bi xebatê kir ji ber ku hingiv ji bo her kesê xwarinek gelek hêja ye. Ez gelek cureyên hingiv çêdikim. Jin di warê xwedîkirina mêşên hingiv de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin, ji ber ku cihên taybet ji bo xwedîkirina mêşên hingiv tune ne. Her wiha dizî, wêrankarî û ziwabûn ku bûne faktorên herî berbiçav ên ku jinên gundewaran ji ber êşê dikşînin û pêşveçûna wan di gelek waran de sînordar dike."

"Ez bang dikim ku ji bo jinên gundan kargehên piçûk bên avakirin"

Kerîma Aşûr jî da zanîn ku ew ji xurmeyên dimsê çêdike û wiha axivî: "Ez hin hilberinên din jî yên ku bi madeyên xwezayî û herêmî tên çêkirin çêdikim. Piştî çend lêkolîn û gelek ceribandinan, ez hîn bûm ku gelek dermanên ku tê de feydeyên wekî kêmkirina kolesterolê di xwînê de, ji dimsa xurmeyan çêbikim. Ez ji ber kêmbûn û buhabûna madeyan gelek zehmetiyan dikşînim. Ez bang li Wezareta Kar, Xebat û Ewlehiya Civakî dikim ku ji bo jinên gundan kargehên piçûk ava bikin."