Jinên ku rastî tundiyê tên bi projeyên aboriyê bihêz dibin

Bi Projeya Bihêzkirina Aborî ku bi armanca piştgirîkirina jinên li Tûnisê rastî tundiyê tên, jin perwerdeyên cuda dibînin û projeyên xwe ava dikin. Jinên ku zehmetiyên xwe yên aborî derbas kirine diyar dikin ku ew bi hêztir û bi xwe bawer in.

ÎHLAS HAMRUNÎ

Tûnis - Li Tûnisê jî weke her derê jin li dijî helwestên zayendperest ên weke zext, tundî, tacîz û xizanî têdikoşin. Jinên rêxistinbûyî yên ku piştgirî û xurtkirina hevdu dikin, ji bo hevgirtin û xurtkirina têkoşîna hevpar, bi taybetî ji bo xurtkirina kesên rastî tundiyê tên ji aliyê aborî ve, ji bo piştgirîkirina jêhatiya wan, ji holêrakirina xizanî û cudakariyê, redkirina her cure cudakariya ku ew rû bi rû ne, bi taybetî li herêmên hundir. Jinên ku beşdarî Projeya Bihêzkirina Aborî ya ji bo Jinên Di bin Tundiyê de bûn çîrokên xwe vegotin.

‘Ez bûm mirovekî ji xwe bawer’

Yek ji jinên ku ji bernameya xurtkirina aboriyê sûd wergirt û nexwest navê wê yê rast bê parvekirin wiha got: “Ez bi mêrekî biyanî re zewicîm û li derveyî Tûnisê pê re jiyam. Min ezmûnek zewacê ya xirab jiya ji ber ku wî li hember min û keça min tevgerên ne guncaw nîşan kir. Ji xeynî ku dev ji her tiştî berdim, bi keça xwe re vegerim Tûnisê û ji sifirê dest pê bikim, min çareyek din nedît. Ji ber zehmetiyên ku min di destpêkê de jiyan kirin, min biryar da ku ez tevlî komeleyên ku armanca wan pêşxistina jinên ku rastî tacîzê tên.”

Jinê diyar kir ku ew beşdarî gelek qursên perwerdeyê bûye û wiha dewam kir: “Qursan alîkariya min kir ku ez çawa projeyên ku di warê çandiniya gundan de werin vekirin, bi rê ve bibim. Ji ber vê yekê min projeya danîna hêkan a kurkê hilbijart. Min di destpêkê di vê pisporiyê de perwerde dît. Ez di xebitandina makîneyên taybetî, teknîkên firotan û bazariyê û mirov çawa jêhatîbûnên nû bidest dixe da ku ji xwe bawer bibim de bi zanistbûm. Ez bi tena serê xwe me û di danûstandina bi yên din re baş im. Hewldanên min hem ji bo derûniya min baş bû hem jî nêrîna min a jiyanê guherand. Ez bûm mirovekî ji xwe bawer. Ez ji jineke lewaz, bêçare û tundûtûjî dîtî, bûm xwediyê kar.

Ev proje fersendek nîşan dide ku ji min re bibe alîkar ku ez di sûkê de entegre bibim, hilberînên xwe bidim nasîn û bihêz bikim. Hêzkirina aborî divê projeyên ku serxwebûna jinên ku rastî tundiyê tên garantî bikin.”

‘Min perwerdeya teknîkî dît'

Swarn Mihamed a 53 salî da zanîn ku ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû her tim rastî tacîzê hatiye. Swarn Mihemed bal kişand ser wê yekê ku ew beşdarî bernameya bihêzkirina aborî ya jinên ku li bajarê Sidi Bouzid rastî tundiyê tên, ji bo ku ji qalikê xwe derkeve bûye û got: “Min perwerdeya teknîkî li ser guhertina berhemên çandiniyê, çawaniya planên danûstandin û kar wergirt. Min serdana şirketên cûda yên serkeftî kir û projeya xwe çêkir. Ez beşdarî gelek pêşangehan bûm û min berhemên xwe dan nasîn, ew hatin ecibandin û qebûlkirin. Vê projeyê alîkariya min kir ku krîza aborî derbas bikim û zextên ku ez di bin de bûm derbas bikim. Min karî ji nû ve bi civakê re têkilî deynim û wek endamekî çalak û hêja yê civakê bûm kesek ji xwe bawer.”

‘Armanca projeyê xurtkirina jinan a aborî ye’

Sekretera Giştî ya Komeleya Piştevaniya Erênî ya Sidi Bouzid Sanaa Amarî der barê hûrgiliyên projeya bihêzkirina aborî ya jinên ku li gundewaran rastî tundiyê tên, ev tişt got: “Komeleya Piştgiriya Erênî ya Sidi Bouzid û Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Jinên Ereb ên Kawthar bernameyeke perwerdê ya 6 mehî pêkanî. Her wiha şaredariya Sidi Bouzid, Mala Ciwanan û gelek rêveberiyên herêmê jî piştgirî dan bernameyê. Di çarçoveya bernameyê de ji bo 15 jinên rastî tundiyê hatin perwerde hat dayîn. Armanca projeyê ew e ku jinên ku li qismên navxweyî û gundewarî rastî tundiyê tên ji aliyê aborî ve bi hêz bike û tundiyê kêm bike.”

Sanaa Amarî, da zanîn ku bi projeyê jinên rastî tundiyê hatine, krîzên ku jiyane derbas kirine û gihiştine serxwebûna xwe ya aborî û got ku ew ê jinan bişopînin û rênîşaniyê bikin da ku karibin di şert û mercên guncaw de projeyên xwe bi rê ve bibin. Sanaa Amarî diyar kir ku ew li dijî her cure tundiyê ne û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin da ku jin jiyaneke xweş û heqdar bijîn.