Jinên ku qet destûr nedidan bixebitin, niha stûna malê ne

Bi kûrbûna krîza aborî û enflasyonê re, li Îranê gelek jinên ku berê mafê wan ê xebatê nebû û ne xwediyê perwerdeyê bûn, neçar in debara malbatên xwe bikin. Digel ku barê debarê tev ketiye ser milên jinan, lê bêmafiyê re rûbirû ne.

JIWAN ŞERÎFZADE

Bokan – Wekî li gelek deverên cîhanê, li Îranê jî pergal diguherin lê tevî guhertinê jî rewşa jinên li Îranê ji jinên li welatên din cudatir e. Bi krîza aborî re rewşa jinên Îranê zortir bûye, krîzê barê wan girantir kiriye.

Hatîce A. ya 55 salî ku di dikana pêlavan de dixebite wiha dibêje: “Ez li malê berhemên destan çêdikim û li derve wekî firoşkar dixebitim. Hevjînê min karkere lê karek wî yê daîmî tune ye. Ez bi karê ku dikim hinek dikarim lêçûna malbatê bi cih bînim.”

Ji bilî guhertinên civakî û têkoşîna jinan ji bo mafên xwe, enflasyon, kêmbûna hêza kirînê, bêkarî û bêewlehiya kar di gelek malbatên Îranê de bûye sedem ku jin di van salên dawî de, ji bilî karên malê, beşek an jî hemû berpirsiyariya debara malbatê bigrin ser milên xwe; karên malê qet wekî kar nehatiye dîtin.

Tê gotin ku zêdetirî şeş milyon jinên Îranî bi fermî rêveberên malbatan in lê şert û mercên heyî yên di warên siyasî, aborî, civakî, çandî û yên din de vê îstatîstîkê nediyar dikin.

Guhertinên dawî di dabeşkirina kar de û dûrketina jinan ji rolên kevneşop, ligel xwezaya domdar a mêrsalar a pergala yasayî û civakî û zexta aborî ya zêde, di rewşa jinan de dibin sedema guhertinên bileztir. Gelek jin bi fermî weke rêveberên malbatê nayên nasîn û tu parastin ji bo wan tune ye.

‘Barê malê hemû li ser milê jinan e’

Civaknas û çalakvana mafên jinan Kaziwa Naimî (bi navê ne rast) têkildarî van şertan wiha dibêje: “Her çendî pênaseya rolên jinan hatibe guhertin jî endamên din ên malbatê hê jî hêviyên kevneşopî ji jinan dikin. Di pergalan de tu maf tune ye û jin du qat bêhtir dixebitin.”

Di krîza aborî ya heyî de, rêjeyek zêde ji jinên ku vê dawiyê dikevin bazara kar, ji jinên ku berê destûr nedihat dayîn bixebitin pêk tê. Jinên ku nikaribûn bixwînin û perwerdeya pîşeyî bigrin niha barê debarê ketiye ser milên wan. Jinek ku ji bo telafîkirina dahata nebaş a malbatê ketiye bazara kar, dibe ku bi dijwariyên bazara kar a ne fermî, mûçeyên kêm, nebûna sîgortayê, bêewlehiya kar û hwd. re rû bi rû bimîne. Ev rewş ji bo yên nezewicî û jinên rêveberên malê  girantir e. Ji ber ku dahata jinan êdî ne tenê faktoreke zêde ya dahata malbatê ye, dibe ku çavkaniya yekane ya debara malbatê û jinan bi xwe be. Bi gelemperî, di vê pergalê de, jin bi tena serê xwe ne û li gorî mêr kêmtir piştgirî digrin. Ev rewş di şert û mercên aborî yên heyî de her diçe girantir dibe.

Meyla zêdebûna guherîna pergala malbatê

Pargala serdest a malbatê ku bi gelemperî bav, dê û zarok bi hev re dijîn, diguhere. Di salên dawî de li gorî îstatîstîkan, ev guhertin bi giranî ji ber zêdebûna têkiliyên derveyî zewacê û hevberdanê çêdibe, pirsgirkên aborî rola herî diyarker dilîzin.

Heniyeya 28 salî, dayîka zarokek keç e, çar meh in bêyî piştgiriya kesek an saziyek bi tena serê xwe dijî diyar dike ku hevjînê wê êdî nikaribû karekî bike û wiha dibêje: “Karekî daîmî tunebû, êdî em nikaribûn kiriya xanî bidin. Her dem li hemberî xebata min astengiyan derdixist. Carna dayîka min tiştên ji me re pêwîst bûn dikirî. Dema ku zextên darayî zêde bûn, wî nexwest tu berpirsyariyê bigre ser xwe. Em ji hev veqetiyan. Piştî hevberdanê, min jê xwest keça me salek din li cem xwe bigre heta bikaribim xaniyek kirê bikim û bixebitim lê bersiva wî wî got ‘zarok radestî saziya xizmetên civakî bike.’ Bêguman min tiştek wisa nekir.”

‘Mesref gelek zêde ye’

Hemşîre Elaheh S. ya 29 salî, tevî dixwaze malbatek ava bike jî ne pêkan dibîne û tercîh dike ku bi tenê bijî wiha dibêje: “Mesrefa dawetê li aliyekî, mesrefa jiyana du kesan pir zêde ye. Niha ez li bajarekî din di pansiyonek de dijîm û li nexweşxaneyek dixebitim. Jiyan ji her demê pir dijwartir e lê zewac wê zehmetir dike. Ez nikarim weke berê li mala bavê xwe bijîm, her kes min wekî kesekî serbixwe nabîne, kesek girêdayî malbatê dibîne.”

Ameneh O. ya 68 salî teqawidbûyî jî diyar dike ku di jiyana xwe de bi krîzên nû re rû bi rû ye û wiha didomîne: “Sê sal di ser mirina hevjînê min re derbas bûn, ev salek e ez li şûna kurê xwe ku li Yewnanistanê penaber e, zarokên wî xwedî dikim. Li ser kaxezê, zarok di bin lênêrîna bav de ne lê ez bi mehaneya xwe debarê dikim.”

Jin bi bêmafiyê re rûbirû ne

Ew tiştên ku îro di pergala malbatên Îranî de diqewimin, bi derketina holê ya pirsgirêkên aborî re xuyaye dê rengekî cuda bide, guhertinên kûrtir di têkiliyên civakî de çêbike. Lê belê guhertinek di rastiya civakî de nayê wê wateyê ku guhertin di pergala desthilatdariyê de jî çêbûye.

Ev valahî ji bo jinan dikare bibe yek ji mijarên herî girîng ji bo pêşeroja malbatê li Îranê. Civakek ku hêvî dike jin di warên aborî û civakî de roleke mezintir bilîzin, hê hemû şert û mercên pêwîst ji bo vê beşdarbûnê nas nekiriye. Di rewşeke wisa de, guhertinên civakî dikarin barên mezintir daynin ser milên jinan. An jî berî ku bibin sedema zêdebûna serxwebûn û azadiya hilbijartinê, ji yên din bêtir bandorê li çarenûsa wan bikin. Ji ber vê, çareseriya pirsgirêkan ne vegera pergala malbata kevneperest e, afirandina şert û mercan e ku tê de ewlehî û mafên tu endamekî civakê li hemberî guhertinên neçar nayên fedakirin.