Jinên kedkar ên xwedî zarok bi astengiyan re rûbirû dimînin

Zimanzan û wergêr Sara Serhan û endama Muanes Salêm Şeyma Deheb bal kişandin ser zehmetiyên ku dayikên kedkar li kargehan dijîn û diyar kirin ku însiyatîfa femînîst ji bo mafên dayikên kedkar roleke mezin dilîzin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Bi taybetî jinên xwedî zarok di jiyana kar de bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin. Jinên xwedî zarok bi hêsanî nayên karkirin, jinên ku tên îstixdamkirin jî ji ber şert û mercên xebatê nikarin baldariya pêwîst nîşanî zarokên xwe bidin. Zimanzan û wergêr Sarah Sarhan û endama Însiyatîfa Muanes Salêm Şeyma Deheb behsa zehmetiyên ku jin bi giştî di jiyana kar de dijîn, kirin.

'Piştî qezayê ez neçar mam îstifa bikim'

Sara Serhan, anî ziman ku ji şanzdeh saliya xwe de dest bi xebatê dike û wiha got: “Keça min niha 9 salî ye. Ji ber ku ez dixebitim, min nekarî erkên keça xwe bi têra xwe bi cih bînim û min nekarî girîngiyê bidim. Min hewl da ku ez bêtir wextê xwe bi keça xwe re li cîhên kar ên ku ez dixebitim derbas bikim, lê hemî jî bê encam bûn. Ez timamî li cihê kar dixebitim û bê alternatîf mam. Dema keça min 7 salî bû, ez neçar bûm keça xwe 4 mehan li malê bi tenê bihêlim û min êşa vê yekê hîs kir. Ez ditirsiyam ku tiştek xirab were serê wî. Nêrînên min pir qerisîbûn, rojekê ez ketim kulmekê û ji ser xwe çûm. Piştre jî zext li min kirin ku ez îstifa xwe bidim."   

'Jinên xwedî zarok ji bo nayên girtin'

Sara Serhan, anî ziman ku piştre ji aliyê zêdetirî saziyan ve hat redkirin û wiha dewam kir: “Sedema ku ez nehatim kar jî ji ber ku zarokek min heye. Jinên xwedî zarok gelek hincet hebûn û ji ber vê sedemê nehatin girtin. Ev salek û nîv e ez nikarim karekî minasib bibînim. Di heyama yekem de dema min keça xwe anî dinyayê, tenê 8 mehan li cihekî ku hemû hewcedariyên dayikeke nû ji dayik bû, xebitîm. Lêbelê, ez neçar bûm ku dev ji karê xwe berdim ji ber ku keça min hewceyê lênihêrîna taybetî bû. Piştî wê pêvajoyê ez rastî saziyeke ku pêdiviyên dayikan li ber çavan bigire nehatim.”  

'Hem xwedîkirina zarokan hem jî xebat pêvajoyeke bi êş e'

Sara Serhan da zanîn ku wê keça xwe li kreşeke li kêleka cihê xwe ya li saziyeke din a ku lê dixebitî hiştiye û wiha got: “Ez diçûm cem keça xwe û 10 deqîqe dereng mabû. Li ser vê rewşê gotegot hebûn. Dayik bi taybetî di jiyana kar de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Mînak ji ber ku zarokek min heye ji aliyê du saziyan ve ez hatim redkirin. Carinan ji bo ku karibim kar bikim û debara zaroka xwe bikim, min 9 caran sewq guhert. Min xwe neçar hîs kir. Bandora vê ya derûnî jî giran bû. Ez niha xwe westiyayî hîs dikim, ez nikarim kesek bibînim ku bikaribe alîkariya min bike. Min jî fêm kir ku ji ber vê rewşa psîkolojîk min zext li zaroka xwe kir. Hem xebat û hem jî xwedîderketina li zarokan pêvajoyeke bi êş e.”

'Divê hişmendî bê avakirin'

Sara Serhan da xuyakirin ku jinên kedkar jî rastî zextên weke 'jin nikarin di kar de serketî bin, cihê jinê mal e, karê jinê xwedîkirina zarokên xwe ye' re rû bi rû ne û herî dawî got: "Jin di bin zextê de nikarin tiştên ku dixwazin hilberînin. Divê jin di hemû qadan de bên destekkirin û di jiyana xebatê de jî bê hêsankirin. Vekirina kreşê li saziyên ku hejmara dayikan ji 50’î derbas dibe jî barê jinan kêm dike. Ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên dayikên karker divê guhertinên bingehîn bên kirin. Divê di vê mijarê de hişmendî bê avakirin.”   

'Jin baweriya xwe bi xwe winda dikin'

Endama Înîsiyatîfa Muanes Salêm Şeyma Deheb got, “Eger jinek kar bike, ji ber dema zarokbûnê ji gelek mafan bêpar dimîne, wek mînak mafê bilindbûnê tevî ku jêhatî û wekhev be jî. bi mêrên ku di heman karî de dixebitin bidin. Jin piştî welidînê rastî gelek zextan tên û ji bo pêşîgirtina li vê yekê pêwîstî bi mekanîzmayên cuda hene. "Hinek jin ji ber zextên ku piştî zayînê rastî wan tên, baweriya xwe bi xwe winda dikin."  

'Însiyatîfa me krîzan çareser dike'

Şeyma Deheb anî ziman ku înîsiyatîfên femînîst di çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî de roleke sereke dilîzin û got, "Divê rojnamegerên jin di hawîrdoreke ewle de û bêyî cudahiya zayendî kar bikin. Li gel piştgiriya hiqûqî, înîsiyatîfa me krîzên ku jin dijîn çareser dike."