‘Jinên karmend di rewşeke zehmet de ne’

Parêzvan û çavdêra mafên mirovan Ala Kemal diyar kir ku jinên karmend seetên dirêj di karên giran û bi mûçeyek dixebitin. Her wiha destnîşan kir ku piranî jinên karmend li cîhên kar rastî tundiyê tên.

Silêmanî- Li Herêma Federal a Kurdistanê jin di qadên cuda de kar dikin. Bi ked û têkoşîna xwe dixebitin û dahata jiyana xwe û malbata xwe pêk tînin. Jinên karmend di dezgehên fermî û qadên taybet de xwedî rolên sereke ne lê belê jinên karmend li cihên kar tevî zagona parastina mafên karmendan heye jî rastî tundiyê tên, saetên zêde dixebitin û mûçeyek kêm digrin.

‘Divê li gorî cureyê kar û demên xebatê mûçeyê karmendan were dayîn’

Parêzvan û çavdêra mafên mirovan Ala Kemal diyar kir ku jinên karmend di sektora karên taybet de bi peyman tayîn dibin û di karên giştî de jî xwedî karên hikumetê ne û wiha got: “Di zagonan de mafê çîna karmend hatiye diyarkirin. Yek ji wan jî zagona kar e ku hemû erkên xebatê hatine diyarkirin û divê li cihê karê xwe erk bigrin. Divê karmend 8 saetan kar bikin. Lê belê niha di dezgehên herî pêşketî de karmend ji karê xwe zêdetir dixebitin, gelek caran 12 saet dixebitin. Sedema wê jî tunebûna çavdêrîkirina kompanyayan û pêkneanîna wan zagonên ku ji bo karmendan hatine diyarkirin e.”

‘Hikumet girîngî nade çîna karmend’

Ala Kemal destnîşan kir ku ji bo çîna karker li gorî zagonê mûçe hatiye diyarkirin û divê li gorî van mafên diyarkirî tevbigerin û wiha domand: “Li gorî mafên ku hatine diyarkirin divê mûçeyê herî kêm ê karmendan 350 hezar be lê belê gelek caran li gorî zagonan tevnagerin û bi demek zêdetir mûçe kêm didin karmendan. Em weke ewlekariya civakê, der barê mûçe û dema xebatê de çavdêriya kompanyayan dikin û lêpirsîn dikin. Di hemû rewşan de divê karker der barê zagona xebatê de hişyar bin. Li gorî zagonan, karmendên jin piştî temenê 55 salî xanenişîn dibin. Karmendên mêr jî di temenê 60 salî de xanenişîn dibin. Hikumet qet girîngî nade çîna karmend. Li gel wan ne girîng e ku rewşa karmend û gel çawa ye. Divê mafên karmendan were dayîn, çavdêrî ji bo bicihkirina zagonan bikin. Divê ceza ji bo xwediyên kar di demên pêkneanîna zagonê de diyar bikin û ceza bikin.”

‘Jinên karmend ji ber karên xwe rastî tundiyê tên’

Ala Kemal di dawiya axaftina xwe de behsa karmendên jin kir û got: “Karmendên jin piranî li cihên kar rastî tundiyê tên. Hinek caran saetên xebatê zêde dikin û mafên wan yeksanî nayê dayîn. Karek zêde dikin û mûçeyek kêm digrin.”

‘Bi mûçeyek kêm dixebitim’

Sirwe Xefûr karmend e û di kompanyayakê de tayîn bûye ji ajansa me re behsa dema dest bi karmendiyê kiriye kir û got: “Ev 10 sal in weke jinek karmend kar dikim, bi mûçeyê 260 hezar dînarê Iraqê. Heta niha bi awayê peyman di qerta giştî ya kompanyaya kar de kar dikim. Jinên karmend di rewşa giran a jiyanê de bi mûçeyek kêm dixebitin, heta niha jî hikumet kar ji bo tayînkirinê nake, xizmetê nake û mûçe ne di asta ked û westandinê de ye.”