Jinên karker ên Idlibê ji mêran kêmtir mûçe distînin

Jinên ku li İdlibê ji ber zehmetiyên aborî dixebitin, diyar kirin ku ji aliyê kesên xwedî kar ve keda wan tê xwarin û dan zanîn ku tevî heman karî dikin jî ji mêran kêmtir mûçe distînin.

HADEEL AL-OMER

Idlib - Li gorî Ekîba Koordînatorên Mudaxeleya Sûriyeyê, rêjeya xizaniyê li herêmên Bakurê Sûriyeyê derketiye astên bilind. Rêjeya malbatên di bin sînorê birçîbûnê de dijîn, bû ji sedî 89, 24 û rêjeya malbatên gihîştin sînorê birçîbûnê jî ji sedî 39,64 e. Jinên li Idlibê, di jiyana kar de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Jinan diyar kirin ku di bin şert û mercên giran de bi awayekî wekhev bi mêran re dixebitin, lê belê ji karê wekhev, mûçeyê wekhev nagirin.

Mêr zêdetir mûçe distînin

Yek ji jinan Salwa Al-Jaa ya 36 salî, li yek ji kargehên şîr û penîr ên li bajarê Sarmeda yê li bakurê Idlibê dixebite. Salwa Al-Jaa, wiha got: “Di kargehê de karkerên jin û mêr hene. Em ji saetên sibê heta derdora seat 16.00’an dixebitin. Destpêkê difikirîm ku em bi mêran re mûçe wekhev distînin lê belê min piştre ferq kir ku mêr ji me zêdetir mûçe distînin."

‘Ez neçar mam bêdeng bimînim'

Salwa Al-Jaa, diyar ku mûçeyên xwe heftane digrin û wiha got: “Ji bo karkerên mêr heftane 800 lîre tê dayîn lê ji jinan re 500 lîre tê dayîn. Ji ber ku şert gelek zehmet bûn, ez nikaribûm îtîraz bikim û ne jî ji kar derbikevim. Ji ber ku jiyana me li kampên koçberan ên li bakurê Idlibê derbas dibe. Ez demek dirêj bêkar mam û herî dawî di vê kargeha berhemên şîr de min derfeta xebatê dît. Ji ber vê yekê eznikaribûm li dijî mûçeya kêm îtiraz bikim, ji ber ku li welatekî ku pevçûn hene, ez nikarim bi hêsanî karekî alternatîf bibînim. Bihayê zêde û kêmbûna derfetên kar, min neçar kir ku ez di vê mijarê de bêdeng bimînim. Tevî bertekên min ên li dijî bêedaletî û kedxwariyê jî ez neçar mam bêdeng bimînim.”

'Divê jin dengê xwe bilind bikin'

Rawaa Al-Suranî ya 28 salî ku di atolyeyek dirûtinê ya li bajarê Idlibê de dixebite jî şert û mercên kar û jiyana xwe bi van gotinan vegot: “Ji ber ku min di qadên dixebitim de ji karê wekhev re daxwaza mûçeya wekhev kir, gelek caran ji kar hatim derxistin. Xwediyên kar keda jinên ku di bin şert û mercên zehmet de ji bo jiyanê têdikoşin û neçar dimînin bixebitin, dixwin. Ji ber ku tu çavdêrî yan jî hesabpirsîn nîn e, weke ku dixwazin tevdigerin. Jin jî bi tirsa windakirina karê xwe, nikarin daxwaza wekheviyê bikin û mûçeya ku ji bo wan tê diyarkirin dipejirînin. Ez qet ne poşman im daxwaza wekheviyê dikim. Divê ji bo ku jin mafê ji karê wekhev re mûçeyan wekhev bi dest bixin û ji bo mafên wan neyên sînordarkirin û keda wan vala neçe, li ber xwe bidin. Pêwîst e hemû karkerên jin ên li herêmê, li dijî newekheviya mûçeyan dengê xwe bilind bikin."

'Divê statuya jinan bê zêdekirin'

Şêwirmenda derûnî û civakî Safaa Al-Bayoushî jî diyar kir ku cihekariya mûçe li ser jiyana aborî û derûniya jinan bandoreke neyînî dihêle û da zanîn ku ev yek li pêşiya bilindkirina statuya aborî ya jinan dibe astengiyek mezin. Safaa Al-Bayoushî, diyar kir ku ji holêrakirina cudakariyê, bicihanîna wekheviya zayendî, pêkanîna ji karê wekhev re nûçeya wekhev û guhertina nêrîna li dijî jinan gelekî girîng e û da zanîn ku pêwîst e statuya jinan a di nava malbat û civakê de bê zêdekirin.”

'Jin bi tena serê têdikoşîn’

Safaa Al-Bayoushî, destnîşan kir ku newekheviya mûçe di welatên bi pêş dikevin de pirsgirêkek e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jin di qada kar de ji mêran kêmtir mûçeyên distînin. Xwediyên kar ji ber ku dizanin jin ji bo pêkanîna debara xwe neçar in bixebitin, ji jinan re mûçeyên kêm didin. Di roja me ya îro de jin di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî jî jinên ku di şer de kesên debara wê pêk tîne winda kirine û berpirsyariya malbatên xwe girtine ser milên xwe. Jin ji bo hewcedariyên herî bingehîn ên jiyanê misoger bikin, bi tena serê xwe têdikoşin. Hewl didin bi xwe kêrî xwe werin. Tevî zehmetiyên mezin jî ji bo mezinkirina zarokên xwe kedek mezin didin.”