Jinên karker di zeviyên Rojhilatê Kurdistanê de bi pareyek kêm kar dikin

Jinên karker di nava zeviyan de ked mezin didin û gelek zehmetiyan dikêşin, lê belê bi giştî ev keda wan nayê dîtin. Ji derveyî wê jî bi pereyek kêmek dahata jiyana malbatên xwe dabîn dikin û tu bingehek yê tendirustî nîne.

SIRWE EHMEDÎ

Kirmanşan - Jinên karker di zeviyan de karê çandiniyê dikin, kedek wan ya mezin heye, lê belê bi giştî ev ked nayê dîtin. Ew jinên ku bi awayek werzî dixebitin, bê beramber li ser zeviyê xwe an jî li beramberî perek kêmek di zeviyên din de kar dikin.

Bi giştî jin di rewşek karesatbarî de neçarin di her şert û mercî de kar bikin. Li gelek zeviyên Rojavayê Îranê weke Urmiye, Kurdistan, Îlam, Kirmanşan an jî karkirina di zeviyên hişk de weke birîna nokan. Ji derveyî hemû van pirsgirêkan, îsal hişkesalî, guherîna avhewayê û kêmbûna baran barînê bandor li ser çandiniyê kiriye. Di heman demê de li gel werza havînê li bajarê Îlam û Kirmanşan hebûna jina di nava zeviyên çandiniyê de tê dîtin, ji derveyî rolê dayiktiyê neçarin karê giran jî bikin.

Xwediyên kar piranî dixwazin karkerên jin bi xebitin, ji ber jin zêdetir kar dikin, jin weke berpirsyar dibînin û rewşa wan ya aborî xirabe û di nava civakê de barê giran û berpirsyartiya malbatê di hilgire ser milê xwe.

Jin wêneyek nazik û rengînin, aramiya derûnî dikarin bandorek rasterast li ser malê hebe, lê belê jinên bajarên Îranê bi giştî ji mafên xwe bêparin û derfetê karkirinê sînordar e. Jinên ciwan û jinên temenê wan navber dikarin kar bikin û di karên werzî yên çandiniyê de kar dikin. Ne paşketinek heye û ne ji tû cihan piştgiriyê nagrin, rojane zêdeyî 10 saetan di hemû şert û mercên havîna germ û sermayê de bi pereyek pir kêm kar dikin.


         


        

“Ji sibê heta êvarê em kar dikin”

Mîlûs her çend nezewiciye, lê belê hemû dahata malbatê li ser milê wê ye û berpirsyartiya dayik, bav û karê malê girtiye ser milê xwe, wiha dibêje: “Ji saet 5’ê sibehê heta êvarê em kar dikin, ji derveyî jiyana gund jî em neçarin biçin zeviyan, baxçeyên dewr û berê barên dinê ji bo çinîna fasulyên şîn, tamata, bîber, bamya, peqle û xeyaran. Em di serma û germahiyê de jî em kar dikin. Temenê min 38 sale, ez di ciwaniya xwe de pîr bûme û êdî tû xeyalên min nîne. Germahî ji bo min gelek bi êşe û hemû dest û rûyê min şewitiye.”

Îrana temen 60 salî dibêje: “Ez malbetekê rêve dibim û hevjînê min jî koça dawî kiriye, ez hertim di zeviyan de karê çandiniyê dikim, her bajar û gundê ku karê çandiniyê hebe diçim kar dikim.”


         


        

“Dahate me têra me nake”

Nazar a temen 53 salî jî wiha dibêje: “Ev sê sale ez kar dikim, hevjînê min bê kare û ez hinek caran li gel xwe dibim karê çandiniyê, ez xwediyê sê zarokanim û keça min xwendevane, ez ji dahatê nerazîme û dahate me têra me nake.”