Jinên Helebceyî: Ji ber buhabûna bazarê gel nikare ji bo cejnê tiştan bistîne

Welatî ji ber bihabûna kelûpelan li gor salên borî kêmtir dikarin xwe ji bo cejnê amade bikin û jin jî di wê baweriyê de ne ku nebûna parzûn, bilindbûna nirxê dolar û kêmbûna mûçe bûye sedema bihabûna kelûpelan.

MÎHRIBAN SELAM KAKEYÎ  

Helebce – Bi boneya nêzîkbûna cejna Qurbanê, bazarên Herêma Kurdistanê tijî welatiyên ku pêdiviyên cejnê amade dikin û madeyên xwarinê û kincên zarokan dikirin.

Welatiya bi navê Gulan Nesredîn ji bajarê Helebceyê wiha got: “Îsal bazar bihatir bûye û li gor texmînan ji ber cejnê tişt biha bûne ji ber ku haya me welatiyan ji kirîn û firotina bazarê nîne.

“Ez ji Ranya hatim Helebce ji bo tiştan bistînim”

Tevî ku Helebce xwedan bazareke biçûk e, lê daxwaza pêdawîstiyên wê û erzaniya wê li gorî bajarên din ên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku jin berê xwe bidin Helebce ku bajarekî biçûk e û nirxê cilûbergan erzantir e.

Jina ciwan Hozan Hisên jî wiha got: “Li gorî salên berê ferqeke mezin a bihabûna kel û pelan heye.

Herêma Kurdistanê ev deh sal in rûbirûyê krîzeke darayî ya mezin bûye û welatî bi zehmetî pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dikin.