Jinên El-Qesreyn giyayê Helfaa dikin berhemên hunerî

Jinên bajarê El-Qesreyn li Tûnisê kar li ser veguhestina giyayê Helfaa ji bo tiştên hunerî û berhemên cuda dike.

IXLAS HEMRONÎ

Tûnis - Çêkirina berhemên ji giyayê Helfaa yek ji karên kevnare li bajarê El-Qesreyn e û ji bo gelek jinan jêdera debarê ye. Jinên herêmê berê xwe didin çiyayên bilind ji bo vê giyayê berhev bikin û bikin huner û tiştên hunerî.

Bi destpêkirina her rojekê re Suniye Cedlî û bi dehan jinên din giyayê bi navê Helfaa ji çiyayên li bajarê El-Qesreyn berhev dikin. Di dema komkirina giyayî de jî rastî gelek zehmetiyan tên, ji bo debara jiyana xwe bikin.

‘Çavkaniya debara me jinan giyayê halfaa ye’

Suniye Cedlî got: “Dema ku em dibêjin halfaa, em behsa bajarê El-Qesreyn dikin, ji ber ku ev der axa vê giyayê ye. Em weke jinên vê herêmê gelek berheman jê çêdikin. Ez di sala 2010’an de piştî perwerdeya ji jinên El-Qesreyn fêrî çêkirina vê nebatê bûme.” Suniye Cedlî di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çêkirina giyayê Helfaa çavkaniya debara min û her jinekê li vê herêmê ye. Her roj em li hev kom dibin ji bo em li ser karê xwe biaxivin, herwiha li ser projeyên xwe lêkolînan dikin ku em ê çawa zanibin bifroşin. Hezkirina min a çêkirina vê gîhayê, min di çêkirina kelûpelên jinan de baş kir.”

‘Divê pêşangeheke berdewam hebe da berhemên xwe tê de pêşkêş bikin’

Bûşra Omrî got: “Ez ji biçûkaniya xwe ve fêrî çêkirina hinek berheman bûm. Ez beşdarî gelek pêşangehan jî bûm, ji bo berhemên xwe bifiroşim. Di aliyê belavkirin û veguhestinê de zehmetiyan dikişînim. Divê pêşangeheke berdewam hebe ji bo em berhemên xwe têde pêşkêş bikin û ji ber debara jiyana me li ser e.”  Bûşra Omrî destnîşan kir ku demsala helfaa di Îlonê de destpê dike û di Adarê de bidawî dibe û wiha dewam kir: “Ev giya ji bo kesk bimîne pêwîst e di sindoqê de were hişk kirin, ger rengekî cuda were xwestin, li ber tavê tê hişk kirin.”

Pispora çêkirina tiştên kevnare û bi taybet giyayê Helfaa Esmehan El-Amirî got: "

Esmehan El-Amirî ya pispora çêkirina tiştên kevnare û bi taybet jî ya giyayê Helfaa, wiha got: “Rakirina vê giyayê gelekî zehmet e. Ev çalakiyek di wextê xwe de ye ji ber ku di nav 2 mehan de pêk tê da ku ev giya berdewam bike û çalakiyên jinan berdewam bikin.” Esmehan El-Amirî di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez beşdarî gelek pêşangehan bûme, ji bo ku berhemên xwe pêşkêş bikim, lê lêçûna çûn û hatinê gelekî buha ye” û di dawiyê de bang li hemû keç û jinan kir ku bi xwe bawerbin û xwe pêşbixin.