Jinên ciwan bi berhemên xwe reng dan festîvalê

Jinên ciwan ên ku beşdarî 9’emîn festîvala hinar û peyiz a Helebce bûne diyarkirin ku divê hê zêdetir giringî bê dayîn berhemên xwemalî û bi vê yekê wê derfetê kar ji bo ciwanan zêde bibe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- 9’emîn festîvala hinar û payîz a Helebce bi beşdariya berhemên hinar, berhemên xwemalî, kurdewarî û karê dest sê rojan berdewam kir. Gelek kes ji bajar û bajarokên cûda li festîvalê amade bûn û jinên ciwan bi berhemên xwe reng dan festîvalê û bi nasandina berhemên xwemalî sal bi sal daxwaz li ser berhemên xwemalî zêdetir dibe. Jinên ciwan ên bi berhemên xwe bejdarî festîfalê bûne diyarkirin ku divê hê zêdetir giringî bidin berhemên xwemalî.

Tenya Osman a destrengîn diyarkir ku festîval ji bo kesên xwedî kar derfetek e da ku berhemên xwe ên xwemalî bixin bazarê û kiryaran ji bo berhemên xwe dibinin û got: “Qaliteya kontrolkirina herêmê di qeyranê deye û piraniya berhemên ku ji derve tên bûne sedemeê zêdebûna nexweşiyan.”

‘Berhemên ji derve nexweşin’

Tenya Osman da zanîn ku jinên ciwan dixwazin hê zêdetir giringî bidin berhemên xwemalî, daku bikarin berhemek bi tendirûst bixin bazarê û got: “Ger giringiyê bidin vê qadê, derfetê kar wê zêdetir bibe. Wê di aliyê civakî û aboriyê de guherîn çêbibe. Divê ji bo tendirûstiya xwe em vegerin bikaranîna berhemên xwemalî û ji kel û pelên derve û amade dûrbikevin.”

Ciwanek din a bi navê Xeyal Mehemed beşdarî festîvalê bûye ku giringî bi çêkirina xwarinên Kurdewarî daye wiha dibêje: “Niha rêjeyek zêde ya ciwanan heye ku pêwîstî bi karkirinê heye û daketine qadan divê aliyên peywendîdar ji hêza me agahdar be, kel û pelên ji derve tê hawirdekirin, hertim ne weke ku ji welatên xwe re çêdikine û qaliteyek xirabe. Ji ber wê divê em giringî bidin berhemên xwemalî ji ber tenê em bi xwe dilsozê xwe ne.”

Şeyda Seyad xwedî kare dirûşmeya firoşgeha wê ‘heta berhemê xwemalî hebe çima em berhemên biyanî karbînin’ wiha got: “Ger di navxweyî de kar bikin. Wê Kurdistan bibe welatek bi karhêner û wê dahata me ya navxweyî bi hêz bibe.”