Jinên Bint Cibêl ên Lubnanê tevî hemû rewşa şer li ber xwe didin

Li Lubnanê jinan ji ber krîza aborî û şerê heyî bi gelek zehmetiyan re derbas dibin. Komek jinên bajarê Bint Cibêl ji bo alîkariya jinan bikin Komeleya Bint Cibêl ava kirin.

FADYA CUMAA

Beyrûd- Bi zêdebûna kirîza aborî li Lubnanê jinan ji bo malbatên xwe xwedî bikin dest bi lêkolîna derfetên kar kirin. Jinan bi taybet bi riya çêkirina qûtê salê kar dikin. Jin berhemên çandiniyê dikirin û dest bi çêkirin û firotina wê dikin. Ev xebat bi taybet li gundan êş de ye.

Li bajarê Bint Cibêl ya girêdayî başûrê Lubnanê jinan biryar dane daku teslîmî rastiya heyî nebin. Gelek jinên ku ji şer û krîza aborî bandor bûne tevlî Komeleya Hevkariyê ya Çêkirina Çandiniyê li Bint Cibêl bûne.

‘Armanc aboriya jin bilindkirin e’

Seroka Komeleya Alîkariyê ya Çêkirina Çandinî li Bint Cibêl Xada Bezî got: "Armanca me ji avakirina vê komeleyê ew e ku em aboriya jinan bilind bikin. Em yekser bi jinan re kar dikin û alîkariya wan dikin ku berhemên xwe li bazaran bifroşin. Komeleya me ji 15 jinan pêk tê. Karê me yê sereke jinûve çêkirina berhemên çandiniyê ye. Em berheman ji zeviyan dikirin û çêdikin. Kesên em di komeleyê de bi wan re kar dikin hene li vir û li hejmarek dewletên din jî. Em bi riya sembola me ya bazirganiyê "Zewada" gelekî hatine naskirin û me ew di wezareta aboriyê de tomar kir.”

‘Armanca me pêşxistina komeleyê ye’

 

Xada Bezî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Beriya şer me xwe amade dikir em li pêşangehan amade bibin. Me gelek berhemên nû amade kiribûn ji bo navê Bint Cibêl were rakirin lê bi destpêkirina şer re gelek jin koçberî herêmên bi ewle bûn û gelek ji wan man, hinên din jî ji bajar neçûn û hîn bi komeleyê re kar dikin. Hevkarî di navbera herdû aliyan de heye. Beşek berhem dide û beşek difroşe. Komeleya me ya alîkariyê karê xwe berdevam dike. Em daxwazên kesên bi me re têkiliyê bi riya torên civakî yan telefonê dikin pêk tînin. Armanca me peydakirina berdewamkirina komeleyê û pêşxistina wê ye.”

‘Şer bandor li ser karê me kir’

Endama Komeleyê Firyal Hicazî jî got: "Ez endameke Komeleyê me. Ez ji dema damezrandina wê têde kar dikim. Em di rewşeke baş de bûn lê belê şer gelekî bandor li me kir. Tevî van rewşan jî em di bin topbaranê de kar dikin û pêdiviyên kesên baweriya wan bi me heye peyda dikin.”

‘Ji ber topbaranê em tirs berê xwe didin komeleyê’

Her wiha Emel Seîd Bezî jî got:"Tevî hemû rewşên zehmet ez di komeleyê de kar dikim ji bo pêdiviyên kesên bi me bawer bicih bînim. Tevî topbaranê jî em bi tirs berê xwe didin komeleyê. Em di çêkirina qûtê salê de kar dikin. Em hewil didin tevî hemû xisaran jî berhemdayîna xwe berdewam bikin ji ber baweriya her kesî bi me heye.”