Jinên Îdlîbê bi komkirin û firotina gulên beybûnê debara xwe dikin

Gulên Beybûn ên di destpêka biharê de derdikevin ji bo jinên Îdlîbê derfeta debara jiyanê ye.

SOHÊR EL-ÎDLİBÎ

Îdlib - Her sal destpêka biharê gelek jinên koçber ên Îdlibê ji bo komkirina nebatên di vê heyama salê de şîn dibin berê xwe didin daristanan û deverên çiyayî û bi gelemperî wan wekî dermanên xwezayî bikar tînin. Ne tenê Beybûn gelek giyayên derman hene ku di vê demsalê de li Îdilibê û bejahiyên wê şîn dibin. Di nav wan de zeter û çaya bejî jî heyî gelek nebatên derman û feydeya wan zêde û bihayekî kêm, li gor dermanên kîmyeyî yên ku ji ber bûhabûna wana gelek kes nikarin bigrin, tên firotin.

“Bi komkirina nebatan debara malbata xwe dikim”

Firyal El-Hac Nasan a 30 salî ku ji gundê Muntef koçberî kampa Tel El- Karama ya bajarê Îdlibê bûye da diyarkirin li deştên Idlibê li gel kurê xwe yê 8  salî giyayên dermanê kom dike. Firyalê di vê werzê salê de komkirina giyayan weke derfetek yê kar dibîne û wiha got: “Ez bi rêya van giyayan debara pênc zarokên dikim. Piştî ku hevjînê min di dawiya sala 2020’an de di qezeyekê trafîkê de jiyana xwe ji dest da, ez neçar mam ku karek domdar bikim û piştgirtiyê bidim zarokên xwe. Dema dibe destpêka meha biharê ez têm giya kom dikim beriya ku kulîlkên wan vebin. Piştî ku kom dikim paqij dikim û rojane difroşim xwediyên dikanên sebzeyan û dermanxaneyên giyayan. Rojane 2-3 kîloyan kom dikim, zarokên wargehê jî giyayan kom dikin gulên zinbeqa çolê yên behin xweş û xweşik û wekî derfetek kar ji bo xwe dibînin û beşek ji pereyên ku kom kirine ji bo xwe û malbata xwe kom dikin.”

 “Bi dîtina gula sosinê kêfxweş dibim”

Rehef El- Hesûn a 13 salî da zanîn ku bi dîtina gula sosinê kêfxweş dibe û her tim li çolê li gula sosinê digre û hewl dide ji kampa xwe ya li Barişa dûr nekeve û got: “Ez ji komkirina gula sosinê çolê gelek hez dikim û li vir gelek hene, bêhna wan xweş e û gelek daxwaz ji bo wê gulê hene, ji ber vê yekê ez hinek pere kom dikim, cil û berg û şêraniya pê dikirim.”

“Bi firotina gulan ez hinek pere kom dikim”

Mohab El-Kamel yê 13 salî bi bîr xist ku ji destpêka demsalê ve li ser xaçerêya rêyekê li Idlibê di raweste da ku rojane sosinê çolê û Bêybûn bifroşe û dibêje: “Dayîka min û xwişka min gulan ji deşt û deryayan hildibijêrin û ez li vir difiroşim da ku em neyên îstismarkirin ji aliyê firoşkarên ku van malzemeyan bi buhayek kêm hindik dikirin û bi bihayek bilind difiroşin û me xwe spart hêza xwe ya ku emê gula biçînin û rasterast bifroşin. Ez kêfxweşim ku min dikarîbû di destpêka îsal de cilên cejna Remezanê bikirim, bi firotina van gulan min hinek pere qezenc kir, berovajî salên berê ku min nekarîbû cilên nû bikirim ji ber rewşa me ya nebaş û nebûna derfertên kar li gel buhayên bilind yên ku sal bi sal bi awayakî berbiçav zêde dibin.”

“Nebata Beybûn ji bo gelek nexweşiyan dermane û sudê wê geleke”

Pispora dermanê giyayî Lama El-Mousa ya 38 salî got ku nebata beybûn bi hezaran sale di dermankirina nexweşiyên cihêreng de tê bi karanîn û feydeyên wê gelekin û tama wê ya xweş û bandorker e û wiha dom kir: “Yek ji girîngtirîn feydeyên beybûn ewe ku ji bo tendirustiyê gelek bi bandor e. Bêybûn ji îshal û parastina mideyê re gelek başe, êşa reglê sivik dike, tendûristiya sîstema berevaniyê zêde dike û asta şekirê di xwînê de kêm dike. Ji bilî gelek feydeyên wê di parastina saxlemiya dil û reh de û jinavbirina şaneyên penceşêrê tê bikaranîn. Pêşniyara min ewe ku Bêybûn li şûna dermanên kimyayî berdewamî were karanîn. Ji ber gelek bi feyde ye û bandorên wê yên neyînî ji bo laş nîne. Şert û mercên dijwar ên jinên koçber li Îdlibê zorê dide wan ku li gelek çavkaniyên debarê bigerin û koordînatorên bersivdanê li Sûriyê amarek vê dawiyê derxistin bi kêmanî ku ew tirsnak e, rewşa mirovî ya li wir metirsiya karesatê heye eger neyê dûrxistin.”